Îro rojeke pir xweş bû, min du dost û hevalên xwe yên pir ezîz dîtin. Saet di 15.30î da min Osman Aytar dît, me bi hev ra bîstekê qala rojên borî kir.
Min rewşa wî baş dît, hêvî dikim di demek nêz da bi temamî baş bibe.
Dûra çûm Kitêbxaneya Kurdî, Kenanê Nado û Nesrîn Rojkan xanim li bende min bûn. Wexta şîvê bû. Em çûn aşxana kurdekî nisêbînî me şîva xwe li wir xwar.
Helbet me sohbetek pir xweş jî kir. Hebûna , zanayên wek Kenanê Nado min pir kêfxweş dike.
XXX
Havînek dîsa qediya, payizeka sar û tarî dîsa hat. Ez dîsa
ji te dûr û li xerîbiyê me.
Sal, demsal zû derbas dibin, rê hindik maye. Rast davêjim nabe, çep davêjim nabe, hesab hevdu nagre. Dil zêde xemgîn e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar