07 augusti 2022

Çend rêz ji bîranînên min -201-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1986-08-07
Civîna ji bo protestoyên 12 îlonê li Federasyonê çê bû. 12 komele û hêz beşdarî civînê bûn. Gurûba Partîzan nehatibû dawetkirin lê dîsa jî hatibû, bîstekê man û dûra civîn terikandin.

Me komîteyek ji 5 kesan ava kir. YKDK, Komkar, ÎSTÎB, Federasyon û Komela Dayanişma ketin komîteyê. Ev komîte ewê ji bo protestoyên 12 îlonê programekê amade bike û pêşkêşî hêzên beşdar bike.

XXX
1988-08-07

Min telefonî Heyder(Heyder Diljen)kir û rewşa hevalên wêranşariyên girtî jê ra got.
Min got min bihîstiye bavê Mistefa Kiliç parsê dike, rewşa mala Sirac Kirici jî ne baş e, diya wî nifira li min dike, dibêje ez bûme sebebê lawê wê û hetanî nuha kesî alîkariya wan nekiriye, kesî neçûye li halê wan nepirsiye.
Min got dibê heval herin alîkariyê bi wan ra bikin, hema çi ji destê wan hat. Heger nakin, ji min ra bibêje ezê li gorî îmkanên xwe bikim.
Heyder got vana binivîsîne, bi devkî tenê nabe. Min qebûl kir, min got baş e ezê binivîsînim.

XXX
1996-08-07

Mûrad Ciwan beşek ji xebata xwe ya li ser Ehmedê Xanî wê rojê dabû min ji bo ku bixwînim. Min nivîs îşev xwend. Nivîseke baş e, li ser dîtin û felesefeya Xanî hin tiştên balkêş û nuh dibêje. Di nivîsê da hin çewtiyên zimên hebûn min rast kir. Di beşê rexne li Martîn Von Brauness digre min kêmasiyek dît, ezê jê ra bibêjim bira lê zêde bike.

Abid Dundar
îro ji welêt vegeriya, diya wî wefat kiriye, emê sibe herin serxweşiya wî.

XXX

XXX
2008-08-07

Ji Almanyayê yekî bi navê Seydo Can, di radyoyeke alman da dixebite, çend pirs ji min kirine. Min bersîv dayê.

Merheba!
Gelek sipas ji bo e-meyla we.
 
Navê min Zinarê Xamo ye.
Ez 58 salî me û bavê 4 zarokan, 3 law û keçekê me.
Ez di sala 1950-î da li Wêranşara qeza Ruhayê hatime dinê û heta 29 saliya xwe jî li wir jiya me.
Ez piştî salên 1970-î wek kadir û xebatkarekî kurdperwer tevî tevgera Dr. Şivan bûm. Di avakirina DDKD da min wek birêvebirekî komîteya giştî min wezîfe girt.
Heta sala 1979-an ez 2 caran hatim girtin û demên kin di hefsê da me.
Di meha 12-a ya sala 1979-an da bi wezîfeyeke siyasî ez derketim Ewrûpayê.
Û ji sala 1980-î vir da ye ez li Swêd dijîm.
Li Swêd, min di kovarên zarokan Hêlîn û Hêviyê da û di rojnameya Armancê da him nivîsî û himî jî wek endamekî redaksiyona van kovaran xebitîm.
Min demakê berpirsiyariya kovara Berbangê jî kir.
Wekî din jî min di gelek kovar û rojnameyên kurdan da di gelek warî da nivîsandiye.
Heta nuha 3 kitêbên min derketine.
1-Hindik-Rindik (pêkenîn)
2-Bide Dû dilê Xwe. (werger ji swêdî)
3-Antolojiya Çîrokên Zarokan. (Çîrok/xemîşokên zarokan)
Telefona min ya mal: 00468-814482 mal
073 53 44 852, ya jî 076 288 34 94
Bi silavên biratiyê
Zinarê Xamo

XXX
2008-08-06

Roj bash birêzan,

Ez yek ji xebatkarên Bernama Kurdî a radyoya dewletê ya Elmanyayê(WDR-Westdeutscherundfunk) me. Bernama me ji sala 1987’an vir de heye. Her hefte, di roja yekshemiyê de em qasî seateke weshanê dikin. Dibe ku em careke li ser mijareke fikr û ramana we jî werbigirin, hevpeyvîneke kurt bi we re bikin… an jî berhemekî we bidin nasandin… ji bo vê yekê bi kerema xwe telefonê xwe û nav û nîshana xwe ji min re dîyar bikin, da ku ez bikaribim xwe bigihînim we.

(BI KEREMA XWE CEND GOTINAN LI SER JIYANA XWE BI AWAYEKI BIOGRAFIK BINIVISININ!!!)

 Di karên we de serketin!

Bi silavên dost û hevaltiyê.

Seydo Can.

0173-5434182

Malpera bernama we wuha ye:


XXX

2011-08-07
Diwanxane;

Diyarbakir koma yaho

Merheba gelî civata Dîwanxaneyê!
Ma hûn çawa ne, halê we çi ye, karê we çawa dimeşe?
Ji zûda haya min ji hal û ehwalê we tune ye...
Ez hêvî dikim halê we jî ne weke halê kurdan be.
Halê kurdan Xwedê neyne serê dijminê min.

Lê li gel vî halê ji yê helawçiyan xerabtir jî gelek kurd ne xema wan e, kêf kêfa wan e, fena ku ew xwediyê dewleta Swêd û di rewşa miletê swêdî da bin kêf û şahiyê dikin, halên xwe yê perîşan ji xwe ra ne dikin xem û ne jî derd...

Welatê wan di bin îşxala xelkê da ye, bajarên wan tijte leşker û pûlisên dijmin in, xelk nahahêle bi zimanê xwe bipeyivin, di pasaport û nasmnameyên wan da tirk dinivîsînin, bi darê zorê diçin zimanê xelkê fêr dibin, bi hezaran û zarokên wan bi serê çiyan ketine, weke lawir û teyr û tuyan di şikeftan da dijîn, bi hezaran di zindana da ne, bi hezaran siyasetmedar û mebûsên wan zindanan da rehîn in û gelk tiştên din, lê dîsa jî ne xema gelekan e, kêf kêfa wan e û hîn jî merivên neyarên xwe ne. 

Yanî bindestî, zulm, perîşanî, bêkarî, teror, girtin, hefs, kuştin tu tesîrê li wan nake, wan ji xewa mirinê şiyar nake, fena ku ew jî miletekî azad û serbixwe bin, bê xem û qesawat dijîn, ne bîna xwe teng dikin û ne jî ji vê rewşa kambax û malwêran xwe aciz dibin...

Lawo meriv nikanibe bi dijminê xwe qet nebe meriv nabe havalê wî, bi kêmanî jê hez nake.

Lê malmîratên me dibin hevalên celadên xwe, yekî wek Erdoganê gurcî, rayên xwe didinê, dibin mebûs û wezîrên wî û ew jî dû ra wan li dor xwe kom dike û bi dengekî bilind ji kurdan ra dibêje, "yek dewlet, yek welat, yek al, yek milet" û yek ziman.

Û xwelîliserên me jî bi van gotinên Erdoganê weke gêrmiya gavan tevlihev û mahcirê Kafkasyayê pir kêfxweş dibin û jê ra li çepikan dixin.

Mêrik dibêje me birayar girtiye emê we biqedînin, bikin tirk, hin kurdên me dibêjin "Weleh bêyî Erdogan tu altarnatîf tuneye", çawa be jî ew ji CHP-ê û leşkeran çêtir e, dibê em piştgiriyê bidin wî.

Kuro mêrik dibêje "yek milet", dibêje kurd tuneye, ji bo kuştina zarokên we artêşên taybetî çêdike, pênc perê xwe di rayên we nade, kesên hûn hildibijêrin wek çavsorî dixin zindanan, ma ku dera wî hîn baştir e?

Ma ji bo ku Erdogan ji yên din xerabtir be qey dibê bibêje "ezê hemû kurdan têxim makîna goşt, bikşînim û bikim qîme?"

Nîhayet partiyên din jî weke Erdogan, yek kêm yek zêde, dibêjin em tu mafê netewî nadin we û emê we bikin tirk.
Yanî di mesela kuştin, girtin, zindankirin, helandin û wendakirinê da di nabêna leşker, CHP-ê, MHP-ê û AKP-ê (lê bi taybetî jî Erdogan) da îro tu ferq tuneye, di mesela şerê li hemberî kurdan û helandina wan da hemû jî hemfikir in.
Tenê di mesela metod, taktîk û siyaseta vî karî da di hin nexteyan da ne li hev in.

Vêsê dîsa kela dilê min rabû...!

Ya baş ez kin bibirim....
Esas dema min xwest vê meyla ji we ra bişînim nêta min ne nivîsîna van rêzan bû, min dikira tenê ji we ra bigota merheba û lînka bloga xwe ji we ra bişanda. Lê bêhemdî min hew dît ku min ev rêzên jorîn nivîsîne.

Nizanim çima û ji bo çi, lê bawer bikin bêhemdî ji dilê min hatin û min jî da dû dilê xwe û ew sansor nekir...

Ez bawer nakim di van hestên min da tu zirar ji kurdan ra hebin. Loma jî ez di şandina van rêzan da tu şaşî û zirarekê nabînim...

Lînka bloga min li jêr e, ji bo xwenina nivîsan kerem bikin bitikînin....

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar