31 augusti 2022

Çend rêz ji bîranînên min -222-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1986-08-31
*Saet di 14a da civîna Komîta Partiyê(KÎPê) bi endaman ra çêbû. Em li ser Berbangê jî peyivîn. Biryar hat girtin ez dîsa di Berbangê da bixebitim û binivîsînim.
Ez li dijî vê biryarê bûm, min got ez naxwazim, lê biryar bi piraniya dengan hat girtin.

*Min û Îbrahîmê ji PDK-Îran hevdu dît. Min belavoka li dijî Tirkiyê jê ra xwend, got navê PDKê derbas nebe baştir e. Lê biryara dawî emê sibe bigrin. PDKa başûr dibêje gerek hûn bibêjin êrîşê me bûye.

XXX
1988-08-31

Me bêdengiya Neteweyên Yekbûyî(FNê)li hemberî qetlîama kurdan vêsê li Stockholmê li ber avahiya FNê protesto kir, ewê grewa birçîbûnê jî çê bibe.

Rojname dibêjin 12 hezar kurd derbasî Tirkiyê bûne. Giş jî xelkê siwîl, jin, zarok, kal û pîr in. Ez bawer dikim jimar gelkî zêdetir e.
Dîsa fermana kurdan rabûye, lê dinya û Neteweyên Yekbûyî bêdeng in. Kurd perîşan in.
Qare qar û hawar û hawara partiyên kurd in lê deng naçe kesî. Xwedê kir medya dinivîsîne û risman belav dikin. Rismên di rojnameyan da belav dikin kezeba meriv diperitînin.

XXX
1996-08-31

Li gorî ajansên dinyayê Îraq îro bi leşkerekî giran ketiya Hewlêrê, hêzên YNKê bajar terikandine, Hewlêr ketiye destê leşkerên Îraqê.
Lê xeberên ji herêmê tên hev nagirin, li alîkî tê gotin Îraq bi serê xwe Hewlêr dagir kiriye, li aliyê din merivên Celal Talabanî û hin personalên Koma Milatan dibêjin leşkerên Îraqê û pêşmergeyên PDKê bi hev ra êrîş birine ser Hewlêrê.

Nûnerên herdu aliyan li Londonê tiştên li dijî hev dibîjin. Merivên Mesûd Barzanî dibêjin em bi tena xwe ne, Îraq jî dibêje me alî PDKê kiriye, emê di demeke kin da bi paş da vekşin.

Wer xuya dike ev hevîr ewê hîn gelek av hilîne. Û hêviya kurd ewê li wî perçî bibin dewlet roj bi roj dibe xeyaleke vala. Dawiya dawî mesele hat gihîşt soran û kurmancan. Ji nuha û pê da ev trajedî ewê çawa biqede ne diyar e. Lê tiştê nuha xuya dike ji ruyê van serokan da kurdan dîsa wenda kiriye.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar