Wele wer xuya dike îro ezê di hundur da hefs bibim. Ji vêsê da ye guveguva bê û ximîna baranê ye. Bayekî pir heye, digobilîne, meriv di ber bê dihere.
Xanim di rojên wiha da jixwe nigê xwe navêje der.
Ji bo kontrolê min serê xwe ji hundur derxist, min bala xwe
dayê ne henek e, him baran e, him jî vizîna bê ye.
Guregura tava ye. Min derî
hêdîka li pey xwe girt û dîsa hatim ber kompîtora xwe.
Belkî bîsteke din hewa baştir bibe, wê çaxê ezê herim gerra xwe bikim.
Danê esir, berbî êvar baranê vekir, ewr belav bûn. Xanim li
hewşê bû, deng li min kir, got baranê vekiriye, yê min karê min heye az nayêm,
lê heger tu diherî nuha tam wext e.
Min rabû xwe jidand û derketim meşa xwe. Wek her roj zêde nemaşiyam, tenê 40
deqeyî meşiyam. Pir hindik e, lê dîsa jî ji nemeşînî baştir e. Zêde nemeşiyam,
çimkî li mal hin karê min hebû.
Îro rojeke bêîstîkrar bû, geh dibû baran û tozan, geh vedikir.
Ji destpêka koronayê da ye eez her roj li dpra 5-6, carnan 8-10 km dimeşim,
lema ji min ra bûye rûtîneka rojane, elimîme her roj bikim. Îcar roja baran be,
hewa ne xweş be di hundur da bîna min teng dibe. Ji bo wî jî dixwazim bîstekê
derkevim derve û hinekî bimeşim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar