01 oktober 2022

Çend rêz ji bîranînên min -251-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1986-10-01
Ez, Mûrad Ciwan, Ziya Avcî em çûn şîna Kesrayê lawê Cegerxwîn. Lawê wî mir, xort bû. Kezeba meriv dişewite. Erê emê gişên bimrin lê qebûlkirina mirina xortekî zor e. Gava mirin bêhemdî û wiha zû tê meriv şok dibe. Mirin jî carnan bêedaletiyê dike.

XXX
1992-10-01

*Şerê gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê îro jî li gelek deran dom kir. Li gorî xeberên medyayê şer pir giran û berfireh e. Qala kuştiyan nehat kirin.

Tirkiyê bi dehhezaran leşker û sîlehên giran ajotiye cephê. Gerîlla jî bi keleşê şer dike.
Hêvî dikim zayîateke mezin nedin.

*Parlamenterê HEPê Mahmûd Alinak li meclîsê civînek çapemeniyê çêkir. Di civînê da got, ”dibê ev kuştin û xwîn bisekine, dibê em giş bi hev ra ala aştiyê bilind bikin.”

Feqîro dikir gazî û hawar ji bo ku şer raweste. Digot hin hêz dixwazin kurdan û tirkan berra hev bidin, ev jî dijminatiye.

Kes nikane kesî berra hev bide, tirk naxwazin mafê kurdan bidin, loma jî şer dikin. Hedîse ev e.

Li gora wî, heger prosesek diyalogê, demokrasiyê dest pê bike di nav 6 mehan da ewê şer rawest e.

Hukûmet Tirkiyê do ji 1o kesên esker û siwîl komîteyek çêkir. Ev cara pêşî ye tiştekî wiha çêdikin. Hin der û dor dibêjin ev ”kabîneya herbê” ye.

*PDKê û YNKê eşkere ji PKKê xwestin di wexteke kin da ji başûr derkevin. Heger dernekeve ewê bi zorê derxînin. Dibêjin Meclîsa Kurdistanê biryar girtiye û biryar teblîxî PKKê kirine.

Ez bawer nakim PKK derkeve, dîsa ewê bi sedan kurd werin kuştin.

Di beyanê tê gotin ji ber hebûna PKKê li herêmê û êrîşên Tirkiyê gundî nikanin herin vegerin gundên xwe. Tê gotin li dora 400 hezar kes li bende vegerêne.

Xelk di kampan da perîşan in. Hukûmet dibêje em nikanin di kampan da hewqas însan xwedî bikin. Zivistan jî tê, xelk venegere gundên xwe ewê rewş gelkî xerabtir bibe.

XXX
1996-10-01

Kekê Weysî Zeydanlioglu telefonî min kir, got Nazîf Kalelî mîvanê min e, were em bîstekê bi hev ra sohbet bikin. Êvarî ez çûm. Mahmûd Al, Eyûb Alacabey jî li wir bûn. Dûra Zîya Avcî jî hat.

Ez mecbûrî sohbeta bi tirkî bûm. Nazîf nikanîbû bi kurmancî sohbet bikira. Bi min pir ne xweş bû.

Ev cara pêşî bû min Nazîf Kalelî rû bi rû didît û pê ra sohbet dikir. Di sala 1978a da di kongreya TOBD-DERê da(Sendîqeya mamosteyan) min ji dûr va dîtibû. Lê ez pê ra nepeyivîbûm.

Lê qet neket serê min, kêfa min jê ra nehat. Gudarî nedikir û pir dipeyivî. Her cara dest bi peyvê dikir nediqedand. Heger me peyva wî nebirriya ewê tenê bipeyiviya.

Min tifaqa wan bi CHPê ra jê pirsî. Min got hûn vê tifaqa xwe rast dibînin ya na?

Got, siyasî em dibêjin rast bû, lê mej ê zirar dît.
Sibe çend kes ewê li aşxaneyekê bi Şerafetîn Elçî û Nazîf Kalelî ra xwarinekê bixun û bi Şerafetîn û wî ra sohbet bikin. Nazîf û Şerafetîn bi hev ra hatine.
Salim Çelîker telefon kir, got were em bi hev ra herin. Min got baş e, ezê werim.

XXX
1999-10-01

Gurûbek gerîlla bi rastî jî  hatin teslîm bûn. Ji ber ku min nedixwest li dîmenên wê sehneya trajîk temaşe bikim, min bi xwe li xebera temaşe nekir. Min nexwest bibînim, bi min pir zor tê.
Lê li gor ji min ra gotin 8 kes bûne, sê jin û pênc mêr bûne. Serokê wan gurûbê yekî bi navê Alî Sapan bûye.

Abdullah efendî bi vê siyaseta xwe ya tirsonek, malkambax ne tenê xwe, hevalên xwe jî, şan û şerefa gerîlla jî, malbatên wan jî û miletê kurd jî rezîl kir.

Tiştê ez dibînim û ez his dikim wek milet moralê kurdan sifir e. Moralê min di binê sifirê ra ye.
Di cepha PKKê da jî  şaşbûnek, tevizandinek berbiçav xwe nîşan dide. Her kes ji vê sosoretê ne razî û serbilin de. Serokê wan êsîr e, gerîlla teslîm dibin. Û li emberî vê teslîmiyetê ji dewletê tiştek jî negirtine. Ji qurretiya tirkan meriv ji qahra dibehice.

Bi texmîna min di rojên pêş da ev siyaseta  Abdullah Ocalan a malwêran miheqeq ewê di nav PKkê da perçebûn çêbike.

Lê belê ev perçebûn ewê çiqasî mezin be ji nuha da texmînkirin gelkî zahmet e. Mirîdên Oclan her tim aliyê xurt e. Hêvî dikim vê carê eksê wê be, lê zahmet e. Îşareta vê jî teslîmbûna gurûbek gerîlla ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar