30 augusti 2022

Payiz demsala herî dijwar e

Wele havîna germ qediya û payiza rengîn îro xwe nîşanî me da.

Li Stockholmê îro tam rojeke payizê ya xweş e, tîna rojê nemaye, bayekî honik ruyê meriv baweşîng dike.

Payiz bihareka cihê ye, bihareke dereng e, her pelek gulek e, xweza, dar û ber hêdî hêdî rengîn, kesk û sor û zer bibin.

Bayê honik bi xwe hesiya ye, li hemberî pelên daran bêmerhemet e.

-Payîza muhteşem! Ruhê min bi te ve girêdayî ye. Heger ez çûkek bûma ezê li dora dunyayê bifiriyama û li gelek payîzên din bigeriyama.
///George Eliot

-Îlon jineke bedew û kamil e, xwedî tecråbe, jîr û porê zêrîn e.
///Tuve Ditlevsen

-Dikevin û dihelin pelên mirî
///William Allingham

-Payîz demsala herî dijwar e. Pel giş diweşin, fena ku ji ber hezkirina axê be li erdê pahn dibin.
///Andrea Gibson

XXX
Ez bîranînên xwe yên 1987a li bîranînên xwe yên blogê zêde dikim. Tiştekî pir ecêb e, di heqê hin kesan da wê demê ez negatîf bûme, kêfa min ji wan ra nehatiye, min ew rexne kirine. Wan jî ji min qet hez nekiriye, pir êrîşî min kirine.

Heger ne ev notên min bûna min nizanîbû di nabêna min û wan kesan da ew minaqaşe çêbûne, wan ez rexne kirime û min jî bersîv daye wan û ez ji wan pir aciz bûme.

Hisê min ê nuha li hemberî wan kesan pozîtîf bû, min qet nizanîbû demakê ez hewqasî ji wan aciz bûme.

Hafiza tiştekî ecêb e, hin tiştan qet ji bîr nake, hin tiştan jî ji kok da ji bîr dike.

XXX
2022-08-30

Ji Kenanê Nado ra

Merheba Kenan!
Hêvî dikim karê te baş diçe. Ez naxwazim te ji karê te bikim, lema min telefonî te nekir. 

Heger wexta te hebe îro êvarî, ya jî sibe êvarî, piştî te karê xwe qedand em kanin bi hev ra pariyek nan bixun. 

Li ciyê karê te, li Alvîkê aşxaneyeke baş heye, xwediyê wê kurdekî mêrdînî ye, em kanin li wir bi hev ra xwarinekê bixun. Tu kanî xeberê bidî Nesrîn xanimê jî. 

Kîjan roj û saet ji bo te misaîd be xeberê bide min, ezê wê saetê werim wir. 

Min dixwest tu werî bibî mîvanê min lê wexta te tune ye. Li bende bersîva te me. 

Tu kanî telefonî min jî bikî. 

073 53 44 852 

Zinarê Xamo 

Bimîne di nava xêr û xweşiyê da.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE