05 augusti 2022

Li tehtîlê fêrî tiştekî nuh bûm

Li tehtîlê ji hevalan fêrî tiştekî nuh bûm. Hetanî nuha min nizanîbû meriv kane ji telefona xwe dûr dirêj li muzîkê guhdarî bike, min ew app danexistibû. Zêde bala min nekişandibû, lema jî hetanî vî umrî min qet meraq nekiribû.

Li tahtîlê bi xêra Faris Medenî Marsîl, bala min kişand û ez fêrî wê bûm. Camêr bêyî muzîk nedima, tim telefonî wî li ser masê bû û wer li muzîka kurdî gudarî dikir. Tesîr li min jî bû, min ji xwe ra got wele dibê ez jî vê zewqê bijîm.

Li mal gava ez vala dimam min ji kompîtora xwe li muzîkê gudarî dikir. Lê ne ji telefonê, ji kompîtorê, ya jî ji kasêtan...

Gava dinivîsînim ya jî dixwînim ez nikanim li muzîkê gudarî bikim, bala min belav dibe. Gava li muzîkê gudarî dikim dibê karekî din nekim, bîr û bala xwe bidim ser wê tenê..

Ez çer gihîştim mal, min ji Serhatê me ra got zû vê appê têxe telefona min jî, ez jî dixwazim carnan li muzîkê guhdarî bikim.

Serhat û Rojen ji min ra tavilê çêkirin û nuha ez kanim li gelek radyoyên kurdî yên muzîkê guhdarî bikim.

Nuha li hewşê di binê siya terasê da rûniştime, min jî wek Faris telefona xwe daye ser masê(ez kanim ji kompîtora xwe jî guhdarî bikim)û ji KurdFMê li muzîka kurdî guhdarî dikim. Dengbêj, sitranbêj yek diqedîne, yê din, ya din dest pê dike. Pir xweş e, meriv ne li yekî, li pey hev li gelekan gudarî dike. Ji gudarîkirina yekî gelkî xweştir e, yek ne bi dilê meriv be, meriv kane bigre û li yekî din gudarî bike. Di ser da zarokan lînka gelek kanalan xistine telefona min, yek ne bi dilê min be kanim herim li yeka din gudarî bikim.

Yanî xêra Faris di min jî gerriya, ne ew înteresa wî bûya, minê nuha li hewşê li van sitranên xweş guhdarî nekira. Di kompîtora min da KurdFm hbû, lê min nedixwest gav û saetê kompîtorê bibim derve û bibim hundur.

Bela sebeb nabêjin ”gerriya ye dirriya ye”, yanî yê pir bigere, pir dibîne û gelek tiştên nuh fêr dibe. Îspata vê gotinê jî ev serpêhatiya min e, ez neçûma tahtîlê, minê nedîta Faris ji telefona xwe li muzîkê guhdarî dike û dûrra minê jî bi alîkariyan zarokan eynî tişt nekira.

Gava meriv bi tiştekî mijûl dibe meriv êşa diranê xwe ji bîr dike, bi xêra muzîkê ez êşa diranê xwe bîstekê be jî ji bîr dikim. Roja duşemiyê ezê herim ser tuxtorê dirana, hela ez binêrim ewê çi bibêje û çi fatûreyê ji min ra derxîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE