26 augusti 2022

Çend rêz ji bîranînên min -217-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1986-08-26
Ji bo protestokirina êrîşa Tirkiyê ser Kurdistana Başûr me saet di 17.00a da li komela ÎSTÎBê civînek çêkir.

Di civînê da min ji Komkarê û ji Îstîbê ra pêşniyarek bir, min got di vê civînê da em tu biryarê negrin. Çimkî hêzên Kurdistana Başûr nehatine dawetkirin, gerek em ban wan jî bikin.

Lê herdu komeleyan jî pêşniyara min qebûl nekirin, gotin ev biryara Yekîtiya Çep e, hîzek tenê jî hebe emê pê ra çêkin.



Min çiqasî israr kir jî qebûl nekirin. Dawiya dawî hat nuxteya yên qebûl kirin civîn domandin û yên qebûl nekirin jî civîn terikandin. Ez, R. Şoreş, TKP-B û hevalên Îbrahîm Guçlu em ji civînê derketin.

XXX
1987-08-26

Civîna ji bo protestoya 12ê îlonê li Federasyonê çê bû. Hêzên maocî dîsa teşxele derxistin, her carê pêşniyarek anîn û civîn dirêj kirin. Me gelşek hel dikir, gelşeke din derdixistin. Lê dawiya dawî min hinekî berbi hev anî.

XXX
2018-08-26

Enwer Karahan ji welêt hatiye, me di telefonê da hinek sohbet kir. Me biryar da ez, wî û Miste Aydogan hevdu bibînin û bîstekê sohbet bikin.

Enwer, ez bi Mistefa ra peyivîm, got hûn li hev bikin û ji min ra bibêjin.
Ez dibêjim roja çarşemiyê (30/8) saet di 13.00 da em li Kulturhuset hev bibînin û herin bi hev ra lûnşekê bixwin û bîstekê bigerin û sohbet bikin.
Wê rojê baran tuneye, li nêzî Vasamuseetê, tam li ber pira Djurgårdenê,ciyekî bi navê ”Djurgårdsbrunns värdshus” heye. Di nava avê da ye.
Meriv kane li derve rûne him tiştekî bixwe û him jî vexwe. Lê heger tu bibêjî na, em kanin herin li dereke din rûnin. Belkî tu ciyekî hîn xweştir zanî.
Heger saet zû ye, em kanin di 14.00a da hev bibînin. Heger pêşniyareke din heye, bibêje em wer bikin.
Yanî ez merivekî bêkar im, ji min ra her tim 14ê nîsanê ye. Aşxana Dîwan jî heye, tu bixwazî em kanin herin wir jî… Biryara cî û wextê bide û ji min ra bibêje…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar