Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-08-02
Saet di 12.00a da li ser navê 9 komel û rêxistinan wek çavdêr çûm civîna
Federasyonê. Federasyonê ban 19 komel û rêxistinan kiribû, lê du komele tenê,
komela Kultur Center û komela Roja Welat hatibûn. Komelaeya Dev Yolê jî wek min
wek çavdêr hatibû.
Merivê Dev Yolê got heger du platform çê bibin em tev yekê jî nabin, lê heger
platformek tenê çê bibe emê beşdar bibin.
Kultur Centrê jî got YKDK bi vê însîyatîfê dixwaze prestîja Federasyonê bişkîne, pêşengiyê ji dest bigire. Dibê em misadeyî vê yekê nekin.
Tiştê di civînê da hat gotin, kê çi got ezê ji hevalan ra bibêjim. Hela ka em çi dikin.
Êvarî çûm daweta hevalekî Riya Azadî.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar