25 augusti 2022

Tarîxa min şahidê min e

Di jiyana xwe da min hin şaşiyên siyasî, hin tercîhên şaş kirin. Ez viya înkar nakim.

Lê min çi kiribe jî tim ji bo kurd û Kurdistanê bûye, dostî û hevatltiya min jî, şerê min jî tu carî ne ji bo şexsê min bûye, tim siyasî û ji bo kurdayetiyê û Kurdistanê bûye.

Min kara xwe, berjewendiya xwe tu carî di ser kurdperweriyê û fêda Kurdistanê ra nedîye.
Min rehetiya xwe, karê xwe, malê xwe, gelek tiştên xwe fedayî xebata kurd û Kurdistanê kiriye.


Nêzî 50 salî ye ji bo serxwebûna Kurdistanê, ji bo azadiya miletê kurd çi ji destê min hatiye min qed texîr nekiriye. Li gorî zanîn û îmkanên xwe min kiriye, ez xebitîme.

Min kurdî, welatparêzî her tim di ser her tiştî ra girtiye, di vî warî da min tu carî oportunîstî nekiriye, tawîz nedaye dijmin.

Gava ez li tarîxa xwe difikirim ez hin şaşiyên siyasî, îdeolojîk dibînim, lê dîsa jî ez ne poşman im.

Hin tiştên ez îro şaş dibînim hene, lê ew şaşî jî min ji bo kurd û Kurdistanê kirine, wê demê min wer bawer kiriye lema.

Di tarîxa xwe da tu tiştekî ez ji ber şerm bikim, serê min ji ber xwar bibe tune ye. Lê hin tiştên bi aqilê nuha ez dibêjim xwezî min wer nekiriba, wiha kiriba hene.

2 kommentarer:

  1. Xweziya deh Kurdên din ên mîna te hebûna Apê Zinar, welatperwerî tiştekî wanî ye, û ew metna li jor mîna manîfestoyan e, helal be ji te re. Hez û hurmet. Omer Faruk Baran.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Gelek sipas Emer. Ecibandina te, van gotinên te yên dostane ez gelkî kêfxweş kirim.
      Tarîxa min bi şaşî û rastiyên xwe tarîxa min e, ez tu carî înkar nakim, tahrîf nakim. Heta ji in tê dixwazim li hemberî tarîxa xwe samîmî bim. Tiştê do min kir heger îro şaş bibînim ji gotina wê şerm nakim.
      Di nav kurdan da hindik be jî hebûna kesên wek te min dilşa dike.
      Gelek silavên ji dil

      Radera

PARVE BIKE