31 juli 2022

Ji tahtîle silvek li we

Ji tahtîlê silavek ji dil li we. Tahtîla me ne dirêj e, tenê çar roj in, lê têra me dike.

Îro ez û xanim ne li mal in, em bi çend hevalan ra li havîngehenkê ne. Kêf kêfa me ye, em 5-6 malbat in nuha li kampîngekê li ber peravekê ne. Şevbêrka me berdewam e.

Emê hetanî 4ê mehê  li vir bin, emê têkevin avê, gotş bibrêjin, vexun û bi hev ra kêf bikin. Her malbetekê xwarina ji bo dawetekê bi xwe ra anîye, emê hewqas xwarin çawa biqedînin ez nizanim.

Îro hewa pir xweş bû, lê sibe ewê hinekî ewr û baran be. Swêd wiha ye, di vê mehê da geh dibe baran, geh hewa xweş dibe.

Ji me ra qet ne muhîm e baran bibara ya nebare. Ya muhîm em bi çend hevalna ra li 4 raojan li vir in.

Hetanî nuha min tu carî kompîtora xwe bi xwe ra nedibir tahtîlê. Lê vê carê min kompîtor bi xwe ra aniya, ezê bîranînên xwe dom bidomînim.

Min nixwest nabênê bidim bîranînên xwe, lema min kompîtora xwe bi xwe ra anî, heta ez li vir bim ezê him her roj bîranînîn xwe biweşînim, him jî bi kurtî qala rojên xwe yên vira bikim.

Lê helbet ewê ne wek nivîsên min ên malê bin, li malê ez bi destê xwe bûm, lê li vir heval hine, ezê nikanibim wek malê hereket bikim.

Axir min nexwes nivîsên xwe qut bikim, kin bin jî, çend gotin bin jî ezê qala rojên xwe yên li vir bikim.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE