04 augusti 2022

Tahtîla me hêdî hêdî diqede

Min ev nivîsa jêr nuha di Facebookê da belav kir lê Facebookê qebûl nekir, got ji ber nivîsa min  te ya "Çend rêz ji bîranên min 196 hetanî 8 saettan tu nikanî tiştekî belav bikî.

Di wê nivîsa min da tiştekî xerab tuneye, min hin notên xwe yên rojna belav kirine. Lê diyar  e Facebook nivîsên herî normal jî sansor dike.
Ev ji Tirkiyê jî xerabtir e. Di nivîsa min da tu tiştekî bibe sûc tuneye. Lê Facebook êdî bi makînan nivîsan sansor dike. Ev komedî ye. Facebook cidîyeta xw ewenda dike. Cara pêşî ye fikrê devjêberdan a ji Facebookê difikirim.

 Sibe roja me ya dawî ye, piştî nîvro emê vegerin malikên xwe.

Ji roja 31ê mehê da ye em şeş malbat bi hev ra li vir in. em bi hev ra dikin, bi hev ra dixun û kê kêf dikin.
Pênc roj ne demeke pir dirêj e, lê me bi hev ra kêf kir. Em giş xebitîn, westiyan, lê herî bêtir xanimên me westiyan. Ne ew bûna ne hewqas xwarin çê dibûn, ne jî me kanîbû hewqas xwarinên xweş bixwara. Lema jî ez li ser navê hevalan hemûyan sipasî xanimên me dikim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE