Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1987-08-27
Min îro pasaporta diya xwe bir dirêj kir. Pîreka Mumtaz Leyla pê ra çû hundur,
ez jî li der mam.
Min got hey carê hatiye, bira demake din jî bimîne, sebra me pê tê. Ji xwe min
pir bîriya wê kiribû. Diya min şên e, kêfa zarokan jî jê rat ê. Ji bo zimanê zarokan jî
baş e, xêra wê kurmanciya wan baştir dibe.
1999-08-27
Biraziyê Riza Polat di qezayeke trafîqê da miribû, ez çûm sersaxiya
wî. Mistefa Fîslî û du xortên hevalên Rizgarî jî li wir bûn. Ji van
xortan yekî bi ereba xwe ez anîm danîm malê. Bi rê da camêr hejmareka
Kurdistan Pressê ya taybetî, li ser bîranîna Orhan Kotan e da min.
Jimar bi minasebeta yeksaliya wefata Orhan Kotan ji alî birê wî Serdar ve
hatiye derxistin.
Hin nivîsên Orhan û axaftin û mesajên dost û hevalên wî weşandine.
Bi baweriya min wek belge karekî baş kirine. Lê esas tiştê ez dixwazim qal
bikim ne ev e.
Di kovarê da nivîseke Mumtaz Kotan jî heye. Heta nuha min qet tiştekî Mumtaz yê
nivîskî, yanî bi îmza wî nedîbû. Min mektûbeke wî jî nexwendibû. Ev cara pêşî
bû min nivîseke Mumtaz Kotan dixwend.
Lema jî gelkî kêfa min hat min nivîseke vî ”serokê” kurd xwend. Çimkî bi rastî
jî min gelkî meraq dikir, gelo çawa meriv kane hewqas sal siyasetê bike, him jî
xwedî îddîayên pirr mezin be, partiyan ava bike, kovaran derxe lê di eynî wextê
da jî nivîseke meriv, nameyeke meriv ya çapkirî jî tunebe?
Ji ber vê yekê jî xwendina nivîsa wî ji bo min surprîzeke mezin bû.
Îcar her çî nivîsa wî bi xwe jî ne xerab e, ne hissî ye, pesnên piştî miriyan
tên kirin tê d tune ye.
Di vê maneyê da pirr bi mesafe ye, realîst e. Tespîteke wî ya li ser Orhan bala
min kişand.
Gotiye, ”Orhan şairekî baş û qelemeke baş bû. Ji bo Kurdistanê ûnsûrekî baş bû.
Lê ne ji alî cepha kurdan ve û ne jî ji alî ya tirkan ve qet ciddî nehat
dîtin.”
Gotina wî ya pêşî(şairekî baş bû) meriv kane pêre be ya jî
ne pêre be, lê herçî tespîta wî ya dawî ye gelkî rast e.
Esas ev tesbît ji bo wî jî derbas dibe. Kurdan heta nuha tu carî bi çavekî cidî
ne li Orhan nêrîne, ne jî li Mumtaz.
Bi ya min hêja ye meriv li ser sebebên vê yekê bifikire û lêbikole.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar