06 augusti 2022

Çend rêz ji bîranînên min -200-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-08-06

Civîna komeleyên piştgiriya Yekîtiya Çep dikin li ÎSTÎBê çê bû. Hevalê KOMKArê Soran dîsa dîtina xwe ya do dubare kir, got banga Federasyonê bangeke nuh e, lê ji bo ku gelşeke nuh çênebe em qebûl dikin, emê beşdarî civînê bibin.

Me gişan biryar da em herin civîna Federasyonê ya 7ê mehê û bi komeleyên beşdar ra komîteyekê ji bo protestoyên 12ê îlonê ava bikin.


Komkarê ji mecbûrî qebûl kir. Çimkî do got em vê banga Federasyonê qebûl nakin û naçin civînê, lê îro qebûl kir. Bi tenê man, bi dêlî be jî mecbûr man qebûl bikin.


XXX
1988-08-06


Emer Tuka îro çûye ji TEVGERê ra gotiye ji veqetiyane, tu têkiliya me êdî bi Pêşengê tune ye. Ji nuha û pêda emê wek KKDK beşdarî xebatên TEVGERê bibin.
Mûrad Ciwan sibe diçe. Me civîna Komîtê. Gotin Seîd Aydogmuş 5 şert dane pêş.
1-Dibê Cîhan û du kesên din ji endametiya Partiyê bikevin.
2-Dibê ji hersê kesên din jî careke din hin pirs werin pirsîn.
3- Dibê Komîteya Welêt zêde bibe û Seîd jî têkeve Komîtê.
4-Dibê komîteya kongreyê çêbibe û Emer Tuku jî têkeve komîtê.
5-Dibê di Pêşengê da minaqaşeyeke eşkere were destpêkirin.
Ev şertên Seîd ji hevalên hundur ra jî hatiye gotin. Hevalên welêt bi şertê hin guhetinan daxwazên wî qebûl kirine, lê wî qebûl nekiriye. Gotiye dibê daxwazên min giş werin qebûlkirin, y ana ezê veqetim.

Armanc îro derket. Kêfa me li cî ye. Nuha jî karê şandina ji aboneyan rad est pê kir. Ew jî ne karekî hindik e.

XXX
2020-08-06

Ji berpirsiyarên Çarpel Medyayê ra
Mûrad Ciwan twîtta Alî Babacan a li ser dagirkirin û qetlîama Şengalê belav kiriye. Xwedêgiravî Alî Babacan qetlîama Şengalê bi xemgînî bibîr aniye û Mûrad Ciwan jî ev twîtta wî pir ecibandiye û belav kiriye.
Alî Babacan dema qetlîama Şengalê cîgirê Erdogan bû û her kes zane Tirkiye, Erdogan li pişt dagirkirina Şengalê û êrîşa ser kurda ye.
Alî Babacnê îro ji bo Şengalê mesaja xemgîniyê belav kiriye, di 2014a da, dema êrîşa ser Şengalê da fînansorê Daîşê bû.
Alî Babacan bi salan emir daye qatilên Daîşê. Belavkirina twîttên Alî Babacan skandaleke mezin e.
Bi baweriya min yekî twîttên Alî Babacan belav bike dibê di Çarpel Meyayê da nebe xwedî program.
Ciyê wî kesî partiya DAVA ye. Belkî jî Mûrad Ciwan îcar jî dike bibe zilamê Alî Babacan. Helbet ev yek ne problema me ye, ew ji xwe ra zane.
Lê belê yekî twîttên Alî Babacan wek tiştekî pozîtîf bibîne û belav bike, dibê nebe hevalê me û di Çarpel Medyayê da nebe xwedî program.
Tu ferqa Alî Babacan û Erdogan tuneye, heta do Alî Babacan aqilmendê Erdogan bû. Alî Bacan avakarê AKPê ye.

Li Tirkiyê bi salan merivê duyem bû, aqilmendê Erdogan bû. Dema Babacan berpirsiyar û wezîr bû, berdevkê Erdogan bû ji bo kurdan çi kir?
Bala xwe bidin beyanên wî yên dema wezîr û cîgirê Erdogan bû, tu ferqa wî û Erdogan tuneye.
Nuha muxalefet e û ji ber ku zane kurdên kêmaqil pir in, lema bi beyanên wiha henekê xwe bi kurdan dike.
Bi baweriya min dibê ew program ji Mûrad Ciwan were girtin, yekî twîttên Alî Babacan belav bike dibê di Çarpel Medyayê da reqlama xwe neke.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar