01 september 2022

Çend rêz ji bîranînên min -223-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1986-09-01
Min kitêba Bavê Nazê(Hêsir û Baran) bir da çapxanê. Kitêba çîroka ye, 10 çîrok di kitêbê da hene. Çîrokên kin û xweş in. Qelema Bavê Nazê xurt e, meriv ji çîrokên wî tahmekê, fikrekê digre. Zimanê wî ne baş e, tesîra erebî li ser pir e, lê meriv rast dike.
Dûra çûm komelê, xeberên(nûçeyên)min ji bo armancê hezari kiribûn teslîmî Mûrad Ciwan kir.

XXX
1987-09-01

Li ber Kulturhusetê saet 16.00a da min û Şêrko Bêkes hevdu dît. Me berê wext dabû hev. Çend şiîrên xwe dan min, ji bo ku ez bidim Malmîsanij.
Malmîsanij ewê jê ra wergerîne tirkî. Şêrko dixwaze hin şiîrên wî tercumeyî tirkî bibin. Tirkî û soraniya Malmîsanij baş e, ewê jê ra baş wergerîne.

XXX
1988-09-01

Ji bo protestoya bêdengiya FNê(Neteweyên Yekbûyî)li hemberî qetlîama kurdan li ber avahiya FNê vêsê dest bi grewa birçîbûnê hat kirin . Grew ji alî 14 Qolî û Cepheya Îraqê ve hatiye organîzekirin. Destpêkê em tevê nebûn, dûra em jî tevê bûn. Lê îro dawî li grewê anîn.

XXX
1996-09-01

*Mesela êrîşa Îraqê û dagirkirina Hewlêrê îro hinekî din zelal bû.Seddam Husên gotiye, ”Mesûd Barzanî bi nameyekê ji min rica alîkariyê kiriye, me jî li ser vê daxwaza wî alîkarî jê ra şandiye.”
Xwedêgiravî Mesûd Barzanî di nameyê da gotiye, ”Îran bi hêzeke giran alîkariya YNKê dike, em bi tenê nikanin li hemberî herduyan şer bikin, dibê hûn werin alîkariya me. Li ser vê daxwaza Mesûd, Îraqê leşker şandiye û Hewlêr dagir kirine.
Yanî li alîyekî Îran e, li aliyê din jî Îraq e û yên dimrin jî kurd in. Dibêjin di êrîşa do da li Hewlêrê bi kêmasî 100 kes hatine kuştin. Meriv matmayî dimîne, sed kes ji hev kuştine, sed pêşmerge hatine kuştin.
Ajans dibêjin Hewlêr ketiye destê leşkerên Îraqê û PDKê. Li gorî xeberên telewîzyonan îro êrîş birine ser Silêmaniyê jî.
Bi vî aqilî kurd nikanin tiştekî bi ser avê xin, ev şerê YNKê û PDKê yekîtiya kurdan bombe kir, di saha navdewletî da jî baweriya kurd nikanin li hev bikin roj bi roj xurttir dibe. Ji dêlî herdu hêz bi hev ra Kurdistanê çêkin, şerê hev dikin, pişta xwe didin dijmin û dixwazin Kurdistan ya partiya wî, ya malbata wî tenê be. Ev şêla wan girtina piştgiriya siyasî ji dewletên mezin kêm dike.

*Min îro çend pêkenînên din nivîsîn. Do jî min yên kevn rast kirin. Min nêt heye gişan bigihînim hev û li derekê wek kitêb çap bikim.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar