Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1986-07-31
*Komeleyên piştgiriya Yekîtiya Çep dikin, Riya Şoreş, TKP-B û YKDK saet di
00.9.00a da li KOMKARê civiyan. Piştî her kesî fikrê xwe got, me biryar girt em
nameyeke nuh ji Federasyonê ra bişînin. Name min nivîsî û min bir li
Federasyonê da Henefî Celeplî.
Dema min name dayê enefî ji min ra got: ”Ji bo çi tu ji Redaksîyona Berbangê
îstîfa dikî?”
Min got:
Dengê xwe nekir. Qey bersîveke wiha ji min nedipa. Henefî merivekî baş e lê zêde midaxeleyî karê meriv dike, îqna kirina wî jî pir û pir zor e, carnan ne mimkûn e.
Me di nameyê da got bira Federasyon nameya xwe ya berê bi paş da bigire û em di nabêna tarîxa 4/-8 û 7/8ê mehê da rojekê tespît bikin û wê rojê bicivin û li ser vê meselê bipeyivin. Ezê wek çavdêr beşdarî civîna Federasyonê ya 2ê tebaxê(axustosê) bibim.
*Saet di 13.00a da min û Bavê Nazê hevdu dît, pêşgotina kitêba xwe da min.
XXX
1999-07-31
*Ji girtina Abdullah Ocalan û virde ev cara pêşî ye ruyê kurdan
hinekî dikene. MED TV bi navê MEDYA TV îro bi programeke pîrozbahiyê ji nuh ve
dest bi weşana xwe kir.
Ez bawer dikim vebûna vê qanala nuh ewê moralê milet bilind bike. Li gor agahdariya
îro dan nuha ewê rojê 10 seetan weşanê bikin, seet ji 13.00a heta 23.00ê şevê.
Program li Parîsê bû û zindî bû. Ahmed Kaya jî di şevê da
axaftinek kin kir û got emê tim bi hawakî xurt li nasnameya xwe xwedî derkevin.
Lê nestira.
*Min bihîsta Ahmet Kaya li Fransayê îltaca kiriye ya jî ewê bike. Ev biryara wî baş bû, lê
esas yên ku ew mecbûrî vê biryarê kirin Tirk bûn, Tirkan zor danê ku ji Tirkiyê
bireve û hîn bêtir xwe nêzî Kurdan bike.
*Bêyî vê xebera xweş, dewletê derbak din jî xwar. Do di du şeran
da pênc qorîcî û şeş leşker hatin kuştin û li dora panzde kesan jî birîndar
bûn. Ne xema dewletê ye, bi kuştinê naqedin. Lê çêtir e ew werin kuştin zarokên me neyên kuştin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar