04 augusti 2022

Tehtîla me zû qediya, nuha em li malika xwe ne

Tehtîla me zû qediya, me hew nêrî roja dawî hat û em hatin malika xwe. Nuha dora qalkirina bîranînên wan rojan e.

Me çend hevalan bi hev ra pênc rojên pir xweş bornadin. Ciyê em lê man, cimata me, şevbêrkên me giş pir xweş bûn.

Erê em ji Stockholmê derneketibûn, em ji malikên xwe pir bi dûr neketibûn, lê çend rojên li dereke xerîb dîsa jî hestekî cihê û xweş bû.

Ji wê jî xweştir jiyana kolektîf, xwarin û vexwarina bi hevalan ra atmosfereke bi xweş bû. Me her sibe bi hev ra xurîniya xwe kir û şîva xwe xwar.

Me barek xwarin û vexwarin bi xwe ra biribû, me tiştek nehîşt, me dolab giş rût kirin.

Bi baweriya min seyahet û tahtîla bi vî hawî ji ya bi tenê çêtir e. Cimata meriv tim şên e, ken û henek ji ser sifra meriv tu carî kêm nabe.

Yanî ez û xanima xwe ji tehatîla xwe pir memnûn, dilşa û bi gelek bîranînên xweş vegeriyan.

Gelek sipas ji bo her kesê ev tehtîl organîze kirin, xwe westandin û çend rojên xweş bi me dan jiyandin.

Sipasiyek taybet ji bo Qutbedîn Aliş û xanima wî, hatin em bi eraba xwe birin û dîsa sax û silamet bi paş da anîn malika me.

Ez li ser navê xwe û li ser navê xanima xwe sipasî hemûyan dikim, mêr jin mala gişan ava be.

Swêdî dibêjin ”dûr baş e lê mala meriv baştir e.”
Bi kurmancî jî gotiyeneke wiha heye lê baş nayê bîra min, ya dibêjin ”mala pîrê sitara pîrê ye” ya jî tiştekî din e.

Lê ew jî di wê maneyê da ye, yanî dibêje derve çiqasî xweş be jî mala meriv xweştir e, meriv li mala xwe bêtir rehet dike û bextewar e.

Rojên bi jimar zû diqedin, ev tehîtîla me jî zû qediya, lê xatireyên ji wê ewê tim di bîra me da be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE