Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1986-08-24
Êvarî ez çûm mala Mûrad Ciwan. Mûrad sipasnameya ji bo beyana Muammer Qeddafî û
belavoka li dijî êrîşa Tirkiyê nivîsî bû da min.
Qeddafî li ser kurdan, li ser
azadiya wan beyaneke baş daye. Emê
sipasî wî bikin.
Di nav serokên ereb da Qeddafî yê herî baş e. Yekî delodînî ye
lê ji me ra baş e. Gava hin serokên kurd lê qesirîne tim qedrê wan girtiye, çêyî bi wan kiriye.
Dema ez çûm Bavê Nazê û Seîd(Saddedîn Mele)jî mîvanên wî bûn. Ez hinekî zû rabûm, ew man.
XXX
1987-08-24
Civîna ji bo meş û protestoya 12ê îlonê li ÎSTÎBê çê bû. Komeleyên tevî civînê
bûn ev in:YKDK, Komkar, Îstîb. Esas gerek Nafî Çilgin biçûya civênê, lê wî
nikanîbû, ez ji dêl wî ve çûmê.
XXX
1999-08-24
Min nusxeyek ji wergera romana Susanna Tamaro ”Bide dû dilê
xwe” îro ji Firat Cewerî girt. Divê berî çapkirinê ez careke din bixwînim û baş
rast bikim.
Dema ez ji ba Firat Cewerî rabûm û li ser rê bûm ji bo ku herim mal, ez rastî Mahmûd
Kîper hatim. Me li halê hev pirsî, israr kir got em herin ba min. Em çûn,
bîstekê rûniştin, me nan xwar û hinekî sohbet kir.
Li ser yekîtiya wan û PSKê, got hema hema her tişt temam e, got
di demeke nêzîk da emê Yekîtîyê çêkin. Min got ser xêrê be. Lê tu hêviyeke min
jê tune ye, ez bawer nakim kanibin tiştekî bikin. Kadirên wan hêviyê nade min.
XXX
2008-08-24
Ji hevalên min ên Outlookê ra
Merheba!
Birayên delal, xwendevanên hêja!
Hefteya borî min ev nivîsên li jêr nivîsîn. Bi şev û roj min
zora da xwe ku li hember dijmin û hin ”kêmaqiliyên” me kurdan bêdeng nemînim.
Heta ji min hat, min dijmin bê bersîv û kurd jî ”bê aqil”
nehîşt !
Yanî min wezîfa xwe ya ”netewî” bicî anî.
Nuha jî dora we ye.
Yanî bi gotineke din, xwarin hazir e û sifre raxistîye. Tenê
ez ji we ra dibêjim, xwein hazir, kerem bikin ser sifrê!
Yanî ez dixwazim bibêjim, hûn jî ji kerema xwe ra hinekî xwe
biwestînin û van nivîsên in yên mişt ”aqil”, teorî û taktîk bixwînin.
Bixwînin û kultur û zanebûna xwe pêşda bibin, feraset û
asoya xwe ya siyasî firehtir bikin.
Xêra Xwedê!
Qurişekî we li nivîsan naçe.
Hertişt tê ber nigê we.
Xizmeteke wiha li tu dera cîhanê tuneye.
Ez rebenê Xwedê di vî emrî da herroj halê xwe dikim hal,
xewa şevan li xwe heram dikim, ji bo ku we bê nivîs nehêlim, ji bo ku çend
gotinan ji bo vî ”miletî” li hev bînim.
Dibe ku hin nivîsên min ne bi dilê we be, hin şirove û
reaksiyonên min ji bo we wek jipestpeyivîna kalekî be.
Ji bo gelekan wek leqleqên vala, tiştên tewşomewşo û
pelapûçî bin.
Li gor baweriya min ev jî tiştekî nor mal e, ez xwe pê aciz
nakim.
Ji ber, çawa ku dest di ser destan ra ye, her wisa aqil jî
di ser aqil ra ye.
Loma jî ez dizanim kêm be jî di nava xwendevanan da miheqeq
çend kesên ji min ”piçekî” biaqiltir hene.
Lê divê ev yek nebe sebeb ku kesên ji ”aqilê xwe” pir ne
bawer bêdeng bimînin û newêribin dîtinên xwe bibêjin.
Û tew di ser da jî dema ev dîtin bi kurdî werin gotin divê
meriv bêtir biwêribe û bêtir xwe bidê.
Kurdên bi kurdî dinivîsin divê gelkî zorê bidin xwe, divê
pir û xweştir binivîsin, divê di nivîsandinê îstîkrarekê nîşan bidin. Nexwe
nikanin zora tirkîaxêvan bibin.
Tiştê min fêm kiriye kurdên bi tirkî dinivîsin, bi reca,
heyran û qurbanê dev ji tirkiya xwe bernadin.
Divê mişterî û bazara wan nemîne.
Heta ku mişterî û bazara wan hebe ew dev ji tirkiya xwe
bernadin.
Ev serê 28 salan e ku ez bi hemû îmkan û hêza xwe hewil
didim ku mişteriyên/kiroxên tirkîaxêvan kêm û bazarê jî teng bikim.
Heger di nava van 28 salan da min mişteriyek jî li
tirkîaxêvan(qesda min kesên ku bi tirkî dinivîsin) kêm û santîmîtroyek jî bazar
li wan teng kirbe ezê xwe gelkî bextewar his bikim.
Min xwest bi agahdariyê ratenê çend gotinan bibêjim, lê derî
îradeya min hewqas dirêji bû. Dibe ku ne bi dilê we be, lê axir carê tîr ji
kevên pengizî, êdî bi paş da nayê…
Bira îro jî wiha be.
Nuha jî dor, dora we ye, ji kerema xwe ra seriyekî bidin malperê...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar