Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1986-09-30
Min bihîst lawê Kesrayê Cegerxwîn miriye. Xortekî baş bû. Ez pir li ber ketim.
Ez hîn nizanim çi bûye, çi hatiye serî. Zor e, Xwedê sebrê bide dê û bavê wî.
XXX
1992-09-30
Şerê PKKê û Tirkiyê her ku diçe gurrtir dibe. Li gorî beyana serokwezîr
Suleyman Demîrel, do bi şev di şer da ji PKK 174 gerîlla, ji eskerên wan jî 29 kes hatine kuştin.
Şer 12 saetan
ajotiye. Ev cara pêşî ye Tirkiye qala hewqas kuştîyên xwe dike. 29 leşker jimareke pir e, herbeke mezin bûye...
Ez dibêjim kuştina 174 gerîlla vir e, propagande ye. Di wê şeva tarî da çawa jimartin?
Heger îdîa Tirkan rast be felaketeke mezin e.
Li gorî bepirsiyarekî PKKê li Almanya, di şer da wan 13 gerîlla şehîd ketine û ji 300 esker kuştine.
Bi baweriya min herdu serî jî rastiyê nabêjin, kuştiyên xwe kêm, yên dijmin zêde dikin. Lê şehîdketina 13 keç û lawên kurd jî pir e, ne tenê jimar e, 13 keç û xort hatine kuştin, em nizanin kî ne jî.
Di nav kuştiyên tirk da jî miheqeq leşkerên kurd hene. Yanî qismekî kuştiyên dewletê jî kurd in.
Axaftina Demîrel îro pir sert bû, got bi PKKê ra rûniştin qet mimkûn e. Ji kurdan ra otonomî, motonomî jî ne mimkûn e. Tiştekî wiha ewê ji bo Tirkiyê felaket be.
Di axaftina xwe sînyala tu lihevkirinê, tu çareseriyeke aştiyane neda, bileks got gerek em vê meselê ji kok da hel bikin, yanî PKKê biqedînin, kurdan teslîm bigrin.
Wer xuya dike şerê kurdan û Tirkiyê ewê pir bajo, nêta tirkan tuneye mefekî herî biçûk jî bi rehetî bidin kurdan. Dewlet hîn ne hazir e tiştekî bide kurdan.
Dimîne stendina bi zorê, ew jî pir û pir zor e. Tiştê ez dibînim di rojeva dewletê da jî, di ya hukûmetê da jî bêyî çareseriyeke leşkerî tu alternatîf û çareseriyeke din tuneye. Dibêjin gerek em PKKê biqedînin û tu mafî jî nadin kurdan.
Ez dibêjim ewê HEPê bigrin. Bûyer wer xuya dikin.
Berî Demîrel here Îranê, keştiya tije sîleh çend roj berê Tirkiyê dest dabû ser, îro serbet berda. Yanî bi Îranê ra li hev kirin. Miheqeq li ser kurdan li hev kirine.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar