22 augusti 2022

Erdogan firildaqek nuh digerîne

Ajansa Tasnim a Îranê(ajanseke nîvresmî ya hukûmetê ye) gotiye serokê Rûsyayê Pûtîn ketiye nabêna serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û serokê Sûriyê Beşar Esed, dixwaze wan li hev bîne.

Li gorî xeberê Pûtîn, Erdogan û Esed tahwetî civîna rêxistina Shanghayê ya li Ozbekîstanê kirine.

Jixwe li ser hevdîtina Erdogan û Esed ev demeke di medyayê da hin xeber belav dibin.

Bêguman ev xeber ne bêbingeh in, Erdogan êdî bi ruh û can dixwaze bi Esed ra li hev were, ji bo vê jî ev demeke Pûtîn xistiye nabênê.

Sebebê Erdogan dixwaze bi Esed ra li hev were mesela kurda ye, ji bo ku kurd li Sûriyê, li welatê xwe nebin xwedî maf û bi Esed ra li hev nekin, ji bo wê jî Erdogan, Pûtîn û Îran xistine nabênê.
Ji bo ku kurd li rojavayê Kurdistanê wek berê bindest bimînin Erdogan kane here dest û nigên Esed jî maçî bike. Ji bo ku zirarê bide kurdan Erdogan bi her kesî ra rûdine, li hev dike û dibe dost.


XXX
Tikiyê heta nuha sîmsariya Îranê dikir, lê Rûsya jî li bikirên(mişteriyên)wê zêde bûye, êdî sîmsariya Rûsyayê dikin.

Tirkiye sîmsariya ji Rûsyayê distîne ji sîmsariya ji Îranê distîne gelkî mezintir e. Ji rûsan ra çi lazim be Tirkiye ji wan ra temîn dike. Erdogan tê da maye, dixwaze herb deh salên din jî dom bike, ji bo ku ji Rûsyayê baş biçirpîne.

Amerîka û Yekîtiya Ewrûpayê dibînin Erdogan bi Pûtîn ra çi firildaqan digerîne, lê dîsa jî tiştekî pê nakin.

Bi delalî û xûgiyê jî bimîne tiştek bi Erdogan nayê, pere bi ser da dibare.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE