08 augusti 2022

Tirk neyartiya xwe û hedefa xwe venaşêrin

Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyê Derya Yanikê gotiye:
”Hinek hewil didin li bakurê Sûriyê dewleteke kurdî ava bikin, em jî hewil didin rê ber avabûna wê bigirin. Ji bo ku li bakurê Sûriyê dewleteke kurdî ava nebe em li Sûriyê ne. Li wir avakirina dewleteke kurdî tê wateya bi kêrê perçekirina başûrê rojhilatê Tirkiyê.”

Her tirk viya zane, ji bo wê jî piştgiriya dewleta xwe dike, ji bo ku li ”bakurê Sûriyê” Kurdistan çênebe.

Tirkan berê ev yek eşkere nedigotin, di bin ra dixebitîn. Lê ji ber ku serxwebûna kurdan, avabûna Kurdistanê ji teoriyê, ji gotinê derbasî praktîkê bûye, êdî bûye realîteyeke berbiçav.

Lema mêrikan nêta xwe venaşêrin, eşkere dibêjin ji bo ku Kurdistan çênebe me başûr û rojavayê Kurdistanê dagir kiriye, ji bo wê em her roj xwîna kurdan diherikînin.

Tirk vê hedefa xwe eşkere dibêjin, lê kurdên hîn jî naxwazin vê rastiyê fêm bikin hene, kurdên hîn jî xwe li xamiyê û nezaniyê datînin hene. Lema jî hîn hevaltî û xulamtiya AKPê û Erdogan dikin.
 Esas wan jî hedefa tirkan baş fêm kirine, lê ji ber xayintiya wan xwe li nezaniyê datînin.

Tirk êdî bêyî sandor dibêjin ji bo ku li tu derê, tu carî Kurdistan çê nebe dibê em kurdan qir bikin, ji bo ku bingeh û potansîyela wan a avakirina Kurdistanê nemîne.

Ji bo vê yekê ye, ji bo ku Kurdistan çênbe Tirkiyê başûr û rojavayê Kurdistanê dagir kiriye û her roj rajava û başûrê Kurdistanê topbaran û bombebaran dikin û kuştina çend kurdna ji xwe ra kirine karekî rojene.
Hevaltiya vê hukûmetê ra bêyî xayintiya bi qewmê xwe ra ne tiştekî din e

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE