06 augusti 2022

Kes newêre bela xwe di Erdogan bide

Ne bi gotinê ye, ne Amerîka, ne NATO, ne jî Yekîtiya Ewrûpayê newêre tiliya xwe berbî Erdogan bike.

Heger ne wiha bûya piştî hewqas sûcên mezin mêrik hetanî nuha li ser hukim nedima. Sebebê vê çi dibe bira bibe netîceyê naguhere, mêrik li ser kursiya xwe ye.

Gava ez dibêjim Erdogan pênc perê xwe jî di NATOyê, di Yekîtiya Ewrûpayê, di Amerîkayê nade, mêrik ji NATOyê, ji Yekîtiya Ewrûpayê, ji Amerîkayê, ji Ûkraynayê û ji Rûsyayê xûgiyê digire hin nas û dost qebûl nakin, li dijî vê dîtina min derdikevin, dibêjin ev yek ewê ji tirkan ra nemîne, tiştê hat serên îttîhaçiyan ewê were serê Erdogan û hevalên wî jî.

Dibêjin halê tirkan pir xerab e, di demek nêz da ewê têk biçin.

 Ez bi xwe ne di wê baweriyê da me, tiştekî mezin bi tirkan nayê. Kes nikane çipiska xwe jî bi Erdogan û tirkan bike. Sed sal e tirk vê serkutiyê, vê quretiyê li Yûnanan û li Ewrûpiyan dikin.

Tirk ne îro, 70 sal e bi NATOyê dilîzin, NATO ji dûzana xwe ra, ji welatê xwe kirine şûr û mertal û pê serê me jê dikin, pê welatê xwe diparêzin.

Tirk tu carî qurişekî xwe jî di Amerîkayê, di Yekîtiya Ewrûpayê û di biryar û şertên NATOyê nadin.

Gava hat hesabê wan bûn heval û mitefikên Seddam Husên, bûn heval û mitefikên Îranê û li ser navê wan karên reş kirin, ji Îranê ra çi lazim bû kirîn û dan Îranê.

Amerîkayê, NATOyê Yekîtiya Ewrûpayê li hemberî vî tîcareta Tirkiyê ya bi Îranê ra dengê xwe dernexistin, Tirkiye ceza nekirin.

Wezîrên hukûmeta AKPê, Erdogan bi xwe bi milyaran tîcareta reş kirin, perê reş sipî kirin, çend bankayên Tirkiyê bûn bankayên sipîkirine pereyên reş. Ev yek bi delîl û belge hatin tespîtkirin. Lê ne Amerîkayê û ne jî kesekî din newêrîbû navê Erdogan bigire devê xwe, mêrik hîn jî wek serokekî muteber bi wan ra rûdine.

Amerîka, NATO, Yekîtiya Ewrûpayê bi Rûsyayê ra di şerekî neîlankirî da ne, ambargo danîne ser Rûsyayê, lê Erdogan guh nade kesî, tîcareta xwe ya bi Rûsyayê ra, hevkariya xwe ya Pûtîn ra sed qatî zêdetir kiriye. Erdogan peymanê li ser peymanê bi Pûtîn ra îmze dike. Lê kes newêre ji Erdogan bibêje hilê-bilê, em qebûl nakin tu wiha bikî !

Erdogan, tirk ji Amerîkayê, ji Yekîtiya Ewrûpayê, ji NATOyê natirsin, lema jî ji him ji wan alîkariyê, xûgiyê digrin, him jî bi Pûtîn ra hevkariya xwe didomînin.

Çimkî Erdogan zane Amerîka, NATO, Yekîtiya Ewrûpayê tiştekî bi wî, bi Tirkiyê nakin. Pir pir ewê gazinan bikin, çend rexneyan li siyaseta Erdogan bigrin û hew.

Erdogan zane Tirkiyê ji NATOyê dernaxînin, zorê li hemberî Tirkiyê bi kar naynin, ambargoyeke mezin danînin ser Tirkiyê.
Amerîka, NATO, Tirkiyê ji Sûriyê, ji Îraqê, ji Lîbyayê dernaxin. Çimkî ewrûpî êdî şer nakin, heta kes êrîşî wan neke ew bi xwe şerê tu dewletê nakin, serî li zorê naxin.

Hetanî Şerê Cîhanê yê Duduya di siyaseta Amerîkayê, welatên ewrûpî da şer hebû, lema Dewleta Osmanî perçe kirin, lema gelek welat dagir dikirin. Lê êdî wiya nakin, tirk çi bikin jî Amerîka, NATO, Yekîtiya Ewrûpayê tiştekî cidî bi Erdogan nakin, Tirkiyê ji NATOyê dernaxin û tiştên anîn serê Pûtîn naynin serê Erdogan.

Ji ber ku Erdogan bi viya zane lema jî qet guh nade biryarên NATOyê û Yekîtiya Ewrûpayê, lema hewqasî gewî û çavsorî bûye û ji gişan xûgiyê digire, ji her deran dinyayê bi milyonan koçberan top dike û qefle qefle dişîne Ewrûpayê.

Gava Yekîtiya Ewrûpa dibêje wiha neke, dibêje min neqeherînin haaa, ezê derî vekim û bi sedhezaran têkim ser we.
Yekîtiya Ewrûpayê ji dêlî ço nîşanî wî bide, bertîl dike, xûgiyê didinê. Ew jî tahmijî ye, tim hinekî din dixwaze.

Ji ber vê tirsonekiya siyasetmedarên ewrûpî di demek nêz da Tirkiye û Îran ewê Ewrûpa Rojava serobinî hev bikin, bi şandina bi milyonan misilmanan ewê kaoseke mezin derxînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE