31 augusti 2022

Gorbaçov jî xatir ji dinyayê xwest


Michail Gorbatjov jî mir. 91 sal umir kir, ne hindik e. Rahma Xwedê lê be. Merivekî baş bû, tiştên baş kir. Xêra wî miletên Sovyetê azad bûn.

Rûdawê di sernivîsa xwe da gotiye, ”Mikhail Gorbachev dawî serokê Yekîtiya Soviyetê koça dawî kir.”

Hin kesan jî gotine ”seokê dawî yê Sovyetê mir…”

Ez dibêjim ev hawê sentaksê şaş in, meriv bibêje ”Serokê Sovyetê yê dawî mir” rasttir e. Yanî ne ”serokê dawî”, serokê Sovyetê yê dawî.

Gelo hevalên zimanzan çi dibêjin?

Bi mîvanekî ezîz ra


Îro rojeke pir xweş bû, min du dost û hevalên xwe yên pir ezîz dîtin. Saet di 15.30î da min Osman Aytar dît, me bi hev ra bîstekê qala rojên borî kir.

Min rewşa wî baş dît, hêvî dikim di demek nêz da bi temamî baş bibe.

Çend rêz ji bîranînên min -222-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1986-08-31
*Saet di 14a da civîna Komîta Partiyê(KÎPê) bi endaman ra çêbû. Em li ser Berbangê jî peyivîn. Biryar hat girtin ez dîsa di Berbangê da bixebitim û binivîsînim.
Ez li dijî vê biryarê bûm, min got ez naxwazim, lê biryar bi piraniya dengan hat girtin.

*Min û Îbrahîmê ji PDK-Îran hevdu dît. Min belavoka li dijî Tirkiyê jê ra xwend, got navê PDKê derbas nebe baştir e. Lê biryara dawî emê sibe bigrin. PDKa başûr dibêje gerek hûn bibêjin êrîşê me bûye.

30 augusti 2022

Payiz demsala herî dijwar e

Wele havîna germ qediya û payiza rengîn îro xwe nîşanî me da.

Li Stockholmê îro tam rojeke payizê ya xweş e, tîna rojê nemaye, bayekî honik ruyê meriv baweşîng dike.

Payiz bihareka cihê ye, bihareke dereng e, her pelek gulek e, xweza, dar û ber hêdî hêdî rengîn, kesk û sor û zer bibin.

Bayê honik bi xwe hesiya ye, li hemberî pelên daran bêmerhemet e.

Hovîtiyeke wiha nehatiye dîtin!

 


Hovên herî wahş jî wiha nakin !
Pûlis û leşkerên Tirkiyê di sala 2015a da Hakan Arslan li Diyarbekrê bi hovîtî kuştin.

Savcî îro li Diyarbekrê hestiyên Hakan Arslan di nava torbakî sipî da daye destê bavê wî Elî Riza Arslan, gotiye a ji te ra hestiyên lawê te.

Zalimiyeke, xedariyeke ji viya mezintir nabe. Meriv çawa kane hewqasî ji însaniyetê dûr keve aqilê meriv nagire!
Meriv çawa kane hestiyê xortekî têxe na torbakî û wek pakêtekê, wek diyariyekê bide destê bavekî?

Çend rêz ji bîranînên min -221-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1986-08-30

Min û Kemalê berpirsiyarê PDKê yê Stockholmê îro li ciyê Rizgariyê hevdu bidîta, ji bo belavoka li dijî êrîşa Tirkiyê îmze bike. Me di telefonê da li hev kiribû.

Ez çûm wira, ew jî hat. Min jê ra belavok xwend. Belavok baş dît. Lê got:
”We di beyanê da navê Partiyê nedaye, we negotiye êrîşî me kirine, we gotiye êrîşî pêşmerge kirine. Heger hûn navê partiyê(yanî navê PDKê)binivîsin emê îmze bikin, ya na em îmze nakin.”

29 augusti 2022

Xwezî ev sitres bi min ra çênebûya

Gava du sê kar dikevin ser hev ez dikevim sitresê, dest û nigên min li hev dipiçikin.

Dibê ez her roj bîranînên xwe û nivîsek, du nivîsan binivîsînim û têxim bloga xwe. Yanî dibê bloga min her roj miheqeq were nuhkirin. Xwendevan her roj du sê nivîsîn nuh bixwînin.

Ev ne bes e, çendakî berê di arşîva xwe da ez rastî çend defterên hin salên bîranînên xwe hatim. Ez wan jî dinivîsînim.

Çend rêz ji bîranînên min -220-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1986-08-29
Civîna Komela Stockholmê saet di 17.00a da li Federasyonê çê bû. Zubêrê mala Cegerxwîn jî li ser navê komela xwe belavoka li dijî Tirkiyê îmze kir.
Berî ez herim civînê min Mecîd Cahferî dît, wî jî li ser navê partiya xwe belavok îmze kir.
Tirk û ereb me dikujin em jî belavoka belav dikin, tiştê di destê me da maye ev e, lê ev jî ne êrîşên dijmin disekinîne, ne jî fêdakê dide me.

28 augusti 2022

Piştgiriyê bidin Temaşeyê

Gelî dost û hevalên ezîz, hetanî nuha haya min ji E-kovara Temaşeyê tunebû, ez û xortê berpirsiyarê wê do di semînera Kenanê Nado da rastî hev hatin.
Me bîstekê sohbet kir. Xort ji min gazin kir, got te qet qala Temaşeyê nekiriye. Ez şermezar bûm, min soz dayê dibê qalê bikim.

Çend rêz ji bîranînên min -219-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1985-08-28
*Me ji bo haziriyên şeva partiyê li komelê civînek çêkir. Ez, Hesen Yoldaş, Mihemedê Hekarî, Mahmûd Kîper bûn komîteya şevê.
Di civîna berê da me hin wezîfe li hev par kiribûn. Ji bo ku grûba muzîkê ya yûnaniyan were şevê Mahmûd Kîper ewê bi yûnaniyan ra bipeyiviya. Mahmûd hîn bi wan ra nepeyiviye, Got ez ji wan kesî nas nakim, lê bi riya komela ÎSTÎBê ezê bi wan ra têkiliyê deynim.

27 augusti 2022

Kenanê Nado îro li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî bû


Îro Kenanê Nado li Kitêbxaneya Kurdî li ser edebiyata zarokan semînereke mikemel da.

Kovar û kitêbên zarokan yên kurdan li her çar beşên Kurdistanê, li dîasporayê û li Soveyeta wê demê weşandine lêkolîneke mikemel, xebateke pir hêja  kiriye.

Camêr qîma xwe tenê bi kurmancî û bi herfên latînî neaniye, soranî û elîfbeya erbî û kirîlî jî fêr bûye û kovar û kitêbên bi herfên kirîlî, erebî û soranî çap bûne yek bi yek bi dest xistine, li ser wan xebitiye û di netîceyê da jî xebeteke pir hêja derxistiye meydanê.

Çend rêz ji bîranînên min -218-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1987-08-27
Min îro pasaporta diya xwe bir dirêj kir. Pîreka Mumtaz Leyla pê ra çû hundur, ez jî li der mam.

Min got hey carê hatiye, bira demake din jî bimîne, sebra me pê tê. Ji xwe min pir bîriya wê kiribû. Diya min şên e, kêfa zarokan jî jê rat ê. Ji bo zimanê zarokan jî baş e, xêra wê kurmanciya wan baştir dibe.

26 augusti 2022

Em çima hewqasî bêhiş bûne?

Selîm Temo merivekî çarçav e, hafiza wî ya netewî, tarîxî xurt e, çêyiyê jî, xerabiyê jî ji bîr nake. Dîsa tiştekî pir muhîm bi bîra kurdan xistiye.

Gotiye:
”Ev e du roj in ku gellek Kurdên Bakurî bo stranbêjeka Tirk a ji aliyê dewleta Tirkan ve hatiye girtin, kezeba xwe diperitînin. Heman stranbêjê çar sal berê di şerê dagirkirina Efrînê de bo artêşa Tirkan serfirazî xwestibû.”

Navê sitranbêjê Gulşen e û di dema dagirkirina Efrînê da ev twîtta jêr nivîsî ye:

Çend rêz ji bîranînên min -217-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1986-08-26
Ji bo protestokirina êrîşa Tirkiyê ser Kurdistana Başûr me saet di 17.00a da li komela ÎSTÎBê civînek çêkir.

Di civînê da min ji Komkarê û ji Îstîbê ra pêşniyarek bir, min got di vê civînê da em tu biryarê negrin. Çimkî hêzên Kurdistana Başûr nehatine dawetkirin, gerek em ban wan jî bikin.

Lê herdu komeleyan jî pêşniyara min qebûl nekirin, gotin ev biryara Yekîtiya Çep e, hîzek tenê jî hebe emê pê ra çêkin.

25 augusti 2022

Tarîxa min şahidê min e

Di jiyana xwe da min hin şaşiyên siyasî, hin tercîhên şaş kirin. Ez viya înkar nakim.

Lê min çi kiribe jî tim ji bo kurd û Kurdistanê bûye, dostî û hevatltiya min jî, şerê min jî tu carî ne ji bo şexsê min bûye, tim siyasî û ji bo kurdayetiyê û Kurdistanê bûye.

Min kara xwe, berjewendiya xwe tu carî di ser kurdperweriyê û fêda Kurdistanê ra nedîye.
Min rehetiya xwe, karê xwe, malê xwe, gelek tiştên xwe fedayî xebata kurd û Kurdistanê kiriye.

Çend rêz ji bîranînên min -216-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1986-08-25
Min û Seîd Aydogmuş sipasnameya Mûrad Ciwan ji bo beyana Qeddafî nivîsî bû bir teslîmî sefaretxaneya Lîbyayê kir. Me xwest em herin hundur, sefîr bibînin, pê ra bipeyivin, lê qebûl nekirin, em bera hundur nedan. Me name avêt hundur û em vegeriyan.
Me digot belkî konsulê wan me qebûl bike, em bi devkî jî çend peyvan bibêjin, lê qebûl nekirin.

24 augusti 2022

Dijminê ne durû ji yê durû baştir e

Di felaketa trafîkê ya Dîlokê(Entabê) û Dêrikê da 39 kurd mirin û zêdeyî 40 kesî jî giran birîndar bûn. Di nav miriyên Dêrikê da pûlisekî tirk jî hebû.

Partiya faşîst MHPê sersaxî ji malbata pûlisê tirk tenê ra xwest, qet qala miriyên kurd nekir, ji malbatên kurd ra sersaxî nexwest. Ji me hin kesan xwe aciz kirin, gotin hewqas neyartî jî nabe.

Bi ya min mêrikan direst hereket kirin, neyartiya xwe ya li hemberî kurdan veneşartin, bi derewan xwe xemgîn nîşan nedan, gotin bi mirina we em xemgîn nabin, kêfxweş dibin.

Çend rêz ji bîranînên min -215-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1986-08-24
Êvarî ez çûm mala Mûrad Ciwan. Mûrad sipasnameya ji bo beyana Muammer Qeddafî û belavoka li dijî êrîşa Tirkiyê nivîsî bû da min.
Qeddafî li ser kurdan, li ser azadiya wan beyaneke  baş daye. Emê sipasî wî bikin.
Di nav serokên ereb da Qeddafî yê herî baş e. Yekî delodînî ye lê ji me ra baş e. Gava hin serokên kurd lê qesirîne tim qedrê wan girtiye, çêyî bi wan kiriye.
Dema ez çûm Bavê Nazê û Seîd(Saddedîn Mele)jî mîvanên wî bûn. Ez hinekî zû rabûm, ew man.

23 augusti 2022

Zarokên Minarê bi derengî be jî xwe gîhand min

Hevalê min ê ezîz Şefîq Pêşeng di 22ê meha hezîranê da(22-06-22)kitêba xwe Zarokên Minarê ji min ra îmze kiriye û bi hevalekî ra ji min ra şandiye. Pir kêfxweş bûm, mala wî ava be.

Kitêb hema hema piştî du meha di 19ê tebaxê da sip û saxlem hat gihîşt destê min.
Erê hinekî bi derengî ket lê ya muhîm wenda nebû û gihîşt destê min.

Di hundurê her însanî da çend însanên meriv nas nake hene

Her însanê meriv nas dike di hundurê wî/wê da herî kêm însanekî meriv qet nas nake heye. Carnan jî tew çend hebên babet babetî ne.

Gava roj û saeta wê tê ji hundurê wî nasê te yekî wek marekî bi jahrî der tê û bi te vedide.
Tu vediciniqe, tu dişeqize. Lê bêfeyde ye, mar e, carê bi te vedaye.

Tu ji xwe ra dibêjî min qet bawer nedikir ev kerreyê bi jahrî di zikê vî mexlûqî da ba.

Çend rêz ji bîranînên min -214-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1985-08-23

Ez, xanim û zarok bi tirênê çûn Eskîlstûnayê mala Kemal Cengîz. Em du şevan bûn mîvanê wî û roja yekşemiyê(25/8) vegeriyan malê.

Ez û Kemal şeva yekşemiyê çûn mala Remoyê Gavana. Remo û bavê min dostên hev in, ez Remo ji welêt nas dikim. Merivekî baş e, rastgo ye, kêfa min jê rat ê. Sohbeta wî jî pir xweş e, yekî xweşsohbet û zarşîrîn e.

22 augusti 2022

Erdogan firildaqek nuh digerîne

Ajansa Tasnim a Îranê(ajanseke nîvresmî ya hukûmetê ye) gotiye serokê Rûsyayê Pûtîn ketiye nabêna serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û serokê Sûriyê Beşar Esed, dixwaze wan li hev bîne.

Li gorî xeberê Pûtîn, Erdogan û Esed tahwetî civîna rêxistina Shanghayê ya li Ozbekîstanê kirine.

Jixwe li ser hevdîtina Erdogan û Esed ev demeke di medyayê da hin xeber belav dibin.

Bêguman ev xeber ne bêbingeh in, Erdogan êdî bi ruh û can dixwaze bi Esed ra li hev were, ji bo vê jî ev demeke Pûtîn xistiye nabênê.

Çend rêz ji bîranînên min -213-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1986-08-22

Îro Armanc jimara 63a xurrî bi kurdî derket. Ji kêfa dilê xwe ez dikim bifirim. Hetanî nuha bi tirkî-kurmancî bû. Lê êdî ewê xurrî kurdî(kurmancî-zazakî)be.

Ji bo pîrozkirina Armanca xurrî bi kurdî min Mûrad Ciwan, Mihemedê Hekarî, Mumtaz, Mehmet Tayfûn(Malmîsanij) û Mahmûd Lewendî dawetî malê kirin.

Ji bo min îro rojeke pir xweş e, ji bo ku ez jî bûm şirîkê karekî wiha ez xwe gelkî bextewar his dikim.

21 augusti 2022

Hin kesên cilq mîvandariyê jî şerm dibînin

Pêr çend heval bi malbatî mîvanên me bûn. Bêguman şerm e meriv tiştekî îkramî mîvanên xwe neke, ji mala xwe birçî bişîne. Êvarî me bi hev ra pariyek nan xwar û hetanî derngê şevê li hewşê rûniştin û ji xwe ra sohbet kir.

Do min di bloga xwe da çend gotin li ser şevbuhêrka me nivîsî û bi du sê risman ra belav kir.

Îro ez pê hesiyam yekî bi navê Mîr Mizarî(Mîr Qeregêçî) di Twîtterê da şevbuhêrka me bi tirkî rexne kiriye, henekê xwe bi cimata me kiriye, gotiye:

Bûyera li Dêrikê qewimî gelo bi rastî qeza ye ya jî êrîşeke terorîstî ye?

Qezayên trafîkê yên do li Dîlokê(Entabê) û li Dêrikê qewimîn du felaketên mezin in.

Di qeza Dîlokê da 15 kes, di ya Dêrikê da jî 20 kes mirine. Li dora 40 kes jî birîndar in. Birînên hinekan giran in, yanî jimara miriyan kane zêde bibe. Di nav birîndarên Dêrikê da ev talûke heye. Hêvî dikim zêde nebe.

Tê gotin ”qeza” ye. Lê gava meriv bala xwe dide îfadeyên şahidên bûyera Dêrikê meriv lê dikeve şikê, îhtîmala êrîşeke terorîstî heye, ev îhtîmal zêde ye.

Çend rêz ji bîranînên min -212-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1999-08-21
Apociyan li ser rawestandina şer îro civînek çêkirin. Mîrhem Yîgît ban min jî kiribû, ez jî çûm civînê.

Civîn ji alî Enstîtuya wan ve hatibû amadekirin. Gelek kes hatibûn civînê.

Destpêkê Mîrhem axaftinek vekirinê kir. Axaftina wî baş û maqûl bû.

Dûre yekî bi navê Sebrî Agir li ser navê ERNKê peyivî. Xwedêgiravî ewê li ser mesela ji bo çi ewê çekan deynin, dev ji şerê çekdarî berdin agahdarî bida.

Lê ne ew wek şexs, ne jî agahdariyên dan neket serê min. Tiştên li ser mesela çekdanînê got bi ya min vala bûn, ne tiştên cidî bûn.

20 augusti 2022

Gava şahî diqede meriv bi westiyana xwe dihese

Xwedê kir ez îro westiyayî me, çimkî îro wer ximîna baranê ye, ne roja meş û gerê ye.

Min û xanimê îro xwe li meşa rojane ranekişand, em di malika xwe da rûniştin, me westa xwe girt.

Do û pêr ez gelek caran çûm dikanan û hatim, min li xwe dananî ji mîvanên xwe ra bibêjim, lê bi Xwedê do êvarî ji pertav da ketibûm.

Dema kêfa meriv li cî be, di nav hinge-dinga kar da meriv bi westîyana xwe nahese, lê roja din meriv ji per û bask da dikeve û nikane here tu meş meşan.

Şevbêrka me pir xweş û rengîn derbas bû

 

Do êvarî me û mîvanên xwe bi hev ra şeveke pir xweş, şeveke mişt ken û henek derbas kir.

Ji ber ku serê min ne vehesiyayî bû do min pê ra negîhand tiştekî binivîsînim.

Jixwe bi roj di nivîsa xwe da min gotibû ezê pê ra negihînim tiştekî binivîsînim. Bi rastî jî wer bû.

Cimata me şên bû, şêwr û mişêwr rengîn bûn destê min ji cimatê û ji şevbêrkê nebû herim xwe bidim ber kompîtorê û bikim tiketik, tiştekî binivîsînim û çend risman belav bikim...

19 augusti 2022

Şevbêrka dawî ya vê havînê

Îro mîvanên me hene, piştî danê nîvro çend heval ewê werin mîvaniya me.
Dibê ez rabim herim hawara xanimê û dest bi kar bikim. Ji ber ku mîvanê werin îro em hinekî wehîd in, lema jî îro ev nivîsa min a dawî ye.

Berî hevîn biqede dibê em festa xwe çêkin, şevbêrka xwe ya dawî bigerînin.
Îsal ez hinekî dereng mam. Hin hevalên din çêkirin, min roj bi roja da, mam heta îro.

Çend rêz ji bîranînên min -211-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1985-08-19
*Min rexneya li Berbangê li jimara 3/85a qedand. Di nivîsê da ez hin pêkenokên Birîndar, nivîsa Welatevîn, nivîsa A. Tîgrîs û nivîsa li ser 15-16ê hezîranê rexne dikim.
Min îro telefonî Şiyar(Harûn Elîaçik) kir, ezê nivîsê sibe saet di 13.00a da teslîmî wî bikim.

*Azad û Rûkenê îro dest bi dibistanê kirin. Ez bi Rûkenê ra çûm dibistanê.

18 augusti 2022

Bi tembeliyê em tu havilê nakin

Riya dûr jî, ya nêzîk jî ji xwe ber naqede, dibê meriv gava pêşî bavêje, bimeşe, dûra diqede.

Karê giran jî, yê hêsan jî bi temaşekirinê naqede, dibê meriv dest pê bike.

Kox û holika herî biçûk jî, qonax û qesra herî muhteşem jî bi xwe çênabe, ji xwe ber naqede, dibê meriv asas bikole, kevirê pêşî deyne, dest bi lêkirinê bike. 

Çend rêz ji bîranînên min -210-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1986-08-18
*Nameya Heyder Diljen li Havîngehê bi min ra ji Seîd Aydogmuş ra şandibû min îro dayê.

Seîd rexne li siyaseta me ya 12ê îlonl digre, dibêje ne rast e hûn bi navê komeleyên hevalên Yekîtiya Çep beşdarî civînên 12ê îlonê dibin. Çimkî hin hêz li dijî Yekîtiya Çep in. Got bi kîjan riyê meriv kanibe piraniya hêzan bîne ba hev dibê meriv bi wî navî beşdar bibe. 

17 augusti 2022

Ax ji derdê van şelafan !

Hevza xwe ji şelafan bikin, bi wan ra nekevin kefteleftê.
Hûn çi bikin jî hûn nikanin bizanibin ew di heqê we da çi difikirin.
Geh rast lêdixin, geh çep lêdixin, li gorî dilê meriv xweş dikin. Wek cambazên ser têla ne.
Ne pesindanê, ne  jî rexnekirinê tu carî belaş nakin, miheheq hesabekî, menfaeteke wan tê da heye.

Yanî ji bo ku têkevin çavê xwediyên xwe, ji bo ku teqdîr û eferima wan qezenc bikin fêlbaziya nekin tune ye.
Lê li ba me şelafî pere dike, civata me, kultura me misaidê vî karî ye. Çimkî yên kar û rû didin şelafan hene, ne ew bin şelaf jî çê nabin.

Kemalîst, ne kemalîst giş neyarên kurdan in

Hin kes, lê bi taybetî jî kesên dîndar, îslamî ji hukûmetê bêtir, ji AKPê bêtir "kemalîstan" û CHPê rexne dikin. Çimkî rexnekirina kemalîstan bi qasî hukûmetê û îslamîstan ne talûke ye.

Fena ku di nav tirkan da yên herî xerab, yên herî neyarên kurdan tenê kemalîst in, dîndar, îslamî, AKP, Akşener, Davutoglu, Babacan û yên din baş in, ne neyarên miletê kurd in.

Dev ji gulaşa bi hîle berdin, dîndar, îslamî, lîberal, sosyaldemorat, muhafezekarên tirk hemû kemalîst in, hemû bi qasî hev neyarên miletê kurd in.

Çend rêz ji bîranînên min -209-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1985-08-17
Me civîna Armancê li Jackobsbergê çêkir. Kemal(Wehbî Aydin)nehat civînê. Mumtaz(Nîmet Aydin) dereng jê ra gotiye.

Min du nivîsên xwe teslîmî Mûrad Ciwan kirin. Yek, wergera nivîsa Ebûbekir Pamukçu li ser edebîyata zarokan bû. Min ji tirkî wergerand kurmancî. Nivîs zêdeyî 13 rûpelî bû. Gelkî wexta min girt. Lê nivîseke hêja ye, zimanê wî jî pir baş e. Li ser edebîyata zarokan nivîseke bi kalîte ye. Min bi zewq wergerand.

16 augusti 2022

Adeteke pir xweş e

 


Li Norweçê xwediyê vê malê sêvên zêdeyî xwe xistine nav torbên naylon û bi çîta dora hewşa xwe ve bi darde kirine, ji bo ku cîran û yên ji wir derbas dibin ji xwe ra bibin.

Ev adet li Swêd jî heye. Li Swêd jî malên xwedî darên mêwe, mêweyên zêdeyî xwe di sepetan da ya jî di sandoqekê, di qutyekê da ji bo însan ji xwe ra bixun û bibin didin ber deriyên malên xwe, yên ji wir dibihurin ji xwe ra dibin mal ya jî dixun.

Ev adet li Kurdistanê û li tirkiyê tune ye. Heger hebe jî ez nizanim, min nebihîstiye.

Çend rêz ji bîranînên min -208-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1987-08-16

42 salya PDK-Îranê bi şeveke gelkî xweş, bi întîzam, bi programeke dewlemend  pîroz kirin.

Ez jî çûm şevê. Di şevên wiha da meriv gelek nas û dostan dibîne. Ez pir ji endam û hevalên PDK-Îranê hez dikim. Çend dostên min ên hêja hene.

Merivên pir dilsoz in, canfîda, bê hêlî û xurde ne. Kurdên başûr pir luht in, welatparêziya wan bi başûr sînorkirî ye. Dixwazin her kurd alîkariya wan bike, ji wan ra bixebite.

15 augusti 2022

Mêş biçûk e lê mahdê meriv li hev dixe

Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag do dîsa bi kurdan da ewtiya ye, gotineke pir giran ji gorrbihuştê Şêx Seîd ra kiriye.

Wek Kasim Firat jî gotiye, mêş biçûk e lê mahdê meriv li hev dixe.
Umît Ozdaxê neyarê qewmê kurd ne tiştek e, mêşeke pîsiyê ye, segekî kurmî ye, dixwaze bi ewtîna bi Şêx Seîd da qala navê xwe bidekirin.

Çend rêz ji bîranînên min -207-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1996-08-15
Nameya(ya jî nivîsa)min ji Ahmed Husênî r anivîsîbû di vê jimara(hej 11.12) Armancê da derket. Armnac do ji min ra hat, wexta min tunebû tavilê bixwînim. Min îro xwend. Cumleyeke di nava parantêzê da ji nivîsê derxistine. Di wê da min gotibû di Armancê da çewtî pir in.

14 augusti 2022

Me şevbêrkek din kir bîranîneke xweş

 


Do em çend heval mîvanên hevalê me yê ezîz Nîhat û Mencê xanimê bûn. Mala herduyan ava be xwe gelkî westandin, mazûbaniyeke li gorî dilê me hemûyan ji me ra kirin.

Me bi xwarin û vexwarinên û şîraniyên xweş yên Mencê xanimê amade kiribûn û bi girîl û kibaba ji destên hoste Nîhat, Qutbedîn û Mahmd Lewendî kêf kir.

Lê kibaba bahcanî helbet min ji wa ra çê kir, çimkî dera ez lê bim ew nikanin destê xwe pê bikin, ew kibab îşê wêranşariyan e. Tam li gorî dilê min çênebû, lê dîsa jî ne xerab bû. Grîl û çevbêrk bêyî kibaba bahcanî nabe.

Çend rêz ji bîranînên min -206-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1985-08-14

Mahmûd Kîper û Salih Înce hatin male me. Me bi hev ra şîv xwar. Salih qala hin xusûsîyetên Kemal Burkay kir. Got gava pesnê wî bidin, wî mezin û serok bibînin, jê ra bibêjin ”abê”*, wî biparêzin pir pê kêfxweş dibe. Lê ew her tim li dijî me ye, tim kêmasiyekê dibîne.

* Di tirkî da "abî" sifetekî, inwanekî pesindanê ye, di maneya birayê mezin da, yanî di maneya keko da jî tê bikaranîn.

13 augusti 2022

Riya me asê ye lê emê derbas kin

Her miletek bi hawakî gihîştiye azadî û serxwebûna xwe; hinek rehet, hinek pir zor, hinek zû, hinek jî pir dereng  xelas bûne.
Ji bêşansiya me ra emê hinekî dereng û hinekî zor bigihîjin azadiya xwe û Kurdistana xwe ya şîrîn ava bikin.

Tiştê ji me tê xwestin dibê em tembeliyê, sistiyê nekin, karê xwe bikin û merivên hoste, zana û ehlê kar bikin berpirsiyarên xwe.

Tu tişt wek xwe namîne, tu îktîdar, du dewlet ne ebedî ye, tu kes ne nemir e, ev rojên reş û tarî jî ewê derbas bin, surprîzên jiyanê pir in, belkî sibe belayek were serê dijminên me, topa serê sibê li wan keve û dora kaniyê bibe dora me.

12 augusti 2022

Karê ji acizî

 

Bîstek berê ji bîntengiyê min dîsa zend û bendên xwe vemaltin û ji xwe û xanimê ra ev pasta bi zahferanê çêkir û da ber qahwa xwe.
Li ber qahwa swêdî pêxwarineke hebe xweş e. Ji qahwa kurdî ra ne hewce ye, dendîyek çokolat têrê dike.

Hinekî zuha bûye, min 2-3 deqa berê derxistiba ewê nermtir bihata, lê dîsa jî ne xerab e.

Min li gorî tarîfê çê kir, lê wer xuya ye tîna firna me hinekî zêde ye, dibê min 2-3 deqe zûtir derxistiba. Firne giş ne wek hev in, tîna hin firnan zêde ye.

Li ser tarîxa Federasyona kurdên Swêdê û kovara Berbangê xebateke bêhempa

 


Di îlona 2020a da kitêbeke Faris Medenî Marsîl ji alî Weşanxaneya APECê ve hat weşandin. Kitêb du beş e, lêlokîleneke li ser ”Federasyona Kurdên Swêdê” û kovara wê ”Berbangê” ye.

Ebata kitêbê A4 e, yanî hinekî mezin e, ji ber ku gelek risim tê da hene. Li gorî nivîskêr gotiye li dora 1100 rismî di kitêbê d ahene. Qey ji bo wê bi ebata A4 hatiye çapkirin.

Beşê Federasyonê 502 rûpel in, beşê Berbangê jî 174 rûpel in, kitêb li ser hev 676 rûpel in.

Faris Medenî Marsîl, wek xebat û lêkolînên xwe yên berê, vê carê jî li ser tarîxa Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê û li ser kovara wê Berbangê xebateke pir muhîm, pir hêja kiriye.

Xebateke hêjayî teqdîrê ye. Kitêb ji bo tarîxzan û lêkolîneran çavkanî û dokumasyoneke bêhempa ye.

Çend rêz ji bîranînên min -205-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1996-08-12
*Îro Mûrad Ciwan, Mamoste Nûjen, Salim Çelîker, Abid Dundar û Yilmaz(Selîm Bakaç) mîvanê me bûn. Hewa xweş bû, em çûn parka nêzî mala me, me ji xwe ra goşt biraşt û xwarina xwe li wir xwar. Pir baş bû em ji hundur derketin.

*Min vê heftê îzin girtiye, ezê li malê bim. Ewê hewa pir xweş be. Em ji xwe ra li Stockholê hinek bigerin. Li Stockholmê gelek derên xweş hene me nedîtiye.

11 augusti 2022

Rojê 120 balafirên Rûsyayê tên Tirkiyê

Yekîtiya Ewrûpayê, Amerîkayê saha hewayî li balafirên Rûsyayê girtine, lê rojê 120 balafir ji Rûsyayê tên Tirkiyê û hewqas jî diherin Rûsyayê.
Qismekî rêwiyên rûs li Tirkiyê dimînin, lê piraniya wan ji Tirkiyê difirin Ewrûpayê û welatên din.

NATO, Yekîtiya Ewrûpa li vê tîcareta Tirkyê ya bi Rûsyayê ra temaşe dikin, kes newêre ji Erdogan ra tiştekî bibêje.

Erdogan bi vê tîcareta bi Rûsyayê ra rojê him bi milyaran dolar qezenc dike, him jî destegê dide şerê Pûtîn, çerxa aboriya wî digerîne.

Çend rêz ji bîranînên min -204-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1986-08-11
*Min telefonî ciyê karê xwe kir, min got ez nexweş im, nikanim werim kar. Min berê ji wan ra gotibû di 14ê mehê da ezê dev ji kar berdim.
Piştî kuştina Olof Palme jiyana min a kar serobinî hev bûye, ji ber ku ez kurd im kal û pîr, lê bi piranî jî yên kal qebûl nakin ez herim alîkariya wan bikim.

10 augusti 2022

Serokên Îraqê tam bûne bindestiyên tirkan

Serokwezîrê Îraqê Mistefa El Kazimî di merasima avakirina balafirxaneya Mûsilê da gotiye du şîrketên Tirkiyê ewê balafirxaneya Mûsilê çêkin.

Bi rastî jî Mistefa El Kazimî û birêvebirê Îraqê pir bêheysîyet in. Heger dirhema namûs bi wan ra hebûya çêkirina balafirxaneyê nedidan şîrketên tirk.

Tirkiyê wê rojê 9 jin û zarokên wan kuştin û got ne em in. Tirkan qet guh nedan ewtîna wan, gotin navê me negrin devê xwe, ne em in, PKK ye.

Gerek em van qetlîamên Tirkiyê bisekinînin !

Êrîşên Tirkiyê ser Kurdistana Rojava û zulm û zora li kurdên Kurdistana Bakur dikin sînorên tehamulê derbas kiriye. Ji ber vê zulm û terora Tirkiyê ez pir nerehet û bêhuzûr im, ji dilê min nayê henekekê bikim.

Dibê ev dewleta har, êrîşkar tarûmar bibe û ev miletê irqçî, faşîst derbeke mezin bixwe, ji bo ku hinekî biaqil û terbiye bibe. Bûne gurên har û bi me ketine, li tu dera dunyayê rehetiyê nadin me.
Li Tirkiyê, li Kurdistanê ne bes e, li Swêd jî me terorîze û bêhuzûr dikin, wek segên narkotîkayê bi şev û roj wer li pey kurdan in.

Li hemberî cahşên xwe dibê em çi bikin?

Tirkan bi xebatê, bi siyasetê û bi tirsandinê gelek kurd kirin hevalên xwe. Dibê em jî bi xebat û siyasetê wan kesan ji cepheya dijmin veqetînin, vegerînin ser koka wan.

Helbet em nikanin her kesê bûne cahşên dewletê vegerînin, hinek ewê tu carî dev ji xulamtî û zilamtiya tirkan û Tirkiyê bernedin.

Lê heger meriv baş bixebite, li hemberî wan siyaseteke rast bimeşîne gelekên wan ewê dev ji hevaltiya dijmin berdin.

Çend rêz ji bîranînên min -203-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1986-08-10
Me civîna Redaksîyona Berbangê bi Komîta Karger û Komîta Çavdêr ra çêkir.
Min, Bavê Nazê û Mueyid Teyib gotibû em ji Radaksîyona Barbangê îstîfa dikin. Civîn ji bo vê hat çêkirin. Em nikanin bi Henîfî  Celeplî ra bixebitin. Midaxeleyî karê me dike. Em gelkî peyivîn. Henîfî tim got ew rast dike.
Min îstîfa xwe nivîskî da. Bavê Nazê û Mueyid bi devkî gotin ew naxwazin dom bikin.

09 augusti 2022

Bi kinî çîroka sê Armancan

Wê rojê dostekî min ê hêja, rojnamevanekî jîr û meraqdar li ser hebûna sê Armancan pirsek ji min kir, got ”Amed Tîgrîs dibêje li Swêd sê Armanc derketine. Tu li ser vê yekê çi dibêjî?”

Min bersîv dayê, min jê ra got rast e, li Swêd, li Stockholmê sê Armanc derketine.

Dixwazim li ser çîroka derketina sê Armancan çend gotinan bibêjim. Heger di gotinên min da şaşî hebin bira heval rast bikin, ji bo ku ji tarîxê ra rast bimîne.

Armanca pêşî di gulana 1979a da derket, ez ne şaş bim heta 1982 ya jî 1983a we rojnameyekê dom dikir.

Ji dijmin bêtir cahş û xayinên xwe rexne bikin !

Ev çend roj in em kurd bi beyanên du zirtebozên tirk, Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanik û wekîlê partiya ”IP”ê Ali Agiralioglu diqeherin, wan rexne dikin.

Meriv dijminên xwe nas bike, bi heqaretên wan biqehere, wan bêbersîv nehêle, rexne bike baş e.

Lê ev ne çare ye, bi tiştên wiha tirk dev ji van heqaretên xwe bernadin.
Dibê kurd nebin hevalên wan, rayên xwe nedin wan, bi çavê ”dost û biratiyê” li wan nenêrin, wan tim wek dagirkerên welatê xwe bibînin.

Çend rêz ji bîranînên min -202-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.


XXX
1986-08-09

Min îro zarok û Hêvî şandin havîngehê. Hevalan li ”Barnens Ö/Girava zarokan” cî kirê kirine. Min ew şandin wir. Ezê jî roja sêşemiyê(12/8)herim. Emê bi zarokan ra hefteyekê li wir bimînin. Ji bo zarokan pir baş e, zarokên me bi hev ra dilîzîn, hevdu nas dikin.

XXX
1987-08-09

Îro li Stockholmê li avahiya Folkethusê Şêrko Bêkes şiîrên xwe xwend. Ne kin, ne firêj, Muhteşem bû, zîyafeteke ji şiîrî bû.
Di hin deran da meriv jê fêm nedikir, fêmkirina hin taswîr û teşbîhên wî ji bo me, ji kesên soranî nizanin zor bû, lê meriv jê fêm nekira jî şiklê xwendina wî, melodiya wî, hereketên wî têrê dikir meriv mest bibe.

08 augusti 2022

Dîyaloga min û tuxtorê dirana

Îro tuxtorê dirana berî derziyê li pudiyê min xîne û diranê min ê şikyayî bikşîne ji min pirsî, got:

-Tu nexweşiyeke te heye?
Min got:
-Na.
Dûra navên çend dermanan li dû hev rêz kirin, got:
- Tu filan dermanî, filan dermanî, filan dermanî dixwî?
Wî navê kîjan dermanî got, min tim na, na, na, na..
Got:
- Tu alerjiyeke te heye?
Min dîsa got:
-Na.
Ji ber ku wî çi pirsî min tim got "na", di vî umrî da ne nexweşiyek min heye, ne jî dermanekî dixum, tuxtor hinekî matmayî ma.
Got:
-Tu ji derziyê ditirsî?

Tirk neyartiya xwe û hedefa xwe venaşêrin

Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyê Derya Yanikê gotiye:
”Hinek hewil didin li bakurê Sûriyê dewleteke kurdî ava bikin, em jî hewil didin rê ber avabûna wê bigirin. Ji bo ku li bakurê Sûriyê dewleteke kurdî ava nebe em li Sûriyê ne. Li wir avakirina dewleteke kurdî tê wateya bi kêrê perçekirina başûrê rojhilatê Tirkiyê.”

Her tirk viya zane, ji bo wê jî piştgiriya dewleta xwe dike, ji bo ku li ”bakurê Sûriyê” Kurdistan çênebe.

07 augusti 2022

Me got îro dora nostaljiyê ye


Îro du mîvanên min ên ezîz hebûn. Muzafer Ûzûn û Abid Dundar hatin serdana me. Bi hatina wan em pir kêfxweş bûn.

Bi xêra wan min zend û bendên xwe vemalt, manqila xwe ji mexzenê derxit danî hewşê û ji mîvanên xwe ra girîlek wek loqim çêkir.

Me têra dilê xwe qala salên xwe yên xortaniyê, salên 1980î kir. Em bi safiya xwe, bi zaroktiya xwe, bi kêmaqiliya xwe têr keniyan.
Ma em bikin ax û wax, pê biqeherin emê çi bi dest xin, çi fêdê jê bibînin? Baştir e em bi wan bikenin.

Zaroktî û risim

Hin kes di medyaya sosyal da rismên(fotografên) zaroktiya xwe belav dikin, rismên pir xweşik in, rismên pir tabiî, pir samîmî, pir şîrîn in. Ez bi dîqet û bi hezkirin li wan dinêrim.

Di vî warî da ez merivekî bêtalih im, rismekî zaroktiya min jî tune ye. Ji ber ku ez neçûme dibistanê rismên min ên dibistanê, ên bi zarokan ra jî tune ne.

Ez ji wê tarîxê jî bêpar im. Ez tu carî nikanim qala mamosteyên xwe na, qala hevalên xwe yên dibistanê û jiyana xwe ya dibistanê bikim. Çimkî tune ne.

Çend rismên min ên xortaniyê, ên eskeriyê hebûn, ew jî giş ji tirsa dewleta tirk hatin şewitandin.

Çend rêz ji bîranînên min -201-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1986-08-07
Civîna ji bo protestoyên 12 îlonê li Federasyonê çê bû. 12 komele û hêz beşdarî civînê bûn. Gurûba Partîzan nehatibû dawetkirin lê dîsa jî hatibû, bîstekê man û dûra civîn terikandin.

Me komîteyek ji 5 kesan ava kir. YKDK, Komkar, ÎSTÎB, Federasyon û Komela Dayanişma ketin komîteyê. Ev komîte ewê ji bo protestoyên 12 îlonê programekê amade bike û pêşkêşî hêzên beşdar bike.

06 augusti 2022

Kes newêre bela xwe di Erdogan bide

Ne bi gotinê ye, ne Amerîka, ne NATO, ne jî Yekîtiya Ewrûpayê newêre tiliya xwe berbî Erdogan bike.

Heger ne wiha bûya piştî hewqas sûcên mezin mêrik hetanî nuha li ser hukim nedima. Sebebê vê çi dibe bira bibe netîceyê naguhere, mêrik li ser kursiya xwe ye.

Gava ez dibêjim Erdogan pênc perê xwe jî di NATOyê, di Yekîtiya Ewrûpayê, di Amerîkayê nade, mêrik ji NATOyê, ji Yekîtiya Ewrûpayê, ji Amerîkayê, ji Ûkraynayê û ji Rûsyayê xûgiyê digire hin nas û dost qebûl nakin, li dijî vê dîtina min derdikevin, dibêjin ev yek ewê ji tirkan ra nemîne, tiştê hat serên îttîhaçiyan ewê were serê Erdogan û hevalên wî jî.

Erdogan NATO jî teslîm girtiye

70 sal in Tirkiye endamê NATOyê ye, lê tirkan tu carî xwe mecbûrî qebûlkirina biryarên NATOyê nekirine. Lema jî Erdogan do mîvanê Pûtîn bû.

Gava nehatiye hesabê tirkan guh nedane biryarên NATOyê û li gorî menfaeta xwe hereket kirine.
Pûtîn li dijî NATOyê, li dijî gelek endamên NATOyê şerekî aborî, siyasî dimeşîne.

Amerîkayê, Yekîtiya Ewrûpayê ambargoyeke mezin danîne ser Rûsyayê, lê Erdogan her roj mîvanê Pûtîn e û pê ra peymanê li ser peymanê îmze dike. Ji Rûsyayê ra çi lazim be Tirkiye didê, delaliya Rûsyayê dike. NATO jî lê temaşe dike.

Çend rêz ji bîranînên min -200-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-08-06

Civîna komeleyên piştgiriya Yekîtiya Çep dikin li ÎSTÎBê çê bû. Hevalê KOMKArê Soran dîsa dîtina xwe ya do dubare kir, got banga Federasyonê bangeke nuh e, lê ji bo ku gelşeke nuh çênebe em qebûl dikin, emê beşdarî civînê bibin.

Me gişan biryar da em herin civîna Federasyonê ya 7ê mehê û bi komeleyên beşdar ra komîteyekê ji bo protestoyên 12ê îlonê ava bikin.

05 augusti 2022

Li ser Podcasta li ser mîzaha Mahmûd Lewendî

Emer Farûk Baran li ser mîzaha Mahmûd Lewendî di Perxudresê da podcastek pir xweş, pir hêja çêkiriye. Çawa bîra tiştekî wiha biriye min fêm nekir. 

Lê camêr ne tenê bîra karekî wiha biriye, li ser mîzaha Mahmûd Lewendî podcasteke pir xweş jî çêkiriye.


Min bi kêf û zewqek mezin nivîsa ”Mîzahşorekî Salên 1990î: Mahmûd Lewendî” xwend û li podcasta wê gudarî kir.

Li tehtîlê fêrî tiştekî nuh bûm

Li tehtîlê ji hevalan fêrî tiştekî nuh bûm. Hetanî nuha min nizanîbû meriv kane ji telefona xwe dûr dirêj li muzîkê guhdarî bike, min ew app danexistibû. Zêde bala min nekişandibû, lema jî hetanî vî umrî min qet meraq nekiribû.

Li tahtîlê bi xêra Faris Medenî Marsîl, bala min kişand û ez fêrî wê bûm. Camêr bêyî muzîk nedima, tim telefonî wî li ser masê bû û wer li muzîka kurdî gudarî dikir. Tesîr li min jî bû, min ji xwe ra got wele dibê ez jî vê zewqê bijîm.

Li mal gava ez vala dimam min ji kompîtora xwe li muzîkê gudarî dikir. Lê ne ji telefonê, ji kompîtorê, ya jî ji kasêtan...

Çend rêz ji bîranînên min -199-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-08-05

Piştî kar çûm ÎSTÎBê(kemeleyeke havlên TKP ya Tirkiyê ye). Ez, hevalên ÎSTÎBê û KOMKAR li ser nameya Federasyonê ji me ra şandiye peyivîn. Federasyon di nameya xwe da dibêje me pêşniyara we jî girt ber çav û me tarîxa civînê 7ê mehê tespît kir.

Hevalê KOMKARê pêniyar qebûl nekir, got tiştê berê dubare dike, ev bankege nuh e. Em viya qebûl nakin û beşdarî civînê nabin. Dibê me bi hev ra tarîx tespît bikira. Me gotibû naveroka beyanê û kesên emê ban kinê bi hev ra tespît bikin. Lê wan bi serê xwe ban hin komeleyan kirine, ev nabe.

04 augusti 2022

Tehtîla me zû qediya, nuha em li malika xwe ne

Tehtîla me zû qediya, me hew nêrî roja dawî hat û em hatin malika xwe. Nuha dora qalkirina bîranînên wan rojan e.

Me çend hevalan bi hev ra pênc rojên pir xweş bornadin. Ciyê em lê man, cimata me, şevbêrkên me giş pir xweş bûn.

Erê em ji Stockholmê derneketibûn, em ji malikên xwe pir bi dûr neketibûn, lê çend rojên li dereke xerîb dîsa jî hestekî cihê û xweş bû.

Çend rêz ji bîranînên min -198-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-08-04

Min ji pîra(jinepîra) ez diçim malê alîkariya wê dikim dolabek kitêban kirî. Ez diçim malên kal û pîran alîkariya wan dikim. Malên wan paqij dikim, ji wan ra xwarinên sivik çê dikim, bi wan ra diherim banqeyê, postexanê, dikanan tiştan dikirim.

Hinek kanin rabin ser xwe, herin derve, lê hinek jî wer di hundur da ne. Em personalên belediyê(Hemtjänst)diçin alîkariya wan dikin. Bi swêdî ji me ra dibêjin ”hemsamarit” yanî alîkarê malê.

Tahtîla me hêdî hêdî diqede

Min ev nivîsa jêr nuha di Facebookê da belav kir lê Facebookê qebûl nekir, got ji ber nivîsa min  te ya "Çend rêz ji bîranên min 196 hetanî 8 saettan tu nikanî tiştekî belav bikî.

Di wê nivîsa min da tiştekî xerab tuneye, min hin notên xwe yên rojna belav kirine. Lê diyar  e Facebook nivîsên herî normal jî sansor dike.
Ev ji Tirkiyê jî xerabtir e. Di nivîsa min da tu tiştekî bibe sûc tuneye. Lê Facebook êdî bi makînan nivîsan sansor dike. Ev komedî ye. Facebook cidîyeta xw ewenda dike. Cara pêşî ye fikrê devjêberdan a ji Facebookê difikirim.

03 augusti 2022

Çend rêz ji bîranînên min -197-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1985-08-03
Civîna Komîta Partiyê bi endaman ra li Jackobsbergê çê bû. Berî ez herim wir û berî civîn dest pê bike Mahmûd Kîper civîn terikandibû. Gotin di nabêna wî û Heyder Diljen da minaqaşe çê bû. Mahmûd qeherî û civîn terikand.
Min 400 kron aîdata xwe da û nivîsa xwe ya li ser Yekîtiya Çep jî teslîmî Heyder kir.

02 augusti 2022

Îro bê qeza û bê bela derbas bû

Erê min do diranê xwe da der û hîn jî êşa wî dikşînim, lê netîce tahtîlê e, dibê meriv kêf bike, têkeve avê, xwe li ber rojê biqimirîne, bimeşe. Min jî îro wer kir.

Hewa zêde ne xweş bû, lê pir jî ne xwerab bû.
Ketim avê û 8 km meşiyam.
Tiştê hinekî bi meriv zor tê, wan di goşt û xwarinên xweş da hişk kirine, têr dixun, ez feqîrê Xwedê li wan temaşe dikim, bi mast û hin xwarinên sivik û nermik îdare dikim.

Tahtîl li min nehat

Ji şansê me yê xerab ra îro dinya ewr e û 13 derece germ e. Li welêt vê mehê milet ji germa difetise, li Swêd havîn êdî diqede, sar û semarma û baran dest pê dike.

Li ji bo min ne muhîm e, ji xwe ez ne merivekî ajnêber im, dûrketina ji mal, sohbeta bi hevalan ra têra mi dike.

Dibê ez vê xebera ne xweş jî bibêjim, bira bibe belge, do min diranê xwe şikand.

Çend rêz ji bîranînên min -196-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-08-02

Saet di 12.00a da li ser navê 9 komel û rêxistinan wek çavdêr çûm civîna Federasyonê. Federasyonê ban 19 komel û rêxistinan kiribû, lê du komele tenê, komela Kultur Center û komela Roja Welat hatibûn. Komelaeya Dev Yolê jî wek min wek çavdêr hatibû.

Merivê Dev Yolê got heger du platform çê bibin em tev yekê jî nabin, lê heger platformek tenê çê bibe emê beşdar bibin.

PARVE BIKE