Îro Kenanê Nado li Kitêbxaneya Kurdî li ser edebiyata zarokan semînereke mikemel da.
Kovar û kitêbên zarokan yên kurdan li her çar beşên Kurdistanê, li dîasporayê û li Soveyeta wê demê weşandine lêkolîneke mikemel, xebateke pir hêja kiriye.
Camêr qîma xwe tenê bi kurmancî û bi herfên latînî neaniye, soranî û elîfbeya erbî
û kirîlî jî fêr bûye û kovar û kitêbên bi herfên kirîlî, erebî û soranî çap bûne
yek bi yek bi dest xistine, li ser wan xebitiye û di netîceyê da jî xebeteke
pir hêja derxistiye meydanê.
Dema ev xebata wî wek kitêb were weşandin her kesê kanibe jê feydê bigire û bizanibe kurdan li ku, kînga çi kovar û kitêb weşandine, kê li ser zarokan çi nivîsî ye.
Hêvî dikim numûneyên wiha zêde bibin.
Piştî semînerê ez û dostê xwe yê hêja Kenanê Nado, Nesrîn xanim û du xortên din çûn muzexaneya Goran Candan. Goran him muzexaneya xwe nîşanî me da, him jî çend kitêbên li ser zarokan diyarî Kenan kirin.
Dûra em bi hev ra bîstekê li na bajêr gerîyan, me bi hev ra fîncanek qahwe vexwar û bîstekê jî sohbet kir. Kenanê Nado akademîsyen û lêkolînerekî pir hêja ye, karê xwe pir cidî digre. Bi hêviya kesên wek Kenanl Nado zêde bibin.
Di çûnê da min hew dît ez ji rawestgeha ezê lê daketama xericî me. Hevalekî ji min ra mesajek şand, min jî bersîva wî dayê, ez hew pê hesiyam ez ji rawestgeha xwe pir buhurî me.
Xwedê kir ez ji mal hinekî zû bi rê ketibûm, lema ez dereng nemam, tam di wexta xwe da gihîştim ser semînerê.
Ez tu carî naxwazim dereng herim semîneran, civînan. Tim di wextê da, bi piranî jî 10-15 deqeyan zûtir diherim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar