30 augusti 2022

Hovîtiyeke wiha nehatiye dîtin!

 


Hovên herî wahş jî wiha nakin !
Pûlis û leşkerên Tirkiyê di sala 2015a da Hakan Arslan li Diyarbekrê bi hovîtî kuştin.

Savcî îro li Diyarbekrê hestiyên Hakan Arslan di nava torbakî sipî da daye destê bavê wî Elî Riza Arslan, gotiye a ji te ra hestiyên lawê te.

Zalimiyeke, xedariyeke ji viya mezintir nabe. Meriv çawa kane hewqasî ji însaniyetê dûr keve aqilê meriv nagire!
Meriv çawa kane hestiyê xortekî têxe na torbakî û wek pakêtekê, wek diyariyekê bide destê bavekî?


Û bav jî ewê hestiyên lawê xwe yên di kîsikekî da ji Diyarbekrê bibe Erzeromê !
Hovîtiyeke bêtarîf e !

Lê ev dewlet kane her tiştî bîne serê kurdan, çimkî sîstem, perwerde, huqûq, edalet, kultur giş antî-kurd e, li ser asasê neyartiya kurdan dimeşe.

XXX

Li Îraqê şerê ereban ji bo îqtîdarê berdewam e, ewê hîn jî dom bike.

Erê tiliya Îranê tê da ye, lê serokên wan bi xwe jî ehmeq in, totikvala ne. Heger piçeik aqil di serê wan da hebûya hevdu hewqasî perîşan nedkirin. +

Dibê kurd xwe tevî şerê wan nekin, yekîtiya xwe çêkin û li riya serxwebûnê bigerin.

Di praktîkê da Îraq nemaye, bûye sê perçe û çareserî jî ev e. Dibê sûnî, şîe û kurd ji hev biqetin, bibin sê dewlet, wekî din mesele çareser nabe, kes îqtîdara kesî qebûl nake.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE