Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1985-08-03
Civîna Komîta Partiyê bi endaman ra li Jackobsbergê çê bû. Berî ez herim wir û
berî civîn dest pê bike Mahmûd Kîper civîn terikandibû. Gotin di nabêna wî û
Heyder Diljen da minaqaşe çê bû. Mahmûd qeherî û civîn terikand.
Min 400 kron aîdata xwe da û nivîsa xwe ya li ser Yekîtiya Çep jî teslîmî
Heyder kir.
Nafî Çilgin di civînê da got, em ji merkeza partiyê bixwazin bira berî serê salê konferansekê çêbikin.
Ez li dij derketim, min got konferans kane rewşê xerabtir bike, bibe sebebê perçebûnê. Jixwe wa ye li ser Yekîtiya Çep di nava partiyê da minaqaşe heye.
Nafî got, ez bi xwe jî bawer nakim konferans problemê hel
bike, ji vê yekê qet hêviya min tuneye. Lê heger çê bibe dîsa jî baş e.
Di dawiyê da me biryar da, me got heger Komîteya Merkezî di nava xwe da meselê
hel neke, dibê piranî biryarê negire ya herin kongreyê, ya jî konferansekê
çêkin. Wek Komîta Swêd emê vê daxwaza xwe bi nivîskî bidin Komîta Merkezî.
XXX
1986-08-03
Ez, Mamoste Nûjen em çûn bajêr. Me li bajêr, li qahwexanê
Mahmûd Lewendî dît. Me yê kovara Mîrkut bida çapkirin, lê got buhaye, ez
nikanim hewqas pere bidim. Dûra em çûn Mosebackenê. Li wir Lewendî ji Mamoste ra
got, were em Îsotê û Mîrkut bikin yek, bi hev ra derxin.”
Mamoste got bira, dibe.
Lewendî got em li ser nav li hev bikin.
Mamoste got, min bi navê Îsot miracaetî alîkariyê kiriye, heger ez navê wê
bigugerim ewê alîkariyê nedin min.
Min got tişt nabe, hûn kanin navê wê bikin ”Îsot û Mîrkut”. Di vê nabênê da du
nas hatin ba me, me dev ji mijara xwe berde.
XXX
1996-08-03
Mûrad Ciwan û zarokên xwe hatibûn Stockholmê, ji mala Mamoste Nûjen telefonî
min kir. Ez çûm wir. Bi şev ez, ez, Mûrad û Salim li ciyê Vatten Festîvalê(festîwalek
ji bo avê çêdikin) digerîyan. Em rastî çend kurdan hatin. Em li hev sekinîn. Me
silav da hev, me li halê hev pirsî. Riza Polat jî bi wan ra bû. Ew li Mûrad
nesekinî, xêrhatin nedayê. Bi hev ra tîcaretek kirin, nabêna wan xera bûye. Riza
ji Mûrad xeyidîye, pê ra napeyive, dibêje perê min xwariye.
XXX
1999-08-03
Abdullah Ocalan do di dema serdana abûqatên xwe da beyanek
nuh daye wan. Abûqatan ev beyana wî îro eşkere kirin. Ew di vê beyana xwe da ji
gerîlla daxwaz dike ku ew di 1ê îlonê da çekên xwe deynin û “erdên nav sînorên
Tirkiyê” terk bikin, herin welatekî din.
Lê navê vî welatî negotiye. Yanî dawiya dawî wek gelek serîhildanên din wî jî
bi rengekî fedyok teslîmbûn qebûl kir, got dev ji şerê Tirkiyê berdin.
Helbet ev daxwaza wî ya îro pirr xerab e. Herçî Evdila ye diyar e ewê roj bi roj xerabtir bibe û li gor daxwaz û emrê dewletê
hereket bike. Lê hêviya meriv ewe ku PKK vê daxwaza wî red bike û neçin teslîmî
dewletê nebin.
Heger emrê Ocalan qebûl bikin û bêyî ku tiştekî bi dest xin dev
ji şerê çekdarî berdin ji bo kurdan têkçûneke mezin e. Xebat û micadela hewqas
sal, hewqas şehîd û malwêranî û di dawiyê da tu mafî bi dest nexe û dev ji şer berde, sîlehên xwe teslîmî dewletê bikin têkçûneke
mezin e. Zahmet e kurd careke din biwêribin serî hildin.
Tiştê min ji beyana Ocalan û gotinên Ecewît yên li ser vê
meselê fêm kir, dewletê ew bi temamî teslîm girtiye, lê belê naxwazin vê
teslîmîyeta wî bi carekê da vekirî eşkere bikin, ji xwe ra hêdî hêdî pê dilîzin
û bi kar tînin.
Ya din jî, bi vê daxwazê dixwazin tesîra wî ya li ser partiyê û gerîlla
bipîvin. Li gor vê tesîrê ewê siyaseta xwe bimeşînin.
Ev miletê reben çi miletekî bê şans û bê talih e!
Li gundekî Farqînê munîbîsek gulebaran kirine, şeş kes hatine
kuştin, çend kes jî birîndar bûne. Dewletê bi vî hawî bersîva banga Ocalan da.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar