Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1985-08-23
Ez, xanim û zarok bi tirênê çûn Eskîlstûnayê mala Kemal
Cengîz. Em du şevan bûn mîvanê wî û roja yekşemiyê(25/8) vegeriyan malê.
Ez û Kemal şeva yekşemiyê çûn mala Remoyê Gavana. Remo û bavê min dostên hev
in, ez Remo ji welêt nas dikim. Merivekî baş e, rastgo ye, kêfa min jê rat ê.
Sohbeta wî jî pir xweş e, yekî xweşsohbet û zarşîrîn e.
Di van sê rojan da min bi Kemal ra gelkî sohbet kir. Em li ser Apociyan pir peyivîn. Piştî van sohbetan ez gihîştim wê baweriyê Kemal pir di bin tesîra Apociyan da ye, ji her hêzê bêtir hêviya wî ji serketina wan heye. Bi kêmasî hatiye wê nuxtê, ji xwe ra dibêje, ”gelo dibe ku vana bi ser kevin, kurdan ji bibdestiyê xelas bikin?”
Wî bi xwe jî got, ew vê pirsê ji xwe dike. Di heqê partiyên din da pir bêhêvî bû, bala wî bêtir li ser PKKê ye.
Kemal kadirekî kurda yê kevn e, kurdperwerekî ji dil e, merivekî paqij û samîmî ye. Ez çer hatim Swêd havaltiya min pê ra dest pê kir, min jê hez kir.
Ez pir pê da ketim bibe hevalê me lê nebû. Destpêka 1980î hinekî nêzî me bû lê dûra her ku çû ji me dûr ket û xwe nêzî Apociyan kir.
Min ji devê diya wî çîroka ”Elik, Fatik û Manga Belek” girt. Min dengê wê girt kasetê, dûra nivîsî. Çîrokeka kurmancî bi nav û deng e. Li ser zulm û bêbextiya amojnê û sêwîtiyê ye.
XXX
1986-08-23
Federasyonê li dijî Îraqê û Tirkiyê meşek çêkiri. Meşê saet di 13.00a da ji
Sergelstorgê dest pê kir. Bi texmîna min li dora 1000 kesî di meşê da hebû.
Riya Azadî tevî meşê nebû.
Piştî meşê li Federasyonê civîna ji bo protestoya 12ê îlonê çê bû. Li ser navê
komeleya me ez beşdarî civînê bûm.
XXX
2015-08-23
Di kanala Îbrahîm Xelîl Baran da min li sohbeta Îbrahîm û Alî Karduxos temaşe
kir. Sohbetek xweş bû. Kêfa min jê ra hat, min jê ra ev mesaj şand.
Merheba birayê Elî Karduxos!
Min nuha bi tesadufî, lê bi dilşadiyeke mezin li sohbeta te û Îbrahîm Halîl
Baran guhdarî kir. Ji ber ku heta nuha min navê te nebihîstiye, nivîsên te yên
ilmî nexwendiye wek kurdekî ez li ber xwe ketim. Bi hebûna kurdekî wek te ez
pir kêfxweş bûm.
Ji Stockholmê gelek silavên biratiyê yên ji dil.
Zinarê Xamo
XXX
2018-08-23
Ji Nîmet Aydin ra
Mumtaz, esas tu pêşniyareke ez bikim û hûn nizanibin tuneye.
Tiştê were kirin eşkere ye, dibê meriv di dan û stendinên xwe da, di civîn û
sohbetên xwe da ne bi tirkî, bi kurdî bipeyive û bi kurdî binivîse, bi zarokên
xwe ra bi kurdî bipeyive.
Yên bi kurdî nizanin dibê fêr bibin.
Lê ji bo ku
meriv ji xelkê ra bibêje bi kurdî bipeyivin, bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin,
yanî ji bo ku viya ji xelkê bixwaze, dibê meriv berê bike.
Yanî tiştê hûnê ji
xelkê ra bibêjin û ji xelkê bixwazin, dibê berê hûn, yanî partiyên kurd,
siyasetmedarên kurd bikin. Tiştê hûnê nekin, nikanibin bikin ji xelkê nexwazin.
Dibê berê hûn, yanî partiyên kurd, siyasetmedarên kurd, ronakbîrên kurd bibin
numûne. Lema jî dibê meriv berê ji xwe dest pê bike, ji heval û endamên xwe
dest pê bike.
Mumtaz: Nîmet Aydin
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar