04 augusti 2022

Çend rêz ji bîranînên min -198-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-08-04

Min ji pîra(jinepîra) ez diçim malê alîkariya wê dikim dolabek kitêban kirî. Ez diçim malên kal û pîran alîkariya wan dikim. Malên wan paqij dikim, ji wan ra xwarinên sivik çê dikim, bi wan ra diherim banqeyê, postexanê, dikanan tiştan dikirim.

Hinek kanin rabin ser xwe, herin derve, lê hinek jî wer di hundur da ne. Em personalên belediyê(Hemtjänst)diçin alîkariya wan dikin. Bi swêdî ji me ra dibêjin ”hemsamarit” yanî alîkarê malê.


Pîra min alîkariya wê dikir mala xwe bar dikir, ew dibirin ciyê kal û pîran. Tişt miştên xwe hinek firot, hinek jî dan dezgehên xêratan. Min dolabek jê bi 500 kronî kirî, 100 kron jî heqê birina malê da şufêrê tiştên wê dibir.

XXX
1996-08-04


Heyder Diljen ji welêt vegeriya ye. Em îro bi hev ra peyivîn. Ji min ra hinekî qala welêt û çavdêriyên xwe kir. Rewş ne baş e, halê milet xerab e.
Min îşev zarok birin ciyê fîşekê hewayî. Dema Festîwala Avê diqede şevekê Fîşekên hewayî davêjin. Bi hezaran însan hatibûn li têmaşe dikirin. Şiklên pir xweşik çêkirin, meriv dibû heyran.

 XXX
1999-08-04

Yaşar Kaya û berpirsiyarekî HADEPê îro beyanek dan û gotin em piştgiriya beyana Evdila Oclan dikin.
Kanala MEDYA jî di weşan û xeberên xwe da bi hawakî fedyok be jî piştgiriya daxwaza Ocalan dike û weşaneke di paralelê vê daxwazê de dike.
Li ser ”aşîtiyê” teoriyên namayî çêdikin. Bira ew van teoriyan çêkin lê gotinên Bulent Ecevît yên li ser vê yekê gelkî balkêş in, wer xuya dike dewletê tu soz moz nedaye Amerîkayê û li pişt perdê jî tiştekî em nizanin, tiştekî di lehê me da tune ye. Ecevît dibêje:

-Terora separatîst(yanî ya veqetandinê, ya cudaxwaziyê) li Tirkiyê hatiye dawiya rê. Diyar e Abdullah Ocalan piştî hat girtin û ceza xwar ev yek fêm kir. Dîsa jî ji bo ku yên li serê çiyan jî bikanibin vegerin jiyaneke normal me ji wan ra qanûna poşmaniyê hazir kiriye. Helbet em dixwazin dawiya terorê bînin. Lê belê dewlet li Tirkiyê vê meselê bi tu şexsî ra, bi tu dezgeyê ra nake mijara bazarê. Yanî ji bo ku Ocalan vê bangê bike me tu soz nedaye kesî û em nadin.


Lê hin şelafên Abdullah Ocalan dîsa jî gotinên wî fena ku piştî li hev hatinekê hatibin gotin nîşan didin, tiştên tên wê maneyê dibêjin. Bi baweriya min xwe dixapînin, li ciyê rehetiyê avê bi ber dilê xwe direşînin.

Bira yên me na bibêjin ”aştî û biratî” lê wa ye xelk tehamul nake ku yekî kurd bibêje ez bi kurdî zanim.
Ji ber ku parlamenterê Partiya Fazîletê yê Senbolê Mehmet Firat(ez bawer dikim neviyê Şêx Seîd e) di bîyografiya xwe da gotiye ez bi kurdî jî zanim, hin parlamenterên MHPê qiyamet rakirin, gotin ev bêexlaqî ye.
Û ji bo ku ji bîyografiya wî gotina “ez bi Kurdî dizanim” derxin bi daxwaznemeyekê li ba serokê meclîsê giliyê wî kirin û daxwaz kirin ku serokê meclîsê bi îxtarnameyekê bala wî bikşîne. Gotin kurdî ne zimanekî resmî ye, lema jî divê nekeve belgeyên Meclîsê.
Parlamenterê MHPê yê Îzmîrê got “ez ji vî hevalî hez nakim. Ji bêexlaqiyê wêdetir ev ne tiştekî din e.”
Di daxwaznameya MHPê ku ji alî Mustafa Gul ve hat dayin wiha tê gotin:

- Di nav agahdariyên Mehmet Fûat Firat yên li ser jiyana wî da tê gotin ku ew li gel Erebî, Farisî ew bi  kurdî jî zane. Divê ev îfadeya bêtalîh ji hemû zeptên Meclîsê were xerakirin û ji înternetê jî bête derxistin û her wisa divê bala wî jî were kişandin.

Belê, piştî meriv vê şêla tirkan û şirîkekî hikûmetê dibîne meriv fêm nake yê me li ser çi hesabî ji gerîlla ra dibêje sîlehên xwe deynin. Ez hêvî dikim ev gotinên Edvila Ocalan jî siyaset be, ceribandina bazarekê be.

 

XXX
2001-08-04

Ji berpirsiyarê Azadiya Welat ra!

Li ser gotina dostekî min do bihîst ku we nivîsa min ya bi sernivîsa "Ji Serokwezîrê Tirkiyeyê re nameyeke eşkere" di hejmara Azadiya Welat ya 227an da weşandiye. Ji ber ku min nizanîbû we weşandiye lema jî heta nuha min lê mêze nekiribû.
Lê piştî ku min bihîst min nivîsa xwe xwend. Lê ez çi bibînim, nivîsa min hewqas hatiye guharandin ku êdî min bi xwe jî hema hema nas nekir. Erê nav yê min bû lê nivîs ji ya min gelkî dûr ketibû.

Birayên delal, pir hindik min jî ev kara kiriye, ez jî bûme berpirsiyarê redaksiyonên rojnameyen û min jî nivîsên xelkê kontrol kirye.
Yanî pir hindik ez jî hinekî ji vî karî fêm dikim. Tiştê ez dizanim meriv nikane nivîsên xelkê wiha biguherîne. Mafekî meriv yê wiha tuneye. We nivîsa min hema hema ji nuh va nivîsîye.

Çimkî we ne tenê di warê îmla û gramerê da, her wisa we hin gotinên ku min bi kar neanîne jî li ser navê min bi kar anîye.
Yanî we him di warê rastnivîsê da bi nivîsa min lîstiye û him jî zimanê min guheradniye.
Ez qet fêm nakim bi .i heqî we hewqas guherandin di nivîsa min da kirye?
Mudaxeleyeke wiha ez bawer dikim tenê em Kurd dikanin bikin. Meriv dikane çewtyên nivîsandinê yanî herfên kêm û zêde rast bike yan jî kin bike û hin beşan jê bavêje, ez viya fêm dikim û qebûl dikim.
Lê belê tu mafê kesî tuneye ku rabe ziman û hin gotinên nivîsekê biguherîne û tiştên li gor dilê xwe têxe dewsa wan. Mesela di derekê da min gotiye"em nikanin garantiyê bidin we", we rabûye guherandiye û gotiye"Em nikarin misogeriyê bidin we."
Di vir da we ne tenê gotina "misogerî" bi hawakî çewt xistiye dewsa gotina "garantî"yê, her wisa we lêkera "kanîn"ê" jî guherandiye, kiriye KARÎN.
Nuha ez ji te di pirsim: Bi çi heqî hûn radibin him zimanê min digeherînin û him jî gotinên ku min bi kar neanîye û him jî bi hawakî çewt bi kar tînin? Nimûneyek hîn ecêbtir. Min gotiye:"Dewlet bi hemû dezgeh û mueseseyên xwe va bûye wek teşkîlateke mafya. Meriv destê xwe davêje kuderê şebekeyek û grûbeke çeteyan ji bin derdikeve." We rabûye ev cumleya min guherandiye û ev sosireta li jêr li ser navê min weşandiye:

"Dewlet bi hemû dezgeh û saziyên xwe ve bûye wekî(çima wekî, lê ne wek? Yek, dewlet mê ye lema jî "wekî" nabe, divê wek be) rêxistineke mafyayê. Mirov(çima mirov, çima ne meriv?) destê xwe davêje ku derê rêxistinek û komeke çeteyan derdikeve."

Li vir ji cumleya min wêdetir, êdî cumleyeke nuh heye, yanî ji xwe ra tiştekî nuh nivîsî ye.

Nimûneyên wiha pir in, lê ez nikanim yeko yeko li ser hemûyan rawestim.

Îcar piştî ku wiha ye, tew ne hewceye ku ez binivîsînim, hema hûn dikanin ji dêlî min va binivîsînin û ket û mir! Qet nebe wê demê ewê him li gor dilê be û ewê him jî bê çewtî û kêmasî be(!)

Birayên delal, ez ne zarok im û ne jî nivîsandinê nuh fêr dibim ku hûn rabin hewqasî bi nivîsa min bilizîn. Heger li gor we nivîseke çewto mewto û ne hêjayî weşandinê bû we dikanîbû neweşanda. Destdirêjiyên wiha ez bi tu hawî ne rast dibînim û ne jî dikanim qebû bikim.

Ji bo ku dirêj û dubare nebe ez nabêjim nivîsa min ji nuh va biweşînin(esas mafê min heye ku ez ji we viya bixazim); lê belê ez dixwazim ku hûn vê nameya min biweşînin.

Ez li bende bersîva we me

Bi silavên dostaniyê

Zinarê Xamo

XXX
2001-08-04

Careke din merheba!

Salim, tu zanî teoriyek min ji zûda heye, ez hertim dibêjim, Tirk çuqasî zilmê û neheqiyê li kurdan bikin ewê tim li zirarê derkevin. Bala xwe bidê bi girtina te mala xwe şewitandin. Wek te jî gotiye, li ciyê rehetiyê bûn sebebê peydabûna îmajeke xerab. Û tu jî "meşhûr" kirin.
Yanî ez dixwazim bibêjim ew çuqasî kurdan biêşînin jî ewê tim li ziraê bin. Hema îspata herî berbiçav tu yî.

Merivê te gotiye min berê jî texmîn kiribû. Lê ez bawer dikim nuha min baş nas kir. Lê min şêla te eciband. Te baş kiriye ku te dilê wî nehîştifye. Bes divê meriv jê ra bibêje, ew kesên ku navê wan dane ya jî pê dana qebûlkirin divê haya wan bigihînê.

Kesê ji min ra gotibû tu çûyî Diyarbekrê Fexrîyê Farqînî bû.

Ez îsal bi derekê da neçûm. Ev meheke diya min hatiye. Birê min yê li Mêrsînê jî ewê heta çend rojan were. Yê li Almanya hat û çû. Yanî îsal tatîla min pir întensîv derbas bû.

Ji ber ku hardiska data(kompîtora) min xera bû lema hemû edresên min jî çûn. Loma edresa Wîldan û Yilmaz jî nuha li ba min tune, lê ezê dûra ji te ra bişînim.

Gelek silav
Zinarê Xamo

XXX
2017-08-04

Li ser girtina Mihemed Ronahî di medyaya sosyal da hin tişt belav bûn. Min rewşa wî ji Adnan Firat Bayar pirsî.

Ednan gelek spas ji bo agahdariya te. Gelo roja mahkima wî diyar e?
Abûqatê wî heye ya na?
Ednan, ez Mihemed ji nêz ve nas nakim, nizanim rewşa wî ya aborî çawa ye. Heger hewce be û qebûl bike amademe li gorî qeweta xwe pê ra alîkariyê bikim.
Heger mimkûn e silavên min yên ji dil bigihînê. Bimîne di nava kêf û xweşiyê da.

XXX
2017-09-13

Merheba Adnan !
Bawer bike min ev mesaja te ya bi deng nuh dît(13/9).
Geleo lazimiya alîkariyê hîn aktuel e ya jî êdî dereng e?
Û heger aktuel be ji kê ra, ji birayê wî ra ya jî ji te ra bişînim? Ez bi birayî wî ra peyivîm wî tiştek negot….
Gelek silavên dostaniyê

Zinarê Xamo


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar