23 augusti 2022

Di hundurê her însanî da çend însanên meriv nas nake hene

Her însanê meriv nas dike di hundurê wî/wê da herî kêm însanekî meriv qet nas nake heye. Carnan jî tew çend hebên babet babetî ne.

Gava roj û saeta wê tê ji hundurê wî nasê te yekî wek marekî bi jahrî der tê û bi te vedide.
Tu vediciniqe, tu dişeqize. Lê bêfeyde ye, mar e, carê bi te vedaye.

Tu ji xwe ra dibêjî min qet bawer nedikir ev kerreyê bi jahrî di zikê vî mexlûqî da ba.

Naskirina heywanan û xisletên wan, reaksîyonên li hemberî bûyeran nîşan didin mimkûn e. lê yên însên ne mimkûn e. Hetanî neqewime meriv însên nas nake.

Ji bo naskirina însên kevirekî mîhengê tune ye. Dibê meriv biceribîne, biwezinîne.
Welhasil naskirina însanan wexteke pir dûr û dirêj digre, salan digre.

Lê di nava çend sanîyeyan da tu fêm dikî te ew kes qet nas nekiriye. Gava tu viya fêm dikî tu pir li ber xwe dikevî, tu dikî ax wax, tu dibêje hewqas sal min vî însanî ra dostî, hevaltî kir, min digot belkî ez wî baş nas dikim, lê derket ortê min ew nas nekiriye, ez xapiyame.

Yekî gotiye, ”heger tu dixwazî însanekî nas bike wî biqeherîne, hêrs bike. Çimkî tu carî sexteya nefretê nabe.”

Însan çiqasî bi bext e, çiqasî bêbext e gava tu û wî dikevin gewriya hev, gava ji te hêrs dibe duiyar dibe. Bêbextî, bêexlaqî, çeqelî di dema têkiliyên germ da, di dema dostî û havltiyê da xuya nake. Lê dema ji te hêrs dibe dime merivekî din, her bêbextiyê li te dike, her gotina giran ji te ra dibêje, mahrê hundur serî hil dide û bi te vedide.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE