07 augusti 2022

Zaroktî û risim

Hin kes di medyaya sosyal da rismên(fotografên) zaroktiya xwe belav dikin, rismên pir xweşik in, rismên pir tabiî, pir samîmî, pir şîrîn in. Ez bi dîqet û bi hezkirin li wan dinêrim.

Di vî warî da ez merivekî bêtalih im, rismekî zaroktiya min jî tune ye. Ji ber ku ez neçûme dibistanê rismên min ên dibistanê, ên bi zarokan ra jî tune ne.

Ez ji wê tarîxê jî bêpar im. Ez tu carî nikanim qala mamosteyên xwe na, qala hevalên xwe yên dibistanê û jiyana xwe ya dibistanê bikim. Çimkî tune ne.

Çend rismên min ên xortaniyê, ên eskeriyê hebûn, ew jî giş ji tirsa dewleta tirk hatin şewitandin.

Du sê albûmên min ên risman hebûn, albûmên mezin bûn. Bi sedan risim tê da hebûn. Piştî darbeya 12ê îlonê diya min bi hemû kitêb û nivîsên min ra dibe di axurê cîrana me da vedişêre, jinik jî piştî demekê ji tirsa gişan dişewitîne. Dema min bihîst ez pir li ber ketim, dunya bi ser serê min da hulşiya…

Lema rismên min ên zaroktiyê, ên xortaniyê yên hetanî 1980î, bêyî çend hebên li ba xweh û birayên min hebûn giş îmha bûn.

Îro dema xelk rismên zaroktiya xwe, yên xortaniya xwe belav dikin dilê min dibije wan. Ji ber ku yên min tune ne, yên hebûn giş hatin şewitandin.

Ev tişt, ev trajedî nehatiye serê min tenê, hatiye serê bi hezaran kurdên din jî. Ji ber wê jî pêşiyên me, kurdên siyasî newêrîbûne bibin xwedî arşîv, çimkî arşîv tim dibû bela serê wan.

Diya min jî ji ber vê tirsê heta bigihîje rismên min jî ji mal derxistin û dûra jî giş hatine şewitandin. Xwedê kir çend rismên xortaniya min hene. Ez bi wan dilê xwe xweş dikim û sebra xwe tînim. Ji xwe ra dibêjim, ji tinebûnê çêtir e, ma ev jî tunebûna minê çi bikira?
Tiştekî ecêb e, rismên xanima min ên berî zewaca me ji xwe ji binda tunene. Xanima min gundî ye, heta roja em zewicîn rismek jî negirtibû, piştî zewaca me û zarokê me yê pêşî me bi hev ra rismek girtiye. Berî wî rismekî wê jî tuneye. 

XXX
Di jiyanê da hin xeyalên meriv hene, meriv hinekan bi rast digerîne, hinek jî wek xeyal bi meriv ra diherin gorrê.

Yê meriv digihîjîne xeyalan cesaret û xebat e. Mêrê tirsonek tu carî nikane bi sîngên gewr û boz şa be.

XXX

”Hin însan ji me ra dîyarî ne, hinekî ders û ibret in.”

Di jiyanê da meriv rastî herdu celeban jî tê. Dibê meriv herduyan jî ji bîr neke, ji herduyan ji xwe ra ders û ibretê bigire. Navê vê tecrûbe ye.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE