06 augusti 2022

Erdogan NATO jî teslîm girtiye

70 sal in Tirkiye endamê NATOyê ye, lê tirkan tu carî xwe mecbûrî qebûlkirina biryarên NATOyê nekirine. Lema jî Erdogan do mîvanê Pûtîn bû.

Gava nehatiye hesabê tirkan guh nedane biryarên NATOyê û li gorî menfaeta xwe hereket kirine.
Pûtîn li dijî NATOyê, li dijî gelek endamên NATOyê şerekî aborî, siyasî dimeşîne.

Amerîkayê, Yekîtiya Ewrûpayê ambargoyeke mezin danîne ser Rûsyayê, lê Erdogan her roj mîvanê Pûtîn e û pê ra peymanê li ser peymanê îmze dike. Ji Rûsyayê ra çi lazim be Tirkiye didê, delaliya Rûsyayê dike. NATO jî lê temaşe dike.

Tirk bi Îranê ra eynî tiştî dikin, Gelek welatên endamên NATOyê ambargo danîne ser Îranê, lê Tirkiye dibêje ez nakim û diçe bi Îranê ra peyman îmze dike.

Serdna Erdogan ya Moskovayê û peymanên bi Rûsyayê ra îmze kirin li dijî NATOyê ye, endamekî NATOyê gerek nikanîbûya biçûya ba Pûtîn û pê ra peyman îmze bikira.

Lê Erdogan guh neda NATOyê çû bi Rûsyayê ra gelek peyman jî îmze kir.
NATO dîsa jî newêre ji Erdogan ra tiştekî bibêje.

Amerîka newêre li dijî serdana wî derkeve û rexne bike. Serokê NATOyê Jens Stoltenberg wek wezîrekî Tirkiyê, wek lobîîstekî Erdogan hereket dike, jê ra tiştekî nabêje.  

Erdogan ji NATOyê jî, ji Yekîtiya Ewrûpayê jî û ji Ûkraynayê û Rûsyayê jî xûgiyê digre. Giş teslîmî Erdogan bûne, kes newêre dengê xwe bike, ew jî li ser wan diçêre, milyar dolaran berra bêrîka xwe dide.

XXX

Civîna Erdogan û Pûtîn qediya. Lê di beyana piştî civînê da negotine li ser rojavayê Kurdistanê çi biryar girtine, li hemberî kurdan li ser çi dek û dolaban li hev kirine.

Helbet ne mimkûn e di xêra me da biryarekê bigrin, miheqeq pînciyek kirine, kemînek ji me ra danîne. Di rojên pê da ewê eşkere bibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE