24 augusti 2022

Dijminê ne durû ji yê durû baştir e

Di felaketa trafîkê ya Dîlokê(Entabê) û Dêrikê da 39 kurd mirin û zêdeyî 40 kesî jî giran birîndar bûn. Di nav miriyên Dêrikê da pûlisekî tirk jî hebû.

Partiya faşîst MHPê sersaxî ji malbata pûlisê tirk tenê ra xwest, qet qala miriyên kurd nekir, ji malbatên kurd ra sersaxî nexwest. Ji me hin kesan xwe aciz kirin, gotin hewqas neyartî jî nabe.

Bi ya min mêrikan direst hereket kirin, neyartiya xwe ya li hemberî kurdan veneşartin, bi derewan xwe xemgîn nîşan nedan, gotin bi mirina we em xemgîn nabin, kêfxweş dibin.

Di nava serokên tirk da Devlet Bahçelîyê faşîst tenê li hemberî kurdan ya dilê xwe dide der, kîn û nefreta xwe, neyartiya xwe ya li hemberî kurdan venaşêre, eşkere dibêje ez ji we nefret dikim, lema jî bi mirina we dilê min naşewite.

Ez bi xwe viya ji durûtiyê, ji xemgîniyeke derewîn baştir dibînim
Serokên din durûtiyê dikin, di heqê kurdan da çi difikirin eşkere nabêjin, sextekariyê û oportunîstiyê dikin, ya dilê xwe nabêjin.

Devlet Bahçelî mêrik pir vekirî dibêje ez ji kurdan nefret dikim, ez kurdan neyarê xwe dibînim, lema jî bi mirina wan xemgîn nabim, heta kêfa min tê.

Gava dijminê meriv li hemberî meriv durûtiyê neke, neyartiya xwe veneşêre baştir e. Qenekê meriv zane dijmin e.

Lema bi ya min MHPê ji partiyên din diristir hereket kiriye, ji kurdan ra gotine dibê hûn bizanibin bi mirina we dilê me naşewite, em xemgîn nabin.

XXX
Qatilên tirk ên xwînxwar ji vexwarina xwîna kurdan tu carî têr nabin.

Îro dîsa li Til Rifet bi dorneran 3 kes kuştine, 5 kes jî birîndar kirine.

Li ser sînorê Silêmaniyê jî du endemên PJAKê kuştine. Ev kûçikbavên kûçikbav her roj miheqeq çend kurdan dikujin. Roja -5-6 kurdan nekujin tune ye.

Ev wahşeteke mezin e, heger ev jenosîda bênabên, rojane li hemberî kîjan miletî bihata kirin dinyayê, Neteweyên Yekbûyî ewê qiyamet rakirana, ewê welatê êrîşkar têxistina binê erdê.
Lê ji bo ku yên tên kuştin kurd in, kes ji Tirkiyê ra tiştekî nabêje.

XXX
2021-08-24

Ji Kenanê Nado ra
Kenan merheba! Ezê tiştekî ji te bipirsim. Weşanxaneya DARA kitêba min(Antolojîya Zarokan) çap dike. Berê Rûpelê çap kiribû, vê carê min gelek çîrokên din lê zêde kirin û da Weşanxaneya DARA. Di vê çapê da 189 çîrok hene. Mîzanpaja wê qedîya ye, meha pêş me ewê çap bikin. Gelo ewê wexta te hebe tu pêşgotinekê jê ra binivîsînî? Heger tu bibêjî erê ezê ji Bawer Berşev ra bibêjim bira kopyekê ji te ra bişînin. Bi silavên biratiyê Zinarê Xamo

Stockholom 2021-08-24


Bersîv da min, got karê min pir e, destê min ne vala ye, ya na minê bi kêfxweşî binivîsanda. Piştî du mehan belkî mimkûn e. Heger ev yek ji bo we dibe ezê bi kêfxweşî bikim.

Min got ezê ji BawerBerşev bipirsim. Biryar ew bû di îlonê da bidin çapê. Ezê li te vegerim.

Min ji Bawer pirsî, got pir dereng dibe, piştî hefteyekê ewê bişînin çapê, ji bo ku bigihînin fûarê. Wê çaxê tu pê ra nagihînî, dibê min zûtir ji te ra gotiba. Bi xêr bira bimîne çapeke din. Dîsa jî mala te ava be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE