05 augusti 2022

Li ser Podcasta li ser mîzaha Mahmûd Lewendî

Emer Farûk Baran li ser mîzaha Mahmûd Lewendî di Perxudresê da podcastek pir xweş, pir hêja çêkiriye. Çawa bîra tiştekî wiha biriye min fêm nekir. 

Lê camêr ne tenê bîra karekî wiha biriye, li ser mîzaha Mahmûd Lewendî podcasteke pir xweş jî çêkiriye.


Min bi kêf û zewqek mezin nivîsa ”Mîzahşorekî Salên 1990î: Mahmûd Lewendî” xwend û li podcasta wê gudarî kir.

Ji ber ku bi xwediyê vê mîzaha xweş ra tarîxeke me ya mişterek heye û ez yek ji xwenevanên kovara Mîrkut û şahidên cimata wan henekan bûm, bêtir kêfa min ji vê podcastê ra hat.

Mahmûd Lewendî di mîzaha kurmancî da qelemeka pir xurt bû, lê çi heyf vê qelema xurt zû dev ji mîzahê berda û berê xwe da mecrayeke din. Bi ya min xwezî wer nekira, xwezî wek mîzahşorekî kurmancî hetanî nuha bima.


Hêvî dikim ev program hestên wî yên mîzahî tevrade, rake pêdarê û hêdî hêdî dîsa dest bavêje mîzaha xwe. Ew ruh nemiriye, hîn pê ra xurt e.

Mîzaha Lewendî ne kopî ye, ne naylon e, mîzaheke xalis, muxlis, xurî kurdî ye. Lema jî di wexta xwe da pir olan da, çimkî orjînal bû, henek jî, ziman jî û hawê gotinê jî bi kurdî bû, mîzaheke xwemalî bû.

Ji bo wê jî mîzaha Mahmûd Lewendî sînor derbas kirin, di nava dost û dijminan da deng veda, hetanî nuha nemir ma û di podcastê da bûye mijara vê programa xweş û şîrîn.

Li ser mîzaha Mahmûd Lewendî çêkirina vê podcastê û di Perxudresê da belavkirina teksata wê qadişînasiyeke hêjayî teqdîrê ye. Ji bo vê wefadariyê ez Emer Farûk Baran pîroz dikim, tiştekî pir baş kiriye.

Arkeologek çawa eser û xezîneyên di binê erdê da keşif dike û derdixe ruyê erdê, Emer Farûk Baran jî wek arkeoligekî edebiyatê ye, ew jî tiştekî hêja li ku be dibîne û pêşkêşî xwendevanên Perxudresê û hezkiriyên edebîyatê dike. Karê xweş kêfa her kesî jê ra tê.

4 kommentarer:

  1. 👏👏👍👍🌹🌹

    SvaraRadera
    Svar
    1. Sipas ji bo çepik û gulên te. Te tiştek negotiye lê çepik û gulên te tên maneya kêfa te ji nivîsê ra hatiye. Ez jî kêfxweş bûm.

      Radera
    2. Gelek spas bo vê metnê xweşik. Berî 15 salan, Zinarê Xamo di blogê de mealen gotibû, di vî xortî de cewher heye û nivîseke min weşandibû. Pir kêfxweş bûbûm, îro dîsa kêfxweş im. Nexweş im, nikarim zêdetir binivîsim. Hez û hurmet. Omer Faruk Baran.

      Radera
    3. Xwedê şîfa xêrê bide te. Li xwe miqate be, xemsariyê neke, here ser tuxtor. Li piyasê gelek nexweşiyên talûke digerin.
      Xwezî bi dilê wî kesî gotineke wî, nivîseke wî, halaneka wî bûbe sebebê tesîreke baş.
      Bextewariya herî mezin ew e însan di texmîna xwe da rast derkeve. Xwedê kir wê rojê min ew gotin got û ew nivîsa te belav kir.

      Radera

PARVE BIKE