25 augusti 2022

Çend rêz ji bîranînên min -216-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1986-08-25
Min û Seîd Aydogmuş sipasnameya Mûrad Ciwan ji bo beyana Qeddafî nivîsî bû bir teslîmî sefaretxaneya Lîbyayê kir. Me xwest em herin hundur, sefîr bibînin, pê ra bipeyivin, lê qebûl nekirin, em bera hundur nedan. Me name avêt hundur û em vegeriyan.
Me digot belkî konsulê wan me qebûl bike, em bi devkî jî çend peyvan bibêjin, lê qebûl nekirin.


XXX
1987-08-25

*Min Seîd Aydogmuş dît, 2500 kron aîdatên min ji hevalan top kiribû dayê.

*Civîna 12ê îlonê saet di 17.00a da  li Federasyonê çê bû. Me li hev nekir, civînê dirêj kir, ma sibe. Hin hêzên maoîst teşxelê derdixin. Ez gêj bûm. Hêvî dikim em sibe biqedînin.


XXX
1999-08-25

Konseya Serokatiya PKKê bi beyanekê dibêje wan hêzên xwe yên gerîlla hemû ji nav ”sînorên Tirkiyê” vekişandine.
Di beyanê da dibêjin me ev vekişandin ji berî erdhejê di 1ê îlonê da kiriye.

Ez hêvî dikim ev siyaseta wan nebe destpêka belavbûna wan û kurd jî carek din rû bi rûyî trajediyek din neyên. Bi baweriya min dewletê bi riya Ocalan gelek tiştan bi wan bide kirin. Dibê ew guh nedin daxwazên Ocalan, çimkî ew di destê dijmin da êsîr e. Lê ez texmîn nakim wiha bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar