02 augusti 2022

Îro bê qeza û bê bela derbas bû

Erê min do diranê xwe da der û hîn jî êşa wî dikşînim, lê netîce tahtîlê e, dibê meriv kêf bike, têkeve avê, xwe li ber rojê biqimirîne, bimeşe. Min jî îro wer kir.

Hewa zêde ne xweş bû, lê pir jî ne xwerab bû.
Ketim avê û 8 km meşiyam.
Tiştê hinekî bi meriv zor tê, wan di goşt û xwarinên xweş da hişk kirine, têr dixun, ez feqîrê Xwedê li wan temaşe dikim, bi mast û hin xwarinên sivik û nermik îdare dikim. Lê sohbet û şevbêrka bi hevalan ra xweş e, atmosfreke din e, bîna meriv fire dibe. Ciyê me ji malê zêde ne dûr be jî xweş e, meriv bi rastî jî xwe turîstan his dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE