05 augusti 2022

Çend rêz ji bîranînên min -199-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-08-05

Piştî kar çûm ÎSTÎBê(kemeleyeke havlên TKP ya Tirkiyê ye). Ez, hevalên ÎSTÎBê û KOMKAR li ser nameya Federasyonê ji me ra şandiye peyivîn. Federasyon di nameya xwe da dibêje me pêşniyara we jî girt ber çav û me tarîxa civînê 7ê mehê tespît kir.

Hevalê KOMKARê pêniyar qebûl nekir, got tiştê berê dubare dike, ev bankege nuh e. Em viya qebûl nakin û beşdarî civînê nabin. Dibê me bi hev ra tarîx tespît bikira. Me gotibû naveroka beyanê û kesên emê ban kinê bi hev ra tespît bikin. Lê wan bi serê xwe ban hin komeleyan kirine, ev nabe.

Got ez li dijî vê beyana Federasyonê me, lê ezê nameyê bibim ji hevalên xwe ra.
Bulentê ÎSTÎBê got em di beyanê da tu şaşiyê nabînin, emê beşdarî civîna Federasyonê bibin.

Min ji hevalê Komkarê ra got, yê we mane ye, di vê beyana Federasyonê da tu çewtî tune ye. Me ji Federasyonê ra gotibû di nabêna 4-7 mehê da rojekê qebûl bikin, em wê rojê bicivin, Federasyonê jî wa ye qebûl kiriye. Gelekên wan komeleyan jî ji xwe me berê ban wan kiribû, ha hatine civînê, ha me dûra ban wan kiriye, ferq nake. Bi ya min bersîva Federasyonê li gorî daxwaza me ye û dibê em herin civînê.

Komkarê qebûl nekir, got ewê bi hevalên xwe bişêwire. Sibe saet di 15.30î da emê dîsa bicivin.
Ez bi Heyder Diljen û Mahmûd Kîper ra peyivîm, herduyan jî gotin te rast kiriye, dibê meriv here civînê. Komkar tê nayê kêfa wan e.
Ev çend roj in ez ji hal da ketime,

XXX
1999-08-05

Kanala MEDYA TV îşev beyana Konseya Serokatiya PKKê bela kir. Beyana wan pirr kin û ne zelal bû, piştgiriya beyana Evdila Ocalan dikin. Di beyana xwe da dibêjin ew piştgiriya vê gava Serokê xwe dikin û ewê ji îro û pê va li gor vê yekê hereket bikin.
Lê dibê dewlet jî mesûlîyeta xwe bîne cî û li gor wê hereket bike.
Diyar e haya wan berê ji hev heye, lema jî hemû rêxistinên wan ewê beyanên wiha bidin.

Li alî din Demîrel jî tiştên wek Ecevît gotin. Got hewcedariya dewletê bi beyanên wiha tuneye, emê terorê biqedînin û gelek gotinên din. Yanî tiştên di çarçewa îdeolojî û siyaseta dewletê gotin.

 

XXX

2001-08-05

Ji Edîtoro Rojevê ra!

Birayê Salih, gelek sipas ji bo nameya te. Min nizanîbû ku we nivîsa min di Azadiya Welat da weşandiye. Piştî e-maîla te min nivîsa xwe xwend. Lê ez çi bibînim, nivîsa min hewqas hatiye guharandin ku êdî min xwe jî nas nekir.

Xortê delal, pir hindik min jî ev kara kiriye, ez jî bûme berpirsiyarê redaksiyonên rojnameyen û min jî nivîsên xelkê kontrol kirye. Lê min tu carî ibreteke wiha nedîtiye. Çimkî we ne tenê di warê îmla û gramerê da, her wisa we hin gotinên ku min bikar neanîne jî li ser navê min bi kar anîye.

Yanî we him di warê rastnivîsê da bi nivîsa min lîstiye û him jî zimanê min guheradniye. Mudaxeleyeke wiha ez bawer dikim tenê em Kurd dikanin bikin.
Meriv dikane nivîsekê kin bike yanî hin beşan jê bavêje, ez viya fêm dikim.
Lê belê tu mafê kesî tuneye ku rabe ziman û hin gotinên nivîsekê biguherîne. Mesela di derekê da min gotiye"em nikanin garantiyê bidin we", we rabûye guherandiye, gotiye "Em nikarin misogeriyê bidin we".

Di vir da we ne tenê gotina "misogerî" xistiye dewsa gotina "garantî"yê, her wisa we lêkera "kanîn"ê" jî guherandiye, kiriye KARÎN.

Nuha ez ji te di pirsim: Bi çi heqî tu ya jî hûn radibin him zimanê min digeherînin û him jî gotinên ku min bikar neanîye û him jî bi hawakî çewt bikar tînin?

Nimûneyek hîn ecêbtir. Min gotiye:"Dewlet bi hemû dezgeh û mueseseyên xwe va bûye wek teşkîlateke mafya. Meriv destê xwe davêje ku derê şebekeyek û grûbeke çeteyan ji bin derdikeve."
 We rabûye ev cumleya min guherandiye û ev sosireta li jêr li ser navê min weşandiye:

"Dewlet bi hemû dezgeh û saziyên xwe ve bûye wekî(çima wekî, lê ne wek? Yek, dewlet mê ye lema jî "wekî" nabe, divê wek be) rêxistineke mafyayê. Mirov destê xwe davêje ku derê rêxistinek û komeke çeteyan derdikeve."

Nimûneyên wiha pir in, lê ez nikanim yeko yeko li ser wan rawestim.

Heyran, piştî ku wiha ye, tew ne hewceye ku ez binivîsînim, hema hûn dikanin ji dêlî min va binivîsînin û ket û mir! Qet nebe wê demê ewê him li gor dilê be û ewê him jî bê çewtî û kêmasî be!

Birayên delal, ez ne zarok im û ne jî nivîsandinê nuh fêr dibim ku hûn rabin hewqasî bi nivîsa min bilizîn. Heger li gor we nivîseke çewto mewto bû we dikanîbû neweşanda. Destdirêjiyên wiha ez bi tu hawî nikainim qebûl bikim. Ji bo ku dirêj û dubare nebe ez nabêjim nivîsa min ji nuh va biweşînin(esas mafê min heye ku ez ji we viya bixazim); lê belê ez dixwazim ku hûn vê nameya min biweşînin.

Ez li bende bersîva we me

Bi silavên dostaniyê
Zinarê Xamo

 

XXX

2001-08-05

Merheba!

Birayê Salih, gelek sipas ji bo bersîva te. Birayê delal, berî ku ez nivîsa xwe ji we ra bişînim min ji Azadiya welat ra şandibû. Piştî ku min dît Azadiya Welat neweşand min rabû ji Rojevê ra şand û min ev yek jî bi notekê diyar kir. Yanî min ji te ra nivîsand û got ku min ev nivîs berê ji Azadiya Welat ra şandiye lê neweşandin loma jî ez ji te ra dişînim. Yanî di vî warî da min tu qusûr û kêmasî nekiriye.

Birayê delal, ez têkiliya Rojevê û Azadiya Welat nizanim. Heger min zanîbûya têkiliya te bi Azadiya Welat ra tuneye helbet minê ne ji te ra lê ji wan ra binivîsanda.

Min tu heqaret li kesî nekiriye û nakim jî. Ji ber ku dema ez gotineke ne xweş ji yê hemberî xwe ra bibêjim bê guman ewê jî ji min ra bibêje. Îcar ji bo ku ez gotinan neynim xwe, wek prensîp ez tu carî gotinên ne xweş ji kesî ra nakim.

Min rexne li kesê ku nivîsa min guherandiye kiriye, ne li te ya jî li Rojevê. Loma jî qet ne hewceya ku tu bigrî ser xwe. Tiştekî din jî divê em zû bi zû ji hev nexeyidin, divê bîna me hinekî fire be. Ez bawer dikim di şêleke wiha da tu zirareke me tuneye, lê bi îhtîmaleke mezin ewê kara me hebe.

Ezê wê nivîsê nuha ji Azadiya Welat ra bişînim.

Bi silavên dostaniyê

Zinarê Xamo


XXX
2001-08-05


Merheba!

Salim, berî her tiştî ji bo vê bersîva min ya bi derengî dibê tu li qusûra min nenêrî. Sebebê wê jî ev sê hefte bûn data min xera bûbû û min nikanîbû li e-maîla xwe binêrîya. Hîn nuh Faîz û Arif Zêrevan hatin çêkirin. Nexwe minê tavilê bersîv dabûya te.

Bira, berî her tiştî bihurtî be. Bi rastî dema me li vir bihîst em şaş man. Celadet û Wîldan û dibê meriv heqê Birûsk jî nexwe, baş xebitîn. Helbet rola Nalîn Baksî jî di mudaxela Swêdiyan da mezin bû. Heger tu bi e-maîlekê spasiya van hevalan û dostan bikî ewê baş be. Bi taybetî jî Nalîn û Wîldan!

Te gotiye bi îhtîmeleke mezin navê te piştî 2000î ketiye datayê. Ez bawer dikim texmîna te ewê rast be, nexwe divê cara berê jî tu girtibûna. Dîsa te qala merivekî sisiyan kiriye ku wî jî îfade li ser te daye û ew bi xwe jî li Swêd dijî. Min meraq kir, ew kî ye û gelo te fêm kir ku çi gotiye?
Û ya din jî, wî bi xwe ji te ra qala vê îfada xwe kiribû ya na?

Helbet girtina te "macarayeke" ne xweş bû. Lê baş bû ku zêde serî li te negerandin.

Min bihîst tu çûyî Diyarbekrê jî. Diyarbekir çawa bû, çi bêtir bala te kişand û piştî hewqas sal te çi guherandinên sosyal û siyasal dîtin? Feqîrî jixwe her kes pê dizane.

Li vir tiştekî xerîb tune ye, her tişt wek berê ye. Tenê ev du sê meh in ez Mûrad (Mûrad Ciwan) nabînim, li gor dibêjin bi riya mektebê çûye Înglistanê ziman fêr dibe. Min çend caran telefon kir, lê telefona xwe girtiye.

Wekî din qey tu zane, hevalê te Mistefa(Riza Polat) vegeriya, li gor dibêjin nuha li Stenbolê dimîne.
Heyder jî çûbû Senbol û Îzmîrê. Ez pêra peyivîm. Gelkî pesimîst bû. Digot her kes bi tirkî dipeyive, wek ku sond xwaribin qet bi kurdî nepeyivin. Gelek kesên din jî eynî tiştî dibêjin.

Ji vira rismê Tirkiyê gelkî xerab xuya dike. Gelo ji wir çawa xuya dike? Bi kêmasî di medya wan da.

Te qala hatina xwe nekiriye. Ma tu yê kînga vegerî?

Li vir nuha dinya ewr e û baraneke hûr dibare.

Bi silavlên biratiyê û bimîne di xweşiyê da.

Zinarê Xamo


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar