01 september 2022

Li ser berber sohbeta erebekî û tirkekî

Porê min dirêj bûbû, vêsê piştî xurîniyê çûm ser berber.

Berber pir dikin leqleq, yê min jî yekî were bû. Xortê li ser kursîya li kêleka min û berberê porê wî kurr dikir li ser buhayiyê dipeyivîn. Yê porê xwe kurr dikir xortekî ereb bû, ji zêdebûna faîzê û buhayiya xaniyan gazin dikir, digot kes xaniya nakire. Milet ditirse. Belkî sîmsar(komîsyoncî)bû.

Hosteyê porê min kurr dikir tirk bû, nuh dest bi kar kiriye, berberê min ne vala bû, wî porê min kurr dikir, wî jî xwe tevî axaftina wan kir, got:

”Her tiştê biha bibe, ewê bibe du qat."
Xortê ereb pirsî:

”Ji bo çi her tiştê biha bibe, sebeb çi ye?”
Berberê porê min kurr dikir got:
”Çimkî herb e, Pûtîn wanayên gazê girtiye. Dema gaz tunebe, germiyan tunebe, elektirîkê, her tiştê biha bibe. Her tişt girêdayî Pûtîn û herbê ye.”
Yê ereb got:
”Herb û mesela gazê lîstik e, Pûtîn û ewrûpiyan li hev kirine, mexsûs ev herb derxistin, tiyatro ye. Wan û Pûtîn wiha kirin ji bo ku her tiştî biha bikin…”
Berberê min got:
”Belkî tu rast dibêjî…”
Min newêrîbû xwe tevî minaqaşê bikira, lê ez li ser kursiya xwe ez tevizîm. Min ji xwe ra got, însan çawa kane hewqasî tiştê berradayî bifikire û jê bawer bike?
Lê ji bo ereb û tirkan fikrên wiha, teoriyên komployê yên wiha ne îstîsna ye, qaîde ye, sîstema aqilê wan wiha ye, herba Rûsyayê û Ukraynayê û gelşa nabêna Ewrûpa û Rûsyayê tertîbeke, bi zanetî wiha dikin.
Ez bawer nakim ew xort tenê wiha difikire, bi hezaran, bi milyonan ereb û tirk wiha difikirin, dibêjin herba Rûsya û Ûkraynayê, qutkirina gazê ji ser welatên Ewrûpî tertîbeke Amerîka, ewrûpiyan û Pûtîn a miştereke, ji bo ku xelkê bipûrtikînin bi zanetî herb derxistin. Ji bo ku tiştan biha bikin Ûkrayna wêran dikin, bi hezaran însan tên kuştin, bi milyonan koçber dibin.
Meriv fêm nake di serê van ereb û tirkan da ji dêlî aqil, meju çi ye?

XXX

Heger em dixwazin ji bin zulmê û zordariyê, ji bindestiyê û êsîriyê, ji revê, ji koçberiyê û ji mahciriya daimî xelas bibin dibê em jî bibin xwedî dewleteke serbixwe.

Heta em nebin xwedî dewlet, heta Kurdistana serbixwe çênebe emê tim di vî halê perîşan da bin.

Gerek her kurd vê rastiyê baş bizanibe. Rehetî, bextewarî, dilşadî di azadiyê û dewleta kurd da ye; bêdewletî bindestî û êsîriya ebedî ye.

Yê ji vî halê me yê nuha ne razî ye dibê nebe hevalê dijmin, destegê bide kesên azadîxwaz.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE