31 augusti 2022

Gorbaçov jî xatir ji dinyayê xwest


Michail Gorbatjov jî mir. 91 sal umir kir, ne hindik e. Rahma Xwedê lê be. Merivekî baş bû, tiştên baş kir. Xêra wî miletên Sovyetê azad bûn.

Rûdawê di sernivîsa xwe da gotiye, ”Mikhail Gorbachev dawî serokê Yekîtiya Soviyetê koça dawî kir.”

Hin kesan jî gotine ”seokê dawî yê Sovyetê mir…”

Ez dibêjim ev hawê sentaksê şaş in, meriv bibêje ”Serokê Sovyetê yê dawî mir” rasttir e. Yanî ne ”serokê dawî”, serokê Sovyetê yê dawî.

Gelo hevalên zimanzan çi dibêjin?

 XXX

Gava her sibe ez dibînim hin nas, dost û heval bîranînên ez belav dikim diecibînin ez pir kêfxweş dibim.

Ez her sibe saet li dora 07.00a ji bîranînên xwe yên salên borî çend notan belav dikim. Carnan pê ra nagihînim saetekê derngtir belav dikim.

Gava ez dereng dimînim ez dikevim heyecanê, ez dibêjim dibê ez zû biqedînim, xelk nuha li bende min e, dibê ez xelkê dedim payin.

Min dirêj kir, saet di 11a da ezê herim ser tuxtorê dirana, dûra jî ezê du hevalan bibînim. Ezê yekî danê esir, yekî jî êvarî bibînim.

Yanî hetanî derengê şevê ezê ne li mal bim. Lê ya muhîm min karê xwe yê sibê qedand.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE