30 augusti 2022

Çend rêz ji bîranînên min -221-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1986-08-30

Min û Kemalê berpirsiyarê PDKê yê Stockholmê îro li ciyê Rizgariyê hevdu bidîta, ji bo belavoka li dijî êrîşa Tirkiyê îmze bike. Me di telefonê da li hev kiribû.

Ez çûm wira, ew jî hat. Min jê ra belavok xwend. Belavok baş dît. Lê got:
”We di beyanê da navê Partiyê nedaye, we negotiye êrîşî me kirine, we gotiye êrîşî pêşmerge kirine. Heger hûn navê partiyê(yanî navê PDKê)binivîsin emê îmze bikin, ya na em îmze nakin.”


Min got kekê Kemal, em bi xwe ne li dij in navê Partiyê jî were gotin, lê me beyan bi vî hawî bi gelek hêzan, partiyan daye îmzekirin. Ji bo ku em beyanê biguherin dibê em ji nuh va yek bi yek bi hêzan bişêwirin.
Beyan îmze nekir. Ez matmayî mam.
Min ev yek ji berpirsiyarê YNKê pirsî, guhertin qebûl nekir.  

XXX
1987-08-30

Şêrko Bêkes û Rezaq Feylî îşev bûn mîvanên min. Rezaq dostê min e, min xwest bi riya wî vî şairê mezin bikim mîvanê xwe û hinekî ji nêz va nas bikim, bîstekê lê gudarî bikim.

Şêrko Bêkes şairekî mezin e, lê kurdên bakur qet nas nake, haya wî ji edîb, nivîskar, şairên me tuneye. Dinya wî edebiyata soran e. Bi têkiliyên wiha, bi nasîn û sohbetên bi kurmancan ra belkî hinekî kurmancan û edebîyata kurmancî jî nas bike. Lê min ew meraq li ba wî nedît. Fena ku kurmancan û edebiyata wan biçûk dibîne.

XXX
1988-08-30

Ev çend roj in rojname û ajansên dinyayê dibêjin bi dehhezaran kurd ji başûrê Kurdistanê derbasî nava sînorên Tirkiyê bûne. Felaketeke mezin e, Kurdistana başûr vala dibe. Milet di riyan da perîşan e. Dinya li vê felaketê temaşe dike.

XXX
1999-08-30

Yilmaz(Selîm Bakac) got ez bi Weysî Zeydanlioglû ra peyivîme, gotiye hîn baş ne diyar e hûn bi ber efûyê dikevin ya na. Ji bo min jî jê pirsiye.
Lê belê Wîldan Tanrikulu got birê min Sezgîn gotiye sûcên wan bi rêxistinê ve hatibe girêdan ew bi ber efûyê nakevin. Çimkî sûcên bi rêxistinî dikevin nav çarçeva sûcên li hember dewletê.
Gelek rêxistin û komeleyên demokratîk li dijî vê efûyê derdikevin, pir rexne dikin, heta dibêjin emê bibin Mahkima Qanûna Esasî.
Lê ez bawer nakim tiştek jê derkeve. Çimkî mêrikan eşkere dibêjin em tu tawîzê, tu mafî nadin we.

Di telewîzyona Medya da îşev bi telefonê bi Osman Ocalan ra peyivîn. Tew wî ji birê xwe xerabtir kir, got li hember dewletê êdî em hew dest davêjin sîlehan.
Dewlet serê panzde salan e nikanîbû bi şer bi ser keta, lê waye di siyasetê da bi ser dikevin.
Yanî tarîx ji kurdan ra dîsa tekerrur dike. Hewqas xwîn, hewqas şehîd, hewqas malwêranî giş bû qurbana ruhê Evdila Ocalan. Ev yek ji felaketekê jî mezintir e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar