Gava du sê kar dikevin ser hev ez dikevim sitresê, dest û nigên min li hev dipiçikin.
Dibê ez her roj bîranînên xwe û nivîsek, du nivîsan binivîsînim û têxim bloga
xwe. Yanî dibê bloga min her roj miheqeq were nuhkirin. Xwendevan her roj du sê
nivîsîn nuh bixwînin.
Ev ne bes e, çendakî berê di arşîva xwe da ez rastî çend defterên hin salên bîranînên
xwe hatim. Ez wan jî dinivîsînim.
Ev yek jî min dixe sitresê. Ez qala xwendinê û kar-marên nava malê jî nakim.
Lê ya herî xerab ji mecbûrî min meşa xwe ya rojane hinekî kêm kiriye, êdî pê ra nagihînim rojê du saetan bimeşim.
Ez fêm nakim jin çawa kanin 3-4 karan bi hev ra bikin?
Xwezî ew jêhatîbûn, ew sakinî û bînfirehî bi min ra î hebûya, min jî kanîbûya weke wan çend kar bi hev ra bikira bêyî ku têketama sitresê.
Ez ditirsim sitres ji bo siheta însên ne baş be. Lema ez dixwazim hetanî serê salê van bîranînan bi tevayî biqedînim û wek kitêbekê çap bikim.
Li ser pêşniyara Emer Farûk Baranê hêja nêteke min a wiha heye. Hêvî dikim nêta min bi rast bigere û bîranên min ên Swêd ji wendabûnê xelas bibin, bibin kitêbek û têkeve kitêbxaneya kurdî.
Ez bawer dikim ji bo dîaspora Swêd jî ewê bi fêde be, belkî rojekê bi kêrî lêkolînerekî were.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar