28 augusti 2022

Piştgiriyê bidin Temaşeyê

Gelî dost û hevalên ezîz, hetanî nuha haya min ji E-kovara Temaşeyê tunebû, ez û xortê berpirsiyarê wê do di semînera Kenanê Nado da rastî hev hatin.
Me bîstekê sohbet kir. Xort ji min gazin kir, got te qet qala Temaşeyê nekiriye. Ez şermezar bûm, min soz dayê dibê qalê bikim.

Min nuha hinekî bala xwe da malperê, xort karekî baş dikin. Kesên sînemahez Temaşeyê taqîb bikin, li ser sînemayê nivîs û hevpeyvînên pir hêja tê da hene.
Malpera Temaşeyê bişopînin, hûnê him jê sûdê bigrin, him jî jê hez bikin.

XXX

Hey gidî dinyayê, derewînê, xapînokê, geh germ dibe, geh sar dibe.

Do Stockcholm ji germa dikeliya, meriv ji germa difetisî. Ez û Kenanê Nado, Nesrîn xanim û du xortên din em li kuçe û kolanên Stocholmê tenapiya digeriyan.

Lê îro wa ye xume-xuma baranê ye, ewrekî giran û tarî wek konekî reş girtiye ser Stockholma xopan.

Hewayeke pir ne xweş e, meriv naxwaze serê xwe ji hundur derxîne.

Îro ji merivê jêhatî ra roja kar e. Dibê meriv bixwîne û binivîsîne.

Ez dixwazim jêhatî bim, lê zêde dom nake. Heya ji min tê li ber xwe didim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE