23 augusti 2022

Zarokên Minarê bi derengî be jî xwe gîhand min

Hevalê min ê ezîz Şefîq Pêşeng di 22ê meha hezîranê da(22-06-22)kitêba xwe Zarokên Minarê ji min ra îmze kiriye û bi hevalekî ra ji min ra şandiye. Pir kêfxweş bûm, mala wî ava be.

Kitêb hema hema piştî du meha di 19ê tebaxê da sip û saxlem hat gihîşt destê min.
Erê hinekî bi derengî ket lê ya muhîm wenda nebû û gihîşt destê min.

Min kitêb hîn nexwendiye, ezê îşev dest bi xwendina wê bikim.
Him mijara kitêbê, him jî tiştên hetanî nuha li ser kitêbê hatin gotin û nivîsîn giş jî tiştên pozîtîf in, pesnê kitlbê didin.

Mijara kitêbê dibistanên înternat û serpêhatiyên wî yên zaroktiyê û yên vê dibistanê ne.



Birêvebirên Tirkiyê di destpêka 1960î da bi vekirina dibistanên înternat bi pansîyon xwestin zarokên kurd asîmîle bikin, bikin tirk.

Şefîq, di kitêba xwe da qala mişahade û serpêhatiyên xwe yên van dibistanan dike.

Bi hezaran zarokên kurd ji perwerdeya van dibistanan ra derbas bûn.

Gelo hetanî nuha kesî li ser van dibistanan û tesîrên wan yên li ser zarokan di wan dibistanan da xwendin tiştek nivîsî ye ya na ez nizanim. Lê Şefîq Pêşeng, bi nivîsîna Zarokên Minarê, karekî pir baş, pir hêja kiriye,  ez wî pîroz dikim. Hêvî dikim numûneyên wiha zêde bibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE