30 juli 2022

Bahoza 40 saliyê

Min ji vê şiîra Alî Varol a li jêr hez kir, lema jî min ew tercumeyî kumancî kir.
Alî Varol xwariziyê min tê hesêb, neviyê meta min e. Alî Varol şairekî baş e, şiîrên wî pir bi hêz in, dilê meriv radikin pêdarê, meriv dihejînin. Meriv ji xwendina wan têr nabe.

Kurmanciya wî jî baş e lê bi tirkî dinivîsîne. Xwezî carnan jî bi kurmancî binivîsiya. Min jê ra gotiye, ez her tim amade me jê ra bibim alîkar.
Berê jî min yek du şiîrên wî kirine kurmancî, bira ev jî li wan zêde be. Dibê ev şiîr bi kurmancî jî hebe.
Hêvî dikim bi dilê wî û we be.

Bahoza 40 saliyê

Bahoza di çel saliya min da ez çirpandim
Axa min hemû hişk in
Ji tamarên wê law û keç dizên
Fîskeya jiyanê xerabe ye
Bêhêvîtî sîleheke nuha
Yek bi yek diwelidîne kevokan
Ji hemû malan bîna beratê difûre
Qijik di tetikê da ne
Ava me êdî têr nake
Paqijkirina hewqas qilêrê
Min bibin wan zemanan
Kaniyên diherikin dilê min
Careke din noq bibim wan
Her kes ewladekî sêwî ye nuha
Xwe nagihînê têra dilê xwe
Xwarina firingîyan
Hatiye girtin beroşa dilan
Kî yê bibîne kulîlkên di wazoyê da
Kî yê destê xwe bi pisikê bike
Êdî ji sozê ra jî, ji gotinê ra jî
Kelemçeyeke qalind e

///Alî Varol

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE