30 juli 2022

Gerek kurd xwe di bela ereba negerînin

Ereb li Bexdayê dîsa bi hev ketine, merivên Sadr girtine ser meclîsê, teşxele û tevliheviyeke mezin heye. Hêvî dikim mezintir bibe.

Teşxela ereban, snuniyan û şîîyan 1342 sal e dom dike, belkî hewqas salên din jî dom bike.
Gerek hêzên kurd xwe di bela ereban negerînin, hevza xwe ji wan bikin.
Îraq wek dewlet nema ye, bûye sê perçe, sê welat. Gerek kurd xwe di şerê ereban negerînin, nebin kevoka aştiyê. 

Heger PDK, YNK û siyasetmedarên kurd xwe di bela ereban bigerînin, nikanin tu carî ji bela wan pak bibin û ewê li zirarê derkevin.

Ji bo kurdan ya baş ji wan ra bibêjin hûn yên hev in em nakevin nabêna we.
Ma ereb tu carî ketine nabêna kurdan, xwestine hêzên kurd li hev bînin?
Na tu carî tiştekî wiha nekirine û nakin jî, didixwazin kurd tim û daîm bi nîfaq û şîqaq binin. Gerek kurd jî li berjewendiyên xwe binêrin û nekevin torra ereban, bela ereban ji qîr û qitranê jî xerabtir e, tu carî nayê şuştin û paqijkirin.

XXX

Hukûmeta Îraqê gotiye dibê Tirkiye ji welatê wan derkeve, Amerîkayê jî piştgirî daye vê daxwaza Îraqê. Ji bo kurdan ev pêşketineke pir baş e.

Amerîka ne bi zorê, li ser daxwaza Îraqê hin leşkerên xwe li Îraqê bi cî kirine.

Lê Tirkiye ne li ser daxwaza hukûmet aÎraqê, bi zor ketiye nav erdê Kurdistanê û Îraqê. Lema jî ew welatekî dagirker e, dibê kurd piştgiriyê bidin Îraqê leşkerên tirk yên dagirker ji welatên xwe derxînin.

Tirk bi rehetî dernakevin, dibê kurd û ereb darê zorê nîşanî wan bidin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE