07 augusti 2022

Me got îro dora nostaljiyê ye


Îro du mîvanên min ên ezîz hebûn. Muzafer Ûzûn û Abid Dundar hatin serdana me. Bi hatina wan em pir kêfxweş bûn.

Bi xêra wan min zend û bendên xwe vemalt, manqila xwe ji mexzenê derxit danî hewşê û ji mîvanên xwe ra girîlek wek loqim çêkir.

Me têra dilê xwe qala salên xwe yên xortaniyê, salên 1980î kir. Em bi safiya xwe, bi zaroktiya xwe, bi kêmaqiliya xwe têr keniyan.
Ma em bikin ax û wax, pê biqeherin emê çi bi dest xin, çi fêdê jê bibînin? Baştir e em bi wan bikenin.

Lê me henekên xortaniyê jî îhmal nekir, me têr qala wan jî kir û em bi hev ra têr keniya.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE