29 augusti 2022

Çend rêz ji bîranînên min -220-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1986-08-29
Civîna Komela Stockholmê saet di 17.00a da li Federasyonê çê bû. Zubêrê mala Cegerxwîn jî li ser navê komela xwe belavoka li dijî Tirkiyê îmze kir.
Berî ez herim civînê min Mecîd Cahferî dît, wî jî li ser navê partiya xwe belavok îmze kir.
Tirk û ereb me dikujin em jî belavoka belav dikin, tiştê di destê me da maye ev e, lê ev jî ne êrîşên dijmin disekinîne, ne jî fêdakê dide me.

XXX
1987-08-29

Min Rezaq Feylî li Ahlensê dît ji bo Armancê hin înformasyon jê stend. Got hukûmetê li Kerkûkê û li Hewlêrê 15 zarok kuştine, cenazeyên wan jî teslîmî malbatên wan kirine. Felaketeke mezin e, lê ji rejîma Seddam tê.
Bavê Nazê nivîsa xwe da min.

XXX
1999-08-29

Di telewîzyona Medyayê da li ser ”cimhûrîyeta demokratîk” û pêşveçûnên di van demên dawî de îşev panêlek hebû. Halûk Gerger li ser şêl û siyaseta dewletê ya li hember kurdan tahlîl û axaftinek pirr paş kir.

Bi kurtayî got di siyaseta dewletê da tu nermbûnek ya jî guherandinek tuneye, do çawa êrîş dibir ser kurdan û ew dikuştin, îro jî eynî tiştî dikin. Lema jî ez pesîmîst im.

Dûran Kalkan reaksiyonek mezin nîşanî vê axaftifna wî da. Bi hawakî dûr û dirêj demagojî kir, mesele bir û anî û di netîcê da tiştê min ji axaftina wî fêm kir, nedixwest kes dewletê rexne rexne bike, bibêje nêta dewletê xerab e û di siytaseta xwe ya berê da israr dike.
Ev tiştên xwe jî hinekî bi hawakî tehdîtwarî digot.

Lê belê Haluk Gerger mêrik bêdeng nema, bi mêranî bersîv dayê û pê ra minaqşeyek baş kir.

Heta ez kanim bibêjim Gerger ew gelkî pîs kir. Got dewlet çi dike dibê em bibînin û li kirinên dewletê rexne bigrin. Ne rast e em xwe bixapînin û hin hêviyên ne rast ji dewletê bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar