30 september 2022

Çima kes êrîş û qetlîamên Tirkiyê rexne nake?

Ji Amerîkayê, Îngilîstanê, Fransayê, Urdinê, Siûdî û Misrê bigire, hetanî bi Neteweyên Yekbûyî gelek welatan êrîşa Îranê ser başûrê Kurdistanê rexne û şermezar kirin.

Îran guh nade protestoyên wiha lê dîsa jî pir baş e, dunyayê ev êrîşa terorîstî ya Îranê bi zimanekî pir sert mahkûm kir.


Tirkiye jî êrîşên herr oj wiha dibe ser rojavayê Kurdistê û çend kurdan dikuje.

Lê kes Tirkiyê wek Îranê rexne nake, kes qetlîamên Tirkiye li rojavayê Kurdistanê dike bi vî rengî mahkûm nake. Tirkiyê kuştina kurdan ji xwe ra kiriye karekî rojene.

Ne li Rojava tenê, Tirkiyê li başûrê Kurdistanê jî gelek caran qetlîamên wiha kine, lê tu kesî Tirkiye rexne nekiriye.

Geleo sebeb çi ye, çima qetlîamên Tirkiyê li rojava û li başûrê Kurdistanê ji nedî va tên, çima kes Tirkiyê jî rexne nake?
Ma qey kuştina kurdan ji Tirkiyê ra serbest e?

XXX
Îranê û Tirkiyê qela xwe kirine yek her roj kurdan dikujin, Kurdistan li kurdan kirine dojeh. Kes nikane li gundê we di mala xwe da rehet rakeve.

Ji dêlî kurd bi hev ra şerê van herdu dewletên zalim, ceberût bikin, şerê hev dikin, êrîşî hev dikin. Bêtifaqî bûye qedera me.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE