02 augusti 2022

Tahtîl li min nehat

Ji şansê me yê xerab ra îro dinya ewr e û 13 derece germ e. Li welêt vê mehê milet ji germa difetise, li Swêd havîn êdî diqede, sar û semarma û baran dest pê dike.

Li ji bo min ne muhîm e, ji xwe ez ne merivekî ajnêber im, dûrketina ji mal, sohbeta bi hevalan ra têra mi dike.

Dibê ez vê xebera ne xweş jî bibêjim, bira bibe belge, do min diranê xwe şikand.

Me goşt biraşt, min ji siniyê çêniyek goşt rakir ku bixwum. Min çer gez kir diranê min ê pêşiyê got qirp û şikiya.
Goşt bi hestî bûye.
Min got qey goştê sor e, tu nabêjî hestiyekî biçûk tê da hebûye, min dev lêkir.
Diran hîn neketiye, dileqe. Lê ya xerab pir diêşe, ez nikanim tiştekî biçûm. Dibê xanim û heval ji min ra pelokê çêkin. Hinekan ez çavînokî kirim.

Ez merivekî bêşans im, diranê min di pelokê da dişkiyê. Di tahtîlê da min diranê mayê jî şikand.

Wê rojê min got surprîzên dinyayê pir in, meriv nizane saeteke din ewê çi were serê meriv.
Ez bi darên sipûsaxlem ji malika xwe bi rê ketim, ezê bi diranê şikestî vegerim.
Ev jî bû bîranîna vê tahtîlê.
Xelk ewê bi bîranên xweş vegerin, ezê bi serpêhatiya diranê di goşt da şikiya vegerim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE