28 augusti 2022

Çend rêz ji bîranînên min -219-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1985-08-28
*Me ji bo haziriyên şeva partiyê li komelê civînek çêkir. Ez, Hesen Yoldaş, Mihemedê Hekarî, Mahmûd Kîper bûn komîteya şevê.
Di civîna berê da me hin wezîfe li hev par kiribûn. Ji bo ku grûba muzîkê ya yûnaniyan were şevê Mahmûd Kîper ewê bi yûnaniyan ra bipeyiviya. Mahmûd hîn bi wan ra nepeyiviye, Got ez ji wan kesî nas nakim, lê bi riya komela ÎSTÎBê ezê bi wan ra têkiliyê deynim.

Li ser mesela Yekîtiya Çep û çareseriya gelşên nava partiyê ji bo Komîta Merkezî nivîsek hatiye hazirkirin. Nivîs do gihîşt destê min. Min nivîs xwend lê neket serê min.

Di nivîsê da tê gotin bira piranî li ser hevalên din biryarê negrin, ya bimînin hetanî kongrê ya jî konferansekê çê bikin. Ev temam e, ez jî bi vê dîtinê ram e.
Lê di nivîsê da hin rexne û îfadeyên pir sert hene, KM biçûk tê dîtin, fena KM ji heq tiştekî dernayê, tiştekî nizane.

Min got em pêşniyarên xwe bibin, hin kêmasiyan rexne bikin, lê ne bi vî hawî. Ez îmza xwe navêjim binê nivîseke wiha. Ji dêlî wê min nivîsek da Mahmûd. Min got bira ev nivîsa min were dayin. Heger heval qebûl bikin baş e.

*Ya din jî, min nivîsek bi kurdî 5 rûpel ji bo alîkariya bi mala Sirac Kirici, Mistefa Kiliç û Evdo ra were kirin da Mahmûd. Di nivîsê da ez dixwazim partî alîkariya malbatên van hevalên girtî bike.

*Ez, Mahmûd Kîper, Mistefa(Riza Polat) û Mumtaz êvarî em çûn mîvaniya  Dr. Nacî Kutlay. Min him şîv çêkir, him jî ferax şuştin. Kesî alîkariya min nekir. Kîper sehana xwe tenê şuşt.
Di nav sohbetê da Mistefa got ”em li hemberî PDKê hinekî sekter bûn”. Piştî em rabûn, bi rê da min jê ra got xwezî te wer negota, ev tê wê maneyê em li ser PDKê neheq in. Got tu rast dibêjî, meriv wisa nebêje baştir e.

XXX
1987-08-28


Ezê herim axaftina 12ê îlonê ji Federasyonê bigrim. Axaftina me hezir kiriye ji alî her komelê û hêzê va hatiye qebûlkirin. Federasyon jî ewê raya xwe bibêje.

XXX
1996-08-28


Bi Metînê me ra peyivîm. Min jê ra got heger îmkana te hebe carnan ji malê ra hin pera bişîne. Got nuha perê min tune ye, lê gava çê bû ezê bişînim,

Şerê PDKê û YNKê berdewam e, teqîn û reqîna wan e hevdu dikujin. Heger wiha dom bike ev îmkana bi dest xistine jî ji destê wan here.

Nuha saet tê 12ê şevê. Çîroka min ji kitêba Migirdîç Margosyan çendakî berê dest bi weregera wê kiribû min nuha qedand. Çîrok 11 rûpelên destnivîsa min e. Çîrokek pir xweş e, kêfa min pir jê r ahat, lema min wergerand.

XXX
1999-08-28

Efûya hikûmeta Bulent Ecevît bû efûya ji bo qatilan, dizan, bertîlxuran, îşkencekeran û mafîa.
Ne kurd, ne jî girtiyên siyasî ya jî yên fikrî bi ber efûyê nakevin.

Berî ku biryarê bigrin partiyan gişan digotin emê tu carî efûyê ji bo çetan û qatilan dernexin.
Lê belê ev progande bû, xapandin bû, piştî pêşniyar birin meclîsê, bi şev di nav çend seetan da pêşniyar guherandin û elel ecele efû kirin efûya qatil û çeteyan. Mêrikan ne neheq in jî, çimkî yên li ser hikum ew in û dibê merivên ji bo wan, ji bo dewleta wan kar kirine efû bikin.

Min  digot belkî ez jî bi ber kevim, lê diyar e ewê ev xeyala min jî pûç derkeve.

XXX
2016-08-28

Li ser mesela misilmanan û êzdiyan di Facebookê da di nabêna min û Tosinê Reşîd da minaqaşeyeke çêbû.
Tosin, gelekî davêje ji kurdên msilman da, fena ku kurdên misilman giş pîs û neyarên êzdiyan bin, qet yên baş, yên alîkarî êzdiyan kiribin tunebin.
Tosinê Reşîd ra
Kekê Tosin, ezê vê minaqeşê dirêj nekim, bes tiştekî tenê bibêjim û ji alî xwe ve minaqaşê biqedînim.
Te gotiye:
”Gava melle li mizgevtê dibêje : “Êzdî kafirin û kujtina wan helal e” û heta rewşenbîrên kurdên misilman jî, ji wan yek jî Zinarê Xamo, bêdeng dimînin, ew melle nayê ceza kirin, êzdîyê êdî bawerîya xwe bi kê bîne, êdî kurdbûn li ku ma?”
Yanî gava meleyên misilman ji êzdiyan ra gotine êzdî kafirin, êrîşî êzdiyan kiriye, dema musilmanan neheqî û zulm li êzdiyan kirine min dengê xwe nekiriye, ez ”bêdeng mame.”
Min tu merivekî bi bext zanîbû û ji te pir hez dikir.
Lê bi vê gotina xwe te nîşan da ez şaş bûme.
Heta nuha te bi xwe bi dehan nivîsên min li ser êzdiyan ecibandine.
Di blogga min da bi dehan nivîsên li ser êzdiyan hene.
Min tecawiza jin û keçên êzdiyan wek tecawiza namûsa xwe qebûl kiriye û ev jî bi dehan car nivîsîye.
Ez îdîa dikim ji qetlîama Şengalê û vir da tu kurdekî bi qasî min li ser qetlîama êzdiyan nenivîsîye û dilê xwe neperitandiye.
Û haya te jî baş ji vê rastiyê heye û hema hema hemû nivîsên min jî te ecibandine.
Lê dîsa jî tu min bi ”bêdengmanê”  îtham dikî…
Ez çi bibêjim, min ev yek ji te qet hêvî nedkir.

Û li tu deran min nenivîsîye, wekî kurdên êzdî û misilman êdî nikarin bi hev re bijîn. 

Nivîsa li ser ninaqaşe çê bû ev e:

XXX
2016-08-27

Reva ji kurdbûnê ne çareserîye

Ji qetlîama Şengalê vir da ye di nava qismekî êzdiyan da minaqasseyeke êzdî ne kurd in dest pê kiriye. 
Minaqassa êzdî ne kurd in ne nuh e, berê jî li Ermenistanê hin kurdên cahil û pûlperest tisstên wiha digotin. Lê tenê ccend kes bûn û lema jï kesî zêde guh nedida gotinên wa.
Lê pisstî qetlîama Sengalê ev minaqasse him pir gur bû û him jî êdî ne ccend kesên cahil û pûlperest tenê, êdî gelek kesên hemû jiyana xwe dana xebatên ji  bo kurd û Kurdistanê jî tisstên wiha dibêjin û bi sempatî li fikirên wiha dinêrin, heta heq didin kesën dibîjin êzdî ne kurd in.
Lema jî mesele li gorî berê cidîtir e.
Du roj berê kekê Tosinê Ressîd, kurdperperê bi nav û deng jî li ser vê meslê nivîseke nivîsî. Tisstê min ji nivîsa wî fam kir di mesela êzdî kurd in ya na, ew jî  ketiye taswasê, ew jî heq dide kesên dibêjin êzzdî ne kurd in. Bi kêmanï dibêjin sebebê vê yekê hene.

Kekê Tosinê Ressîd nivîsa xwe wiha dest pê kiriye:
“Van demên dawî hevpeyvîneke min bi radio SBS, ya Australîya, hate belav kirin. Di wê hevpeyvînê de pirsek jî hebû, ka ji bo çi gelek êzdî dibêjin em ne kurd in. Ser vê pirsê jimarek dost û hevalan jî ji min re nivîsîn. Lê ez ê bersiva xwe ji pirseke mayîn dest pê bikim; gelo kurd bûne milet, gelo miletê kurd heye?”
Bêguman miletê kurd  heye û êzdî jî kurd in, zimanê wan kurmancî ye û welatê wan e jî Kurdistan e. 
Êzdayî ne nave miltekî ji kurdan cuda ye, wek îslamê û elewîtiyê baweriyeke, dîneke.
Kurdên êzdî, elewî, musilman, yarsanî, îsewî û cuhû hene. Lê hemû jî kurd in, tenê baweriya wan, dînê wan cihê ye.
Lê li gel vê rastiya tarîxî û sosyolojîk jî kes nikane kesî bi zor bike kurd. Heger êzdiyek, musilmanek, elewiyek bibêje ez ne kurd im, ne kurd e. Ne rast e meriv kesî bi zor bike kurd.
Û ji xwe îro li Tirkiyê û li Kurdistana bakur bi hezaran kurdên misilman û elewî dibêjin ew ne kurd in, ew tirk in. 
Êzdî jî kanin viya bikin û bibêjin ew ne kurd in. Ev biryara wan e, ew ji xwe ra zanin.

Lê tisstekî pir ssass e û ji bo êzdiyan jî ne ccareseriye. Redkirina kurdayetiyê ewê rehetiyê û azadiyê nede êzdiyan, ewê hale wan, rewssa wan basstir neke…
Nuha ji ber ku kurd in, xwe kurd qebûl dikin bass xerab kurd, bi kêmanî piraniya kurdan li wan xwedî derdikevin, di rojên teng da diccin gazî û hawara wan, destê biratiyê û alîkariyê dirêjî wan dikin. 
Lê gava êzdî pir gisstî bibêjin ew ne kurd in, ew êzdî ne, bi dîtina min ev yek ji fayde û alîkariyê bêtir, ewê zirarê bide wan, di nva guran da ewê wan bi tenê bihêle.
Yanî dibê ronakbîr, zana û rîsipîyên êzdiyan mesela redkirina kurdayetiyê hewqasî sivik û basît negirin û bi hestên însanan nelîzin, hiss û mejuyên însanan neccelqînin. Netîceyên minaqasse û propaganedeyên “êzdî ne kurd in” ya jî dibê ji kurdayetiyê derkevin ji kurdên musilmanan bêtir ewê zirarê bide êzdiyan.

Li Şengalê zulm û barbariyeke neînsanî li êzdiyan hat kirin. Vê qetlîama hovana êzdî pir êssandin. Ez viya û êssa dilê êzdiyan fam dikim û wek kurdekî di dilê xwe da his dikim. Ji bûyerên qewimîn wek kurdekî sserm dikim. 
Di qetlîama Şengalê da hin kurdên îslamî, cahil, nezan û ji hestenên netewî bêpar jî bi êzdiyan ra bêbextî kirin, tevî êrîssên dijmin bûn ya jî bêdeng man. Ev jî rast e û vê yekê dilê hemû kuran êssandiye.

Lê hemû kurd ne wek wan kurdên îslamî, nezan û xayin in. Piraniya kurdan êzdiyan wek birayên xwe, wek ferdên ji qewmê dibînin û bi qasî êzdiyan dilê wan jî dissewite.
Heta nuha bi hezaran pêssmerge û gerîlla di ber Ssengalê û êzdiyan da, ji bo azadkirna Ssengalê ssehîd ketin û hîn jî ewê bikevin.
Pisstî qetlîama Ssengalê bi sedhezaran kurdî deriyê mala xwe ji êzdiyan vekirin û destê biratiyê dirêjî wan kirin.
Dibê ev yek jî were dîtin û teqdîr kirin. 
Ya din kurdên nezan, cahil, îslamî, yên nêzî Daïssê, yên Huda-Parê yanî yên ji hestên netewî bêpar ji PKKê û kurdên elewî jî hez nakin, wan jî ji xwe nabînin. Ji kurdên ccep, komunîst û ji kurdên homoseksuel jî nefret dikin, wan jî wek dijminên xwe dibînin û heger ji destê wan were tisstê anîn serë êzdiyan ewê bînin serê van kurdan jî.
Yanî ev meseleyeke îdeolojîk e û gelsseke civaka kurd  ya mezin e. Qismekî însanên me hîn medenî nebûne, hîn ddi bin tesîra neyarên xwe da ne. Lema jî neyartiya qewmê xwe dikin.
Ma bi hezaran qorîcî û cahssên bi dewletê îro li hemberî kurdan sser nakin, her roj zarokên kuran nakujin.
Bêguman dikin û qet nafikrin kî cci ye…
Dîsa em zanin Daîssê êrîssê êzdiyan tenê nekir, êrîssî kurdên misilman jî kir, bi hezaran kurdên misilman jî li Kobanê, li Helebê, li Hesekê û li gelek herêm din kusstin û hîn jî dikujin. Mal û milkên kurdên misilman jî talan kirin.
Ji ber ku ew kurd bûn.
Yanî ne rast e Dîssê ji ber ku êzdî ne misilman in, êzdî ne êrîssî wan kir. Para dînî hebe jî lê sebebê êrîssê hemû ne dîn e, kurd bûn e.
Sserê îro li herêmê ereb û tirk li hemberî kurdan dimessînin ne sserekî dînî ye, sserekî li ser Kurdistanê ye; sserekî li hemberî miletê kurd e. 
Cci misilman, cci elewî û cci jî êzdî ji bo neyarên me yên ereb û tirk qet ferq nake. Kî doza kurd û Kurdistanê bike Daîss û Tirkiyê wan neyarê xwe dibînin û dikujin. 
Yanî êzdiyên Ssengalê ne êzdî, misilman bûna jî cceteyên Daîssî û dewleta tirk kêm zêde ewê eynî tisst bianiya serê wan. Wek li Kobanê, li Serê Kaniyê anî serê kurdên misilman.

Lê ji ber ku hin kurdên misilman bêbextî bi meriv ra kirine, zulm li meriv kirine meriv qewmê xwe naguhere. 
Gelek kurd neheqiyên pir mezin li hev dikin, wê demê kê neheqî li kë kir dibê ji kurdayetiyê derkeve.

Komkujîya Şengalê da xuyayê, wekî sîyaseta bi pêk va jîyanê, eger heye ji, ne ji bo êzdîyan e.
Ji ber vê jî, gava êzdî dibêjin ‘em ne kurd in’, gerekê sebebê van gotinan bal êzdîya negerin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar