26 augusti 2022

Em çima hewqasî bêhiş bûne?

Selîm Temo merivekî çarçav e, hafiza wî ya netewî, tarîxî xurt e, çêyiyê jî, xerabiyê jî ji bîr nake. Dîsa tiştekî pir muhîm bi bîra kurdan xistiye.

Gotiye:
”Ev e du roj in ku gellek Kurdên Bakurî bo stranbêjeka Tirk a ji aliyê dewleta Tirkan ve hatiye girtin, kezeba xwe diperitînin. Heman stranbêjê çar sal berê di şerê dagirkirina Efrînê de bo artêşa Tirkan serfirazî xwestibû.”

Navê sitranbêjê Gulşen e û di dema dagirkirina Efrînê da ev twîtta jêr nivîsî ye:

”Ez ji bo şehîdên li Efrînê canê xwe ji bo welatê xwe feda dikin rahmetê û ji malbatên wan ra jî sebrê dixwazim. Xwedê Teala leşkerên me yên mane hemûyan biparêze.”

Bi texmîna min vê jinikê berê jî gelek tiştên wiha, belkî yên hîn xerabtir jî gotine. Çimkî ya li ser dagirkirina Efrînê viya bibêje ne saxlem e, miheqeq berê jî gelek tiştên wiha gotiye.

Lê kurd çima hewqasî qêj bûne, hafizeya wan çima hewqasî kor bûye, sebebê vê yê esasî çi ye ez baş nizanim, dibê meriv serê xwe pê ra biêşîne.

Miletekî hewqasî zulm û heqaret lê dibe gerek hewqasî bêşiûr nebûya, gerek kirinên neyarên xwe hewqasî zû ji bîr nekira. Bêguman di vir da rol û tesîra siyaseta ne millî, ne Kurdistanî heye. Dema meriv Kurdistanê dagirkirî nebîne, xwe beşekî tirkan û Tirkiyê jî wek welatê xwe bibîne û vê siyaseta tirkîyetiyê bi salan bimeşîne însan gêj û bêhiş dibin.

Yê şikil dide însanan siyaset e, îdeolojî ye. Dibê em tim û daîm bi çavê em û ew li wan binêrin, ew yên dagirker in, welatê me bi zor ji me stendine û nahêlin em li welatê xwe, xwe îdare bikin.

Dibê em dostên xwe jî, neyarên xwe jî, xerabiyê jî, çêyiyê jî ji bîr nekin, gerek hafiza me hewqasî ne zeîf be.
Mala Selîm Temo ava be ji bo ku şecereya vê jinikê derxist û pêşkêşî kurdan kir.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE